DERGUŞAMIN

Çêbûna min eveye dergûşamin veba neke.
Çiyayên raz û hizaz ez mêjandim.
Pêxela raz û hizazanda mezinbûm.
Ser çemandinê pêknaynim.

Her gav ax’êve gevizîm
Me dilnizmî çande riha xwe.
Qûdetiyê nizanim dergûşamin.

Serhedê min taybetîyê, ez taybetîme,
Em taybetîyê dikoline giyanê xwe
Xwe çêkirinên ne rast karê me nîne.

Bi bore dergûşamin.
Dinyaya te cûda, dinyaya min cûdaye.
Bajêrê te cûda, nihalên min cûdane.
Cûre cûre bûnê pêk naynim.

Min kêmas bibîni jî, dizanim tu xeletî,
Disa ji te naşkênim.
Şikandinê pêknaynim derguşamin.

Gûhane şêrîda şîri min bixwaze,
Lêbelê lehzekê , xwe gûhûrînê min nexwaze,
xwe gûhûrin me çênabe dergûşamin.
Vê rewşêda bi bî dost bibe dergûşamin
Arîxenbe, dostînîyate nagiherim gel çi diştî,
Lêbelê dostînîya te
Bila wek dostînîya çîyayên ser bilinde be, bê lerizîn.
Hinga ihan hinga dê dostînîya te
ser serêmin be heya gorê naynim xar,
Bîn me xar şaşîye.
Şaşî kirin kêrê me nine dergûşamin.

Cahit Aybar.tîrmeh-2008

Social