Çend Helbest ji Hindistanê

Helbestvan: Santosh Alex/ Hindistan

Mirovên baş

Mesîh
û Sokratês
Mirovên baş bûn,
Lê ew hatin kuştin

Ez naxwazim mirovekî baş bim.
......

Evîn

Ma tu ji min hez dikî?
Wî ji Wê pirskir
Wê got:
Erê.

Ma bala te li ser min e?
Wê ji Wî pirskir
wî got:
Erê.

Bi zanebûn û fedî,
Herdu bezîn û xwe veşartin.
..........

Çûkên koçkirî

Li çiriya pêşîn ya buhurî
Min ew ji Balkona xwe de
dîtin

Ew li rêz weke qurûşên
Li ser rûyê Şetrencê
nîştibûn.

Carna yek an du ji wan difiriyan

Ew ji berî du salan jî
Li vir bûn.

Careke din çiriya pêşîn e
Qatên malan li şûna daran bilind bûn.
Eger ew vegerin
Ez ê malekê
Li baniya baxçeyê xwe
bidim wan.
...............

Lêgerîn

Ez li te digeriyam
Te li ser sifra xwarinê
Nan ji mêvana re
Belav dikir.

Di Xaçexanê de
Ez li te digeriyam
Tu li ser bedena cotkaran li zeviyê
Ronî dida.

Di kozikê de
Ez li te digeriyam
Tu çûbo li mîya windabûyî
Digeriya.

Li ser sînoran
Ez li te digeriyam
Te cîhaneke
bê sînor şanî min kir.

Di nivînê de
Ez li te digeriyam
Tu weke Kulîlkekê
Li ser çiyayan direqisî.

Wergerandin: Hussein Habasch (Husên M. Hebeş)

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.