Çeko bilindo!

Ji berhevoka Socin & Prym
Amadekirin: Cankurd
Çeko bilindo heramo!, ser çil û çar çiya ketim:
BIlind firîm û nizim ketim,
Bo dêm axî sorgulî, dîn bûm, har bûm,
sewdaser bûm,
û bi çola Xwedê ketim.
Çeko bilindo heramo, çûme çemê zîzanîyê;
Belê hatime mergê zîzaniyê,
Qeda û sê sed bela bikevit li xîzaniyê:
Sala vê salê lawikê min kete eskerê Silêmaniyê.
Çeko bilindo heramo çiya bê dar nabit;
Gelî di kûrin bê av nabit;
Qewlê di eskeriyê dûr û dirêj in, çu cara xelas nabin;
Kî dîtiye li dorya heft zemana keç li mala babê xwe,
piştî heft sala, li mala babê xwe bê yar nabit,
Çeko bilindo heramo, rê li ber e:
Kuriko dîno, tu kew gêrvan î, kew li sera;
Xwezî ezê teyrekî bama ji vanî teyrê di sêfera;
Dormandorê Silêmaniyê gerî bama hercar gera;
Xwezî min zanî baya ji lawikê minê xêr e yan te ra.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Çeko bilindo!

Cankurd kullanıcısının resmi

Çeko bilindo!

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.