Beşarê Lalo û Mîrze Beg

(Ji stranêd kurdî)
[Jêder: KYRДCKИE HAPOДЬЕ ПЕСНИ – Akdemiya Hayk CCCP – Ж.C. MYCAЗЛЯН-
MOCKBA.1985]
Tîpguhastin ji tîpên erebî: Cankurd

Mûşê şewitî bi zebeşe, de lo lo, de lo lo
Bi ser da xar bû Xamirpêta şewitî, Xaçê reşe
Çewan cara vê carê li şayistan kirin çekê reşe
Bihar e, qore hat û bihortî de lo lo, de lo lo
Evî Romî selefa nîzamî ji me girtî
Xwedê xirab bike malê sûreçiyan çewan cara vê carê
Xistine nîzamê xortê tehr î taz e bê dezgirtî
Nîzam e xweş Nîzam e, de lo lo, de lo lo
Golikê kor e, ber pê qam e
Çewan cara vê carê berê nîzam dane [Welatê me]
Ji vir Mûş çiqa erd e, de lo lo, de lo lo
Deşta Nîzam taz e bigirin kevin perde
Ji diho (Diho) bavê xortan ra, bila nebe kul û derd e
Çewan e‘wre nabe sayî, de lo lo, de lo lo
Ezê destê Umer begê goranî bigirim
Herim xe (xwe) bavêm tora Mîralayî
Belkî bike rica dêlka vê peyayî
Mûşê şewitî bi gav û herî, de lo lo, de lo lo
Çewan van şayistan rengê xwe guhirîn
Xweday lûkê (lawkê) min xelas bike bi xêr vegerî
Behar e, mihelê Qoray de lo lo, de lo lo
Gelê şayistan hûn tew kula xe (xwe) bidone yek Xwedayî
Belkî Xwedê we xelas bike ji vê devê, ji vê belayî
Mûşê şewitî pi (bi) zebeş e, de lo lo, de lo lo
Hespê Nîzam lê dikin seyran û meş e
Çewan cara vê carê lawkê min deranî kaxezê reş e
Cewabê bîne zeriyan, de lo lo, de lo lo
Bila çêkin tûncikê eniyan
Li ber lawkê we bi xêr ji serqorê vegeriyan
Eskerê Mîrze begê rabû ji rebtê, de lo lo, de lo lo
Esker giran e bi qenter tê
Mîrze begê serek kir bû li ser Xîrtê
Avzûta şewitî bi sê çiyan, de lo lo, de lo lo
Xwedê xirab bike mala van xwîniyan
Iro dibin li ser Nûka şewitî tê berqîna komê misriyan
Nûka şewitî bi kizin e, de lo lo, de lo lo
Tivinga Beşarê Lalo bi bazin e
Xwedê hebînê, hûnê Besarê Lalo mekujin ji malekî pir mezin e
Nûka şewitî li devê Sazê, de lo lo, de lo lo
Tê dengê quling û sewta qazê
Mistex (Mistefa) hewara xwe digihîne Besarê Lalo, suwarê Nazê
Xankê Mistixê min pir bilind e, de lo lo, de lo lo
Binê kirî mûm û find e
Xwedê hebînê, hûn Mistixê nekujin mezingund e
Nûka şewitî di girî da, de lo lo, de lo lo
Eskerê Mîrze begê jêra lêda
Bejna Mistixê mînê rîhana di dev Sazî da
Meyrê rebena Dêran, de lo lo, de lo lo
Serê xwe çêke bi heft cûzan û duwanzde kêran
Dibê Mistix kustine, xas û xwes be li sûna mêran
Dibê vê baran rengreng e, de lo lo, de lo lo
Dibên di destê Mistix da yek sûr e, yek tiving e
Dibên Mistix kustine, nizanim gawir e yan fireng e
Derê mala me bi tîn e, de lo lo, de lo lo
Beg Elî min, suwarê boza dîn e
Çehvê min bi çavê Beg Elî min biketa,
Min rojê deh caran lee’net baniya li çehvê Seytîn e
Derê mala me bi barebar e
Mirîskê di cîranan qareqar e
Lûkê (lawkê) min Husênî ye, rê jê bernade, de lo lo, de lo lo
Dêladiyan ez xapandim, de lo lo, de lo lo
Li nava êlê Lolobî jinek ez gernadim
Heta ez hatim Beg Elî min ew revandî
Ezê dîkê malê serjêkim, de lo lo lo, de lo lo
Sîr û pîvazan lêkim
Para Beg Elî xe (xwe) verêkim
Eger nexe, ezê golkê xe (xwe) bi ser da (ser)jêkim
Derê mala me bi çîm e, de lo lo lo, de lo lo
Beg Elî min suwarê boza dîn e
Kê dîtiye qîz bimîne, dê birevîne?
Siyaemedê (Siya Ehmedê) min î Silîvî, de lo lo lo, de lo lo
Te tîr û kevan ji zîv î
Tu mere pêsiya wî gakovî, tu xe (xwe) biheyî bi hîvî
Serê Sîpana Xelatê bi mij e, de lo lo lo, de lo lo
Tîr û kevanê Siya Hemedê min gujeguj e
Siyahemedê min mêrxas e, kovîkuj e
Serê Sîpanê bi dar e, de lo lo lo, de lo lo
Ji jor danî avê sar e
Siyahemedê min li ser koka darê birîndar e
Serê Sîpanê pûs e
Tijî sîtil û berûs e
Siyahemedê min tu sîsî, elbê bidê dos e
Gakoviyo, mezino
Te sitûr û li bejna mino,
Te çewan li serê Sîpana Xelatê ji hev kirî mêr û jino?
Gakoviyo, biçûko
Te sitûr û bilaloko, de lo lo lo, de lo lo
Te çewan li serê Sîpana Xelatê ji hev kirî mêr û bûko?
Serê Sîpana Xelatê çewan qedîmî
Lê berf (û) ba tê, de lo lo lo, de lo lo
Kê dîtiye devgul di Sibatê
Konê Ferxo li devê çay, de lo lo lo, de lo lo
Eskerê Reş ît (Reş îd) pasa xar berday
Ha gidîno, min ray mîna day
Konê Ferxo cî bi qopî ye
Eskerê Reş ît pasa dûr (dor) girtiye, elimî ye
Ji hev ra dibên werin îro mirina me ye, de lo lo lo, de lo lo
Konê Ferxo konê pêsînî, de lo lo lo, de lo lo
Xwedê xirab bike mala Ferhat axa
Sûr avêt rista pêsînî
Ferhat (Ferhad) axa dibê: Ha gidîno, xwe mehivêsin
Ha gidîno ha, bi hev (ra)
Sesxana dagirin weznan di dev ra
Îro mêrê çêsîn hûn bi hev ra
Jinê ha jinê, tu bes bike vê sînê, vê girînê
Pêsiya nifosiyan çû kela Mêrdînê
Jin dibê ez û takim
Sûrê pista xe (xwe) venakim
Ez musilmanî qebûlnakim
Ji xeman ez xeyalim, domam domam
Ji hîcetan ez mirtalim
Gora min here welatê xerîban
Ez pê ra bi hev ra libim…
Bejna domama min li heyvan, domam
Lê dixe sar(î) û sermaho (serma û) baran
Ez (û) domama xe (xwe), emê bi hev ra herin nêçîra kewan
Badê (bayê) havînê, malê me li barkirinê domam
Zozanê me xalî ne, kêç ketinê domam
Rokê domam hatiye ber giztînê
Ez ne berfim, çiyan bigrim domam
Ne Temir pasa kî Millî me, li der konê bavê te bi yayûr im
Dibê(n) xazgînê domam hatiye, ez dimirim.
Sibe ye, sibe sar tê, domam
Dengê kewê gozel bi min qewî tahl tê
Çewan dibê xewa qîza çarde salî di pasila mêrê kal tê!
Domam, min ji bavê te kereme
Bila bibêje, ku ez dîde me
Qelenê min tu nîne, ezê parsê bikime
Evîniya ewilî naçe ji vî dilî, domam
Ez hetanî serê xe (xwe) dayînim navê cadê sil, gelî di kevirî
Mîne (mîna) diyarê çiyayê Bilinc, domam
Avê golan li min mewicî
Xezîla min bi wî i çehvê xe (xwe) dî, bi dilê xe (xwe) zewicî
Domamê, dilê min kula qitranê
Serê min safî nabe ji mij û ji dûmanê
Ezê di (bi) du çehvê di reş , bi rûyê belek
Li xe (xwe) heram bikim nan û avê welatê hanê
Domamê, serê min dêse, halê min tunîne
Sevê rojan kawê (kewê) min sîn û pir girîne
Ruhê ku çû, hukmê Luqman, ku bê venagerîne
Çehvreş ê, bi rû girî, domam
Te sîng berfa mîlaz kirî
Heft salan min qorî kirî
Xelqê ji xe (xwe) ra birî
Çi gund e, çi welat e, domam
Ezê dikim bême ba te
Min ne sebr e, ne xew e, ne tebat e
Lawikê min çû, dereng bû, domam
Tevî Roma dilî pasel bû
Heta hat û porê min gulikê reş î bû, yek sipî bû
Ê lê gorê, ez kal bûm, kal bûm, domam
Nêzîkî heft hestê sal bûm
Seba xatrê te xirabemal bûm
Çiyayê bilind bê dar nabe, domam
Newalê di kûr bê av nabe
Ê lê, sebrê darê gûzê kevnar nabe
Ez destê xe (xwe) li kelamê serîf bixim
Qîzê bi kizî bê yar nabe
Bavgora min reş domam
Ezê hest bi hest xazginiyan bisînim
Bi îlah eger neda qetla wî helal e
Ez gul im, gula ber qefayî
Ne sorî qebûl dikim, ne sermayî
Ez çûme welatê xerîban nava sing û berê zerkê tevdayî
Gorîman ez heliyam…..
Ez çûm bi çê (çiyê) ra, domam
Ez rabûm bi kêra
Ez çûme welatê xerîban
Çehvê di reş , dêmê gulî, man ji kê ra
Ê lê domam, êvar e rono (ronî) nema
Sî ketiye dorê çeman
Ez seba gewra xe (xwe) ketime xeyal û xewan
Ê lê domami, min seirek kirrî ji Madan
Sed qurus min dabû rîsî-badan
Domam min nizane mee’na seirgirêdan, here domam…
Bejna domama min dirêj e bi gulî ne
Serê domama mi tijî seir temzî ne
Ezî dikim herim silamiya xala gerdenî
Diho bavê wê ji min ricacî ne (?)
Erê, herê domam, lê domam
Dev diranê te mîna sekirê Sam
Ezê bîra mikmikan (memikan) bikirim (bikim) herîmcan
Erê herê herê domam
Serê min qurban, canê min heyran
Rindê yeman, hewar ez heliyam
Xelqê delal sekinî li ser jorînê
Çûka xe (xwe) da çûka jins
Ez terka terka domama xe (xwe) nakim
Heta roja mirinê, herê domam
Domam, te bejin zirav rihan
Te dev diran e dibêm ji sekirê Sam
Ez terka domama xe (xwe) nakim
Hetanî roja axirzeman
Pizmam (pismam), kela Xenûsê (bi) nerdewan e
Dibên alîkî dest e, yek zozan e
Gava lawikê min suwar dibe
Xwedê hifiz bike ji nezera wê çavan e
Baran barî erd lewitî
Hespê lawikê min simitî
Çavê min bi pizmamê min ket, dilê min şewitî
Lawiko, tu were min derbazke
Seira serê xwe ji mi ra bi kiras ke
Sala vê salê canê xe (xwe) bide, min xelas ke
Hatî mala me (bi) mêvanî
Rabû rûnist bi giranî
Ezê pêskês pizmamê xe (xwe) bikim
Cotê zermemkan, gulavê sorî xorîman
Sê biskê min enûsê
Darete ser darê dergosê
Xeber hat ji min bo [ji bo min], ji gorê ra
Esker hat, lûkê (lawikê) te mal i destê Mûsê
Sê biskê min esmerê
Dakete gopikê di kemerê
Xeber hat ji min ra, lûkê te mal i seferê
Kuro, ji mi ra mebê metê
Ji te ra pir gune (guneh) tê
Mirazê me di dinê nabû
Bila bisekine di axîretê
Badê (bayê) sibe ye
Ji giriyan dilê min êsiya
Misîn qewî di agir da kelîya
Fincan danî ser zirivê Zêrîn
Li ser milê xe (xwe) ziviriyam, vegeriyam
Çahvê min bi çahvê Derwêsê Evdî diket, destê min hejiya
Fincan bi ser ebayê Besrayî da rijiya
Min heft qalib sabûn anîn
Ebayê sipî yê Besrayî hilanî
Çûme ber belekê di berfê
Heft qalib sabûn di dest min da mesiya
Sevê nîvê sevê li min reş geriya
Eba bi kefa min ji avê nekisiya
Min ji h’alê xe ho (xwe û) Derwêsê Evdî ra
Got û bilia, erê pizmamo, herê pizmam
Serê min bi qurbanê, canê min bi heyran
Pizmam, bejna li te dirêj
Cano, tu were ji bavê mi ra bibêj
Eger neda, pasê rûne, hêstirê xe (xwe) birêj
Hespê kelesê min li binê biye
Ez tomarekî bidimê bi temîzî (ye)
Cano eger te sar e
Were bikeve nava sing û berê min zerê
[Beytê di min pir xwes in
Guh bidêrin sahib kemal
Saîrekî esee’rim, her çi bêt di pir delal
Ya rebb, tu bidê nusretê, ey qadirê zulcelal
Iroj ji destê dilberê
Pir bû li min fikr û xeyal
Bedh’al kirim dêm esmerê
Weqta ku min dî ew sepal
Weqta ku min dî ew letîf
Qamet ji rîhana zerîf
Min dî di falê da elîf
Lew tê ji min sed nalenal
Lew tê ji min sed aferîn
Çahvê di min pir digirîn
Kes namînê ji dû rabirîn
îlla ku sahê qudretê]
{Diyar e van çarmalikên dawîn ji helbestek kilasîkî hatine veqetandin}
* * *

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Beşarê Lalo û Mîrze Beg

Cankurd kullanıcısının resmi

Beşarê Lalo û Mîrze Beg

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.