Bilûra Şivan

Bilûra Şivan
(Bandora mûzîkê liser mexlûqatan, heywan jî têda)

Helbest:
Meho Kendal(Edo Makuyi)

2006

Du se hebûn hewşê da
Mîna hev bûn rewşa da

Yek Bazin bû yek Belek
Deng dedixistin gelek

Me jî hebû pir heywan
Me dadikir wan şevan

În û gom û dûrûnge
Şivanê mej bidenge

Bi roj diçe ew çola
Bi şev jî tê nav mala

Berx û golik û karan
Pez û hogiç û beran

Dîk û mirîşk û qazan
Ga û çêlek û keran

Hesp û mehîn, werdekan
Elok, çûk û kaviran

Ceh û genim û gîya
Nan û hestî û denka

Hanî danî ber wana
Xwe rizgar kin ji jana

Buxun têr bin heya şev
Dev jî berdin hûn ji gef

Paşê nîvê şevê da
Di şirînya xewê da

Heko hinik bikalin
Yan jî hinik biwerin

Ez jî hînga ranabim
Dengê we jî guh nadim

Zarê gund jî bi daşqa
Ketibûn pey hunuşqa

Bi laqirdî û heneka
Dest avêtin kêleka

Hiqas kenyan bi hev ra
Hêsir davît ji çev ra

Gazî kirin Şivano
Na welle Bilûrvano

Nebi tu jî dîn bîyê
Tu çi dikî ew çîyê

Xeber didî bi kêra
Şîret dikî ji wan ra

Ewan hemû heywanin
Tu nizanî nezanin

Dengê te jî dibîzin
Li ser erdê dimîzin

Ser çevê xwe mêzeki
Vezna hinik zêdeki

Destê te wa qelişî
Çoka te jî herişî

Tu li ber tavê reş bûyî
Hinik car nexaş bûyî

Tu çi ji wan dixwazî
Hema wan dikî gazî

Zimanê wan ne ewe
Qebe qeb jî ya Kewe

Şivan ser kevra da rûşt
Lêva xwe jî bi av şûşt

Bilûra xwe jî dexist
Bîna xwe jî têda xist

Gelik dengê xaş û rind
Belav bûn jî nava gund

Zar jî daşqe avêtin
Dengê gavê wan têtin

Bela ji wan dûrbîtin
Hemûj pêxas û zîtin

Gotin Şivan tu lêxe
Dengê tej mîna berxe

Şivan û zar rûniştin
Hemû ce hev teniştin

Dengê me û ma û be
Xidinîka dide we

Tu mêzeki mirîşka
Hêka dikin ji nîşka

Beroş dênin bin bizin
Ruvî tiştik nadizin

Heşir ket nava wan da
Se dilîstin nav wan da

Yek hêk dike yek dizê
Yek şîr dide yê bizê

Meqes bavêje hirya
Mîna canê perîya

Hiqas nerm û xaşikin
Wekî qaza nazikin

Ber wê deng û awazê
Nika xaş tê tu razê

Dona wan hemû helya
Goşta wan jî diqelya

Hespan hemû dibezin
Balakê wan çi nazin

Te dît bilûr çi diki
Mexlûqatê şa diki

Paşê her roj wan zaran
Rûdiniştin wek caran

Şivan bilûr dedixist
Ruhê xwe jî ser dixist

Berav dibûn bin daran
Zar û şivan û garan

Xidinîk didane hewran
Ta ku bibare baran

Timotim car wan yaran
Ûra bijîn bi salan

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…