ÇEMÊ EREZ KÛR DİKİŞÊ

Çemê Erez her dem reşe
Dikişe li erdêkî geşe
Erê dilo erê erê
Kurdîstan axe ke xweşe

Çemê Erez wek dilane
Lê tê bêna mîsk gulane
Erê dilo erê erê
Kurdîstan warê gelane

Çemê Erez kûr dikişe
Tu car tu wext venakişe
Erê dilo erê erê
Kurdîstan ê av dikişe

Çemê Erez rewşedar e
Bi gul,sosin lê beşdare
Erê dilo erê erê
Kurdîstan pir ber û dare

Çemê Erez wek bûkane
Derdorê refê çûkane
Erê dilo erê erê
Kurdîstan şûna sûkane

Mehmet Çobanoglu
18.04.2017
Stenbol

Social