BERE BIMRIM DIBIN RENGÊ TE...

BERE BIMRIM DIBIN RENGÊ TE...
Nabê hedan şev û roj de.
Li milekî zor û zordest.
Li milê dî tev xîyanet.
Ez êsîrim nav çar sînor.
Bere bimrim dibin rengê te.
..Êş û elem tevde girtim.
..Nale nalê li payîzê.
..Birîn kûre bê dermane.
..Yar bêbexte xayîn derket.
..Bere bimrim dibin rengê te.
Hêvîya min tenê Xwada.
Bavo rabe bêne çare.
Tu deng bide ser cîhan de.
Tevde rabê zilm û ferman.
Bere bimrim bi rengê te.
..Ez helîyem ji xewn û xeyal.
..Ev rûreşê kevin perest.
..Em firoştin jibon dolar.
..Bi xencera jahrê birîn nû bû.
..Bere bimrim dibin rengê te.
Nabê Cîhan tûcar nabê.
Birîna min derman nebê.
Tim rûreş bê li dinê bê.
Li cem Xwada hesab bidê.
Bere bimrim dibin rengê te..
....Mamoste Nîviskar Sîyasetmedar PDK-T NİSÊBÎN'E WÎRAN'İM

Social