Bê îmanê

Delal qurba dema min te dibînim ez li jor im tu li jêr î were lê lê were lê lê
Şewq û şemala te da der û dora, wekî hîva çardeşevî derkeve ji bin ewrê reş û tarî were lê lê were lê lê
Tîna eşqa te ez şewitandim ez kirim wekî xwelî û wekî arî were lê lê were lê lê
Min dît kela min rabû dikim derêm ber derî, bikim qêrîn hewar û zarîn were lê lê were lê lê
Lê zalima qîza zalima roja min tu dîtî heya îro te ez nexweş xistim kirim nava dest û piya, ez birindar im, bûm weka peza guraxwarî were lê lê were lê lê

Dîlber qurba tu nizanî işev çi qewimî lê çi ciriya were lê lê were lê lê
Minê di xewa xweda destê kewa digirt emê digeriyan li daristana lê li nav devîya were lê lê were lê lê
Emê bi hevra diketin gilî û gazin û kêf henek û laqirdiya were lê lê were lê lê
Dema min çaven xwe ji xewa şêrîn vekir, min dî ez birîndar im wekî gurê serê çiya were lê lê were lê lê
Dilber qurba bidî xatirê Xwedê û pêyxemberan were destê xwe li nava destên min xe, ezê te birevînîm bavêjim deşta Mûşê Nehya ziyaretê vê kavla Xeybiya were lê lê were lê lê
Ax zalimê êdî bese were ji ber eşqa te ez nexweş im goştê canê min heliya were
lê lê were lê lê

Dîlber heyra li vê demê li vê dewranê were lê lê were lê lê
Ezê li ser danzde dewletên avrupayê digeriyam, dewlet dewlet li cîhanê were lê lê were lê lê
Minê dûv ra xwe berdida welatê şêrîn, ax lê Kurdistanê were lê lê were lê lê
Ezê bajar bajar digeriyam ji Mersînê lê heya Wanê lê lê were lê lê
Minê dûvra xwe berdabû bajarokan ji Tarsûsê lê ta Tetwanê lê lê were lê lê
Dikim nakim kewa xwe nabînim minê xwe berda gund bi gund digeriyam ji Xeybiya Ta Ewranê lê lê were lê lê
Gelî heval û hogiran ez dikarim ji we ra sonda temam sond bixum roja dunya ava bûye heya roja qiyametê roja axirê zemanê were lê lê were lê lê
Tu were cara nahatiye ruyê dine yeka weka vê zalimê Bê îmanê were lê lê were lê lê
(Bêja Şehribanê an Bêrîvanê jî lê tê: Tu were cara nahatiye ruyê dine yeka weka vê zalimê (şehrîbanê-Berîvanê) were lê lê were lê lê)

M.Nureddin Yekta

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…