Beyta Qiyametê

(Mela Mesîhayê Tirwanşî) - 1882-1973

Tîpguhastin: Cankurd
-------------------------------------------------------------------------------------

Subhan ji şahê qudretê
Guh bidêrin vê qissetê
Kesêt evê vê ummetê

Bes biken ji vê dinê
Bitirsin ji mirinê
Vebîr xwe bînin şeva bi tinê

Bitirsin ji paşerojê
Daîmen şevê û rojê
Ji agirê û germay dûjê

Guh bidêrin ciwan û pîr e
Ya gelê binî yêt feqîr e
Mirinê neken ji bîr e

Ji bîr biken zêr û malî
Da her bigrîn û binalîn
Ji tirsa yê Zulcelalî

Karê xwe biken xebatê
Lez biken demê û seatê
Ji roja eeresatê

Bilerzînin ji hîsabê
Ji mehşûşa îqabê
Ji heybeta eezabê

Ya gelî xelkêt evê cemaetê
Guh bidêrin vê qissetê
Da bo we bikem behsê Qiyametê

Qiyamet rojeka pir xewxa ye
Nêzîke hind ne maye
Meferê me her Mewla ye

Zeman ku çi perête
Qiyamet wextê bête
Çi (2) halev ser me tête

Çi halekê mekan teng e
Çi rojeka vedeng e deng e
Yê bi heq dizanît, hal çi reng e?

Zemanêt radibne ve însan e
Qazî bi xwey Sultan e
(…… ……. ….. ….)

Qazî şehê ekber e
Dê ket roja mehşer e
Mihemmed nebiyê ekber e

Mihemmed li dîwanê
Roja heşrê û mîzanê
Xwe dihavête meydanê

Ew hebîbê Qureyş e
Li qiyametê xîretkêş e
Li meydanê tête pêş e

Ew Xaliqê Rehmane
Alemê diket wêran e
Kes naket çi pirsan e

Wêran diket dunyayê
Alemê dibet fenayê
Kes nîne li wî biketin rayê

Ew şah e, ew emîr e
Ew sultan e, qedîr e
Bê malxwe û wezîr e

Ew emîr e, padşa ye
Ji hindî mexlûqatêt di dunya ye
Ew dizanît u’mrê wan çi maye

Ew dizanît umrê wan e
Wekî têtin burhan e
Xirab diket wêran e

Wekî têt ew mecal e
Bi pirs û bi sual e
Dibêjîtin Israfîl derh’al e

Wê dibêjîtin yê Wehab e
Ey Israfîl zû rabe
Da a’lemê bikem xirabe

Ku min emir da te
Ji hindî mexlûqate
U’mrê wan çû pirate

U’mrê wan çi ne maye
Sorê (3) bigre çi ne maye
Da ev roke bikem xewxa ye

Tu rabe bi destûrê
Bi destê xwe bigre naqûrê
Lez bike pifke Sorê

Tu rabe bi xewxake
Mîl û çiya têk rake
Mexlûqata fena ke

Israfîl wekî zanî
Sor di devê xwe danî
Bi qudreta subh’anî

Subh’an şahê qudretê
Ne gehand ji xefletê
Bi Sorê pif diketê

Wê dibêt şahê sîfat e
Ji hindî mexlûqat e
Kî maye yê bi h’eyat e?

Izraîl wê dibête
Hukim her li (4) te tête
Mexlûqaim hemû perête

Ez geryam li hemiyane
Li tebeqeêt erd û esman e
Min kes ne dît bi giyan e

Min kes ne dît bi wucûd e
Rûh’ ji qaliba mewcûd e
Ji xeyrê Iblîsê merdûd e

Ferman diket yê Celîl e
Dibêjît: Ya Izraîl e
Tu her lez bike bi tee’cîle

Tu here bilerizîne
Bigeh Îblîsê lee’în e
Rûh’a wî bi zeh’metî bistîne

Xweş xweş here bi heybete
Bi xezeb û bi mîh’nete
Rûh’a wî jê bistîne bi şiddete

Izraîl hate xare
Bi h’îkmeta yê Cebbar e
Ji teleba yê kuffar e

Izraîl dibêjît: Ya Îblîs e
Ey li xwarê xesîs e
Te çend şûl kirin telvîs e

Eve çendî çend sal e
Ev Ademî rakirin zal e
Ve xwe ra pêda kirin heval e

Ew kopekê beraz e
Vê dikevîtin gazegaz e
Li xwe tînîtin î’raz e

Dê ketin dengedeng e
Lê zer dibîtin reng e
Dê bezît wekî xedeng e

Dê revît wekî xezal e
Ew kopekê şekal e
Ji tirsa nalenal e

Ji tirsa dê ketin giryanê
Li ber heybeta rûh’kêşanê
Ji Izraîl dixazît emanê

Izraîl dibêt: Ey kafirê lee’în e
H’ukmê şahê emîn e
Ev roke tu çi eman nîne

Izraîl dibêt: Ey kafirê mirar e
H’ukmê şahê Cebbar e
Tu xilas nabî ev care

Ey musteh’eqê cezayê
Kes nema ye li ser dunyayê
Wext e tu jî biçiye fenayê

Wext e te ji dunyayê rakem
Şerbeka avê bi devê te da kem
Rûh’a te bi zemherîrê şakem

Here wekî seyê pîr e
Vê dikevît hîrehîr e
(…… ……. ……. ….)

Hîrehîr e ve direvîte
Bi meşriq û bi mexriba ve dicemîte
Izraîl vêra digehîte

Izraîl dibêt: Ey musteh’eqê lee’netê
Raweste vê see’tê
Tam bikevê şerbetê

Ew şerbeta weku merg e
Tam bike av û terg e
Dê li te sojin mêlak û cerg e

Dê sojin li ber êşanê
Dê bihejin li ber kovanê
Ji ber zeh’meta rûh’kêşanê

Ew sezayê lee’netê
Kefte benda zeh’metê
Nabînît çi reh’etê

Her wekî ewî zanî
Bi e’zaba yê subh’anî
Rûh’ ji qalibî deranî

Wê dibêjît yê Mewla ye
Ew ji bo Qabidrûh’a ye (5):
Mexlûqêt min kî maye?

Wê dibêjîtin Ezraîl e
Ya Xaliqê Celîl e
E’bdê te mey zelîl e

Izraîl wê dibête:
Subh’an li heybetê te
Ez mayme e’bdê te

Wê dibêjîtin yê Zulcelal e (6)
Bilindê bê zewal e
Tu jî bimre mecal e

Tu jî bimre gera te ye
Bi destûrî û îzna me ye
Baqî îman her ji bo te ye

Izraîl guh didêrîte
Gazîyekê radihêlîte
Bi îzneha Xwedê dimirîte

Fena bûn îns û can e
Weh’ş û teyr û h’eywan e
Mexlûqêt erd û esman e

Erd û esman kerker bûn
Melek di şapera wer bûn
Rûh’ ji qaliba veder bûn

Mexlûq ku bûn ew fanî
Ew stêrêt nûranî
Dê werhin ji esmanî

Ew stêrêt ron û geş e
Roj û heyvêt şefeq xweş e
Dê xesifin, tarî û reş e

Dê tarî bin hemû vêkra
Çel û çiya dê çin têkra
Erd û esman dê bin jêkra

Ew çel û çiyayêt kubar e
Hat bayekî dijwar e
Kirne tûz û xubar e

Wê dibêtin yê Mewla ye
Xaliqê bilindê ee’la ye
Bo min quwwet e, her beqa ye

Dibêjîtin: Ezim yê Cebbar im
Êk im, her li qerar im
Ez Wah’idê Qehhar im

Wê dibêt şahê letîf e:
Kanê beniyêt şerîf e
Li wana yêt leîf e?

Kanê kafirêt sewda ye
Xudan koçk û sera ye
Ku wan li min girtin dee’wa ye?

Kanê evêt kubare
Ku wan rizqê min dixare
Li ser dunyayê, Li gel min digirtin benare?

Ka mêrêt li dîwanê
Gedayêt li meyxanê
Cundiyêt li meydanê?

Kanê şah û emîr e
Xudan malxwe, wezîr e
Bo çi ranabin, bikin tedbîr e?

Kes ne maye li wê xerabê
Bibêjît wê sewabê
Ve Xaliqî ra bidetin cewabê

Cewabê dê det her bi xwe ye
Ew pakê munezzehê bi zatê xwe ye:
Ev mulkiyê te her ji bo me ye

Ji bo me her qudret e
Padişahî û e’zemet e
Mîrî û seltenet e

Ji ew paşî yê Cebbar e
Birandin çend mîqdar e
Rakirin melekêt çar e

Ew melekêt celîl e
Cibraîl û Izraîl e
Israfîl û Mîkaîl e

Ew her çar ku rabûn
Bi tirs û lerz û tabûn
Li qiyametê multeqa bûn

Wê dibêt şahê qudretê
Herin biken xilmetê
Di ew rînin cennetê

Bigerhin li qesrane
H’ûrî û hemû xilmane
Hay biden hemyane

Hay biden cennetê
Bixemilînin bi zînetê
Bo Mihemmedî û ummetê

Cennetê bizeyinînin
Buraqa bixemilînin
Ve Mihemmedî virêken (werînin! )

Ew Buraqa nûrîn e
Digel alayêt rengîn e
Digel h’ûlle û tancêt nûrîn e

Li yaqûta eh’mer bûn
Li xav û ziberceda exler bûn
H’ûlle sor û zer bûn

Melek diken xebatê
Dizeyinînin cennatê
Dixemilînin wê sae’tê

Dixemilînin h’ûriyane
Di gel tox û alane
Li gel Buraq û h’îllane

Ew melekêt Xwedê ne
Wan tox û alavê ne
Li meydana qiyametê ne

Dibêjin: Erê meydanê
Ey xerabê, wêranê
Qebrê Mihemmedî kanê?

Wê dibêjin erdê Xwedê ye:
Bi wî kem yê weha ye
Nuzanim bidem cewabe (??)

Bi wî kem yê Cebbar e
Hat bayekê dijwar e
Kirme tûz û xubar e

Bi fermana yê Sebûr e
Melek dibînin ji dûr e
Erdekî diçîtin nûr e

Ew çû bûn bi îctîhad e
Qederekê çû bûn tevave
Ew nûrha yê gulbav e

Yê ewwel Cibraîl e
Qasidê şahê Celîl e
Bi derkefta, bi tee’cîl e

Ew melakê Reh’man e
Dê çîte tu ber wan e
Dê girît her bi ew xan e

Wê dibêjîtin yê nûrîn e:
Ya Cibraîlê emîn e,
Eve çi huzn û girîn e?

Cibraîl dibêt ez lew digirînim
Mihemmedî dibînim
Qewî li wî şermînim

Ê şermînim li wê qissetê
Xudanê Şefae’tê
Dê pirsît li ummetê

Dê pirsît bi xîtab e
Gotin ev ro ya bê hîsab e
Dê çewa dem cewab e

Melek diçin temam e
Sekinî bûn bi îkram e
Li Mihemmedî kirin selam e

Selama yê Semed e
Xweş riza ye bê Eh’ed e
E’leyke ya Mih’emmed e

Ya nûriha berekatê
Tu rabe di e’resatê
Xudanê şefae’tê

Ew xatemê enbiyan e
Radibîteve ji qebran e
Dadiweşînit rihan e

Riha alaxê dadiweşînît
Çavê nûrîn teltînît (hiltînît?)
Cibraîlî pê dibînît

Dibêjît: Ya Cebraîl e, bibêje
Eve çi roj e hoya dirêj e
Min tu ne dîtibûyî li mêj e

Çi roj e, çi zeman e
Dunya bûyev meydan e
Diyar nînin çi î’mran e

Wê dibêjîtin yê nûrîn e
Ya Cebraîlê emîn e
Kanê Mekke û Medîne

Cibraîl dibêjîtin sewabê
Ve nebî ra detin cewabê
Ev roke roja h’îsabê

Ev ro roja fîraqê
Ya wee’dê û mîsaqê
Hilo suwar be li Buraqê

Ew suwarê serwer e
Dibêjîtin: Ka Ebû Bekir û U’mer e
Û Osman û E’liyê heyder e?

Ew suwarêt serbestin
Celeb girtin li desta (deşta)
Rawestin li pêşî desta

Wê dibêjîtin yê nebî ye:
Ya Cibraîlê exî (7) ye
Ummeta min li ku ye ?

Ya exê (birayê!) bo min bira ye
Bê minnet û riza ye
Ummeta min kî maye?

Ez mame li jiyan im
Bi muştaqê h’eyran im
Bo emmetê xwe dilkovan im

Wê dibêjîtin melekê emîn e:
Bi wî kem yê nûrîn e
Min hay ji ummeta te nîne

Bi wî kem yê subehe
Ne Adem û ne Nûh’e
Ne hatiye bi kes rûh’e

Ew suwarê qiyametê
Wî sicûde çû wê sae’tê
Her digrît bo ummetê

Xaliqî ku we dîte
H’ebîbî digirîte
Baranekê dadirêjîte

Bi qudreta ê Reh’man e
Wekî têtin baran e
Heta çil rojan e

Çil roja dibarîtin
Çend mîqdar pê ve diçîtin
Mexlûq paşî ditirsîtin

Ew Xaliqê Celîl e
Wê dibête Israfîl e
Hilo pifke Sorê bi tee’çîl e

Bi qudreta îlahî ye
Pif dikete şaxî ye
Vêra dikete gazî ye

Wê gaziyê radibêye
Ya mexlûqêt Xwedê ye
Rabin ev ro roja h’eşrê ye

Ya hestiyêt kerker bûyî
Ya leşê jêkra bûyî
Qiyamet wa rabûyî

Werne derê ji qebran e
Ji zikê h’ît û beh’ran e
Werne ber lîqayê Reh’men e

Werne ber lîqayê
Li qiyamet û xewxayê
Ji e’mela û cezayê
Ji e’zabê û cefayê

Her ji vê gaziyê ra ya mezin e
Rûh’ ji Sorê difirine
Li qaliba dihine

Erwah’êt wane dave
Li qaliba bûn belave
Hemû cemyan tevave

Hemû rabûn di e’resat e
Ji hindî mexlûqat e
Hemû dizanin e’resat e

Hemû dizanin eh’wala
Xwe bi xwe dibêjin hevala
Wey le me yê xerabe mala

Ew beniyêt sergerdan e
Radibineve ji qebran e
Çil sala li ser piyan e

Çil salêt dî tevave
Roj gezekê li hindav e (gazekê)
Dê lê sojin hinav e

Çil salêt dî bi qiyas e
Serkolin di pêxasin
Ne kizot e û ne libas e

Kesê hay li kesê nîne (niye!)
Ne babê û ne dayê ye
Ji ber germa rojê ye

Ji ber germê û şeqawetê
Di roja qiyametê
Kes di hewara kesî netê

Li qiyametê û xewxayê
Li poşiya û weylayê
Hemû dizanin xebera (….)

Wê dibêjin: Wey le me bê mefer e
Li me dirêj bû meh’şer e
Kî dê bo me ketin mehder e? (9)

Kî dê bo me ketin vê hîmmetê
Mehderê diket vê şefae’tê
Me xelas biket ji vê zeh’metê

Me xelas biket ji vê xewxayê
Ji e’mela û ji cezayê
Ji e’zabê û cefayê

Ew beniyêt miskîn e
Wan ji ber germê taqet nîne
Di pêxasin, di şeqî ne

Di rûsin, di qelender e
Di pêxasin, di bê mefer e
Dê çine nik Adem pêxember e

Ew beniyêt Xwedê ne
Her digrîn û her dibêne
Ve nik Ademî ve têne

Dibêjin: Ya babê me yê pîr e
Sotîn em êt feqîr e
Tu jî li me bike tekbîr e (tedbîr e!)

Adem ve (bi) wan ra dibêye:
Min xariye ji darê ye
H’eya (fedî) dikem ji Xwedê ye

Bi wî kem yê sebûh’e
Şefae’tê nakem bo çi rûh’e
Hûn herne nik nebî Nûh’e

Adem ne kir şefae’t e
Bê hîvî bûn der sae’t e
Jê zêde bûn şeqawet e

Di şeqî da li çûnê dilerizînin
Hewara xwe ve Nûh’ra digehînin
(….. ….. …..)

Dibêjin: Ya Nûh’ pêxember e
Li me dirêj bû meh’şer e
Bo me bike mehder e

Nûh’ dibêt: Ez ew nîme
Xudanê mehderê nîme
Hûn herne nik Ibrahîm e

Ji nik wî wê zelîl diçin
Bi qudreta yê Celîl diçin
Ve nik Ibrahîm Xelîl diçin

Dibêjin: Ya xelîlê Reh’man e
Hatîn em êt sergerdane
Hîvî biken nik yê Subh’an e

Wê dibêt Ibrahîm e:
Ez bi xwe mehderçî nîme
Hûn herne nik Mûsayê kelîm e

Ew ji nik wî cuda bûn
Bê hîvî pêkve rabûn
Bi Mûsayî multeqa bûn

Dibêjin: Ya Mûsa, tu bi Xwedê key
Em hatîn debrê lê key
Sotîn, tu hîviyê bikey

Wê dibêjît Mûsa ye
Şermê dikem ji Mewla ye
Hûn herne nik Isa ye

Dibêjin: Ya Isa, em bê mefer bûn
Di xubara qiyametê da wer bûn
Sotîn em, kerker bûn

Isa dibêt: Ez ew nîme
Xudanê mehderê nîme
(….. ….. …….)

Hûn bo çî we di nezanin
Sewdayêt sergerdanin
Xudanê şefae’tê nizanin?

Ya şeqîyêt melîle
Her êkî ji me bi h’alê xwe meşxûl e
Herne nik h’ezreta yê resûl e

Resûlê rîsaletê
Di roja qiyametê
Ew dê ket şefae’tê

Ew h’ebîbê muxtar e
Li Buraqê suwar e
Ev roke ew serdar e

Em jî hemî bi Buraqîn
Nebiyên te xelaqîn
Bi Mihemmedî di muştaqîn

Wan ku bihîst ew mizgîne
Hemû vêkra girîne
Dibêjin: Ey Mihemmed navşirîn e

Hemû vêkra bi giryanin
Sewdayêt sergerdanin
Li Mihemmedî di h’eyranin

Di h’eyranin, di feqîrin, di miskînin
Li çûnê dilerizînin
Hewara xwe ve Mihemmedî radigehînin

Dibêjin: Ya h’ebîbê me yê pak e
Di qiyametê bûn hîlak e
Li me sotîn mîlak e

Ummet qewî ya bi e’zab e
Bi şedîd û bi î’qab e
Sotîn, bûne kebab e

Mihemmed dibêjît: Ya ummetê!
Hingo çi dikir di qiyametê
Ji germê û dûjê û zeh’metê

Ewî ku ummet dîte
Qewî dil pê disojîte
Diçîte sucdê û digrîte

Ferman diket yê Reh’man e:
Ey Mihemmed bizan e
Ev roke ne roja sucdan e

Eve ne ew mecal e
Serî hilîne derh’al e
Meqsûdê bike sual e

Wê dibêjîtin Mihemmed e
Ya xaliqê Semed e
Suala min ummet e.
---------------------------------------------------------------------------
1) Jêder: Vejîn, hejmar 3, Zivistana 1996ê, r. 91-108, Dihok
2) Di teviya metnê beyta qiyametê de (çu) li ciyê (çi) hatiye.
3) Israfîl roja rabûnê (qiyametê) pif Sorê (şaxê) dike- Cankurd
4) Li: Ji
5) Mebest Izraîl e, ku rûh’an distîne.
6) Xudanê mezinahiyê
7) Peyvêd di kovanan de yên Cankurd in
8) Exî bi erebî ye: Birayê min
9) Mehder: Şefae’t û înfîkak û qurtalbûn

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…