Cahşik

Cahşik hebû li welat, dûv û gohdirêjê har
Dev ji gelê xwe berda, her diçû li dû neyar
Ev ne ji cisnê me bû, ne j'nesla ben-î adem
Nezanî û ehmeqî, di sitû de wek gerden

Go: ez dûva neyar im, neyar jêkir dûva xwe
Qet bi kêrî me nayê, ê nebe bo gelê xwe

Lê neqedand bê neyar, kire qasid çend zilam
Go: bi qurbana te me, min qebûl ke wek xulam

Neyar dît çare tune, go bibe xulam bo min
Lê bi gora bavê te, tu car nabî wekî min

Goşt tevayî ê mine, lê hestî para te ye
Li te pîroz cahşîtî, îro roj roja te ye

Îro şerê Kurdo ye, hilîne vî keleşî
Biteqîne ser Kurda, para te be rûreşî

Bi kêf û bi coş teqand, mîna berî wehşa de
Rabû ser lingên paşî, geriya nav laşa de

Erd û ezman hejiya, ji ber birakujiyê
Kurmê ji dara xwe be, wek êşa l'nav mejiyê

Li ber neyar stûxwar, ji Kurda re wek gur e
Dûvê wî li ser milan, geh li vir geh li wir e

Cahş e li dû her kerî, se ye li ber her derî
Li Kurda çêkir dafik, bo ev doz neçe serî

Em bûn taştêya neyar, nehat bîra cahşikê
Gava ew bi xwe bû şîv, fahm kir ketiye dafikê

Ma bi tenê serê xwe, kes neçû hewara wî
Rûsipîkî hate cem, tif kir ser û çavên wî

Go: ma te nizanibû, wê roja te jî we re?
Lê ez vî baş dizanim, ku eslê cahşik ker e

Hevalên wî tev gur in, hemî devbixwînên hov
Şîrê kerê xwarine, ew tu car nabin mirov

Lanet li xayîna bê, xweliya dinê li ser be
Wê herin li dû xelkê, yên ku bavê wan ker be

Yên ku cahşik nas kirin, tev sond xwarin bi XWEDA
Em sed car werin kuştin, nabin neyarê Kurda
Em naçin li dû xelkê, qey ne bes e rûreşî
Ger bi destê hev bigrin, wê werin rojên xweşî

Ji Kovara Mizgîn

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.