Bircên Amed

Rojek li ser bircên Amed, mitala kir û ponijîm
Min dî ala sor û spî, ji hêrsa xwe pê ra hejîm

Serî li ber min tewiya, ez giriyam bê hemdê xwe
Hêstir ji çavan paliya, min şerm kir ji zencîrên xwe

Min carek din serî rakir, mêze kir kolan û kuça
Cardin girîm, min kir nekir, bo rewşa xortan û keça

Bi vî halî ez ketim xew, min xewnekî bihuştî dî
Dara bindestiyê hişk bû, bilind bû ala azadî

Gul vebibûn li gulîstan, êdî Kurdistan serbixwe
Koçber nedibû Gelê Kurd, bê tirs dijîn ser axa xwe

Bi serbilindî geriyam, ez jî wekî gelên dinê
Ya Rebb! Çi xweş bû azadî, bê azadî çibkim dinê?

Ez çûm çarşiya şewitî, dan û stendin çêkirî
Hîle û xapîn tunebû, cuda bû ji hemû derî

Çûm dadgeha şerîetê, silav dayê bi hurmetê
İmam Emer bibû qazî, belav dikir edaletê

Êdî bimrim jî nakim xem, çavên xwe bigrim bi xweşî
Lewra geriyam Kurdistan, her der şahî û kêfxweşî

Carek ji nişka'v ciniqîm, şiyar bûm ji xewa şeker
Heylo hewar! Heylo hewar! Şewitîn tev dil û ceger

Nizanibûm ez çi bikim, ji ber jana bindestiyê
Taqet nema li canê min, kêr derbas bû ji hestiyê

Min kir ez xwe bavêjim xwar, xelas bibim ji kar û bar
Lê XWEDA hez nake ji vê, lewra lazim im bo neyar

Gelî bira, min xewnek dî, ezê herim pey xewna xwe
Îro nebe jî lê sibê, ezê bi dest xim xewna xwe

Social