Ax koçerê

Heywax li min heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilên dirêj dev û lêvên şekirî
çav û biriyên te dîlberê

Dîlber qûrba iro bîst û yekê adarê ezê rabim ji bo xatirê te agirê newrozê dadim
Tûyê wisa dilê min da şirînî ezê te bi rûhû canê xwe jî nadim
Roja destê min û delalîka dilê min ji hev qetîya ji wê rojê şûnva min zanîbû ezê li vê dunê bê meqsed û bê mirad im.
Heywax li min ax koçerê

Heywax li min heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilên direj dev û lêvên şekirî
çav û biriyên te dîlberê

Dîlber qurba îro pêncê me temam bû minê têlê li ser têlê dida
Ez nizanim kewa min li ku ye bata serê, minê jê re derdê dilê rezîl bigota pê ra xeber bida
Mal şewitîyê qey tû nizanî piştî çav û birîyên reş û belek bejna zirav li welatê xerîb ezê ji xwe ra êsîr mame di qampêda
Heywax li min ax koçerê

Ax heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê dirêj dev û lêvên şekirî
çav û biriyên te dîlberê

Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê direj dev û lêvên şekirî her du çavên qehwe rengî
Mal şewitîyê sala îsal liser te har û dîn bûmê, bûme bengî
Tû yê were ezê destê te bigirim birevînim gava tu neyê edî îdara min nabe ezê dunya alemê da
bêjim lê bikim dengî
Heywax li min ax koçerê

Ax heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê dirêj dev û lêvên şekirî
çav û biriyên te dîlberê

M.Nureddin Yekta

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.