Daxwazên qefilî

DAXWAZÊN QEFILÎ

lê lê gewrê
hestên kalbûyî
li nav pêlên lehiya xeman
avjeniya eşqa te dikin
çîçekên bihara min
li zozanên qefesa te ya gewr
şîn dibin
bêhna qurnefîlan
ji hilma awirvedanên te
difûre
têlên kemanê dil
melodiya xweşsohbeta te
dilorînîn
tenêtiya şevên melûl
di dengvedana tenhayên xwe de
nalenal e
konê hesretê
li ser jana qolincên min
hatiye vegirtin
di tunebûna te de
çok dilerize
ziman ditevize
serî diheze
xwîn digevize
hêviyên mesûm
li demsalên har fîrar kirin
daxwazên dergûşa nava min
mehkûm bûn
pirs û bersiv
di devê min de ziwa bûn
xeyalên şîrîn
ketine tora bêbextan
bêyî te
çûkên hewşa mala min
êdî nafirin
nizanim ji te re çi bêjim
binê tûrikê gotinên min
qul bûye
mêjiyê çeliqî
bi reştariya ewrên hovane
hatiye dagirtin
avhewaya hinavên min
qet nayê guhartin
li êvarên sergêj
rondikên temenê reben
dijmêrim
li nav toza bîranînên mîratbûyî
êşa kul û kederan
vedireşim
qedera reşgirêdayî
siya mirina min li ser pişta xwe
digerîne
lê lê dînê
ez
gunehkarê dojehên sewdaya te me
hetanî serê sibehên lal
qala şevbihêrka havîngehên te dikim
li nav xewên kûdbûyî
şewq û şemala rûyê te ya nûranî
dibînim
rengê fîstanê bûkaniya te
li ser kuliyên berfê
dineqişînim
bedena min
di çirûskên agirê hezkirina te de
heliya
li bagera xewnan
tîpên alfebeya bejna te ya bedew
jibere dikim
şîfreya dergehên qonaxa te
bi kilîda xwe ya efsûnî
vedikim
were
ji xweşbêhna axa bin lingên xwe
mistek xwelî li giyanê hêjar
bibexşîne
ji bêrîkirinên kesk
ramûsaneke esmer bide lêvên peritî
bi tîra bijangên xwe
xilmaşiya sersem birevîne
kovanên fetisî
ji ser bêdengiya min rake
bi henasa awirên çavbelek
birîna kezeb û cîgera cemidî
bikewîne
hîqehîqa rojên şadiya xwe
ji qêrîna dilê min yê xeşîm re
veşêre

Xizan Şîlan
2013-09-09
Stockholm

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn