Ax koçerê

Ax koçerê
Heywax li min heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilên dirêj dev û lêvên şekirî
Çav û biriyên te dîlberê
Dîlber qûrba iro bîst û yekê adarê ezê rabim ji bo xatirê te agirê newrozê dadim
Tûyê wisa dilê min da şirînî ezê te bi rûhû canê xwe jî nadim
Roja destê min û delalîka dilê min ji hev qetîya ji wê rojê şûn va min zanîbû ezê li vê dunê
bê meqsed û bê mirad im
Heywax li min ax koçerê

Heywax li min heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê direj dev û lêvê şekirî
Çav û biriyên te dîlberê

Dîlber qurba îro pêncê me temam bû minê têlê li ser têlê dida
Ez nizanim kewa min li ku ye bata serê, minê jê re derdê dilê rezîl bigota pê ra xeber bida
Mal şewitîyê qey tû nizanî piştî çav û birîyê reş û belek bejna zirav li welatê xerîb ezê ji xwe ra êsîr mame di qampêda
Heywax li min ax koçerê

Ax heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê dirêj dev û lêvê şekirî
Çav û biriyên te dîlberê

Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê direj dev û lêvê şekirî her du çavê qehwe rengî
Mal şewitîyê sala îsal liser te har û dîn bûmê, bûme bengî
Tû yê were ezê testê te bigirim birevînim gava tu ne ê idî îdara min nabe ezê dunya alemê da
bêjim lê bikim dengî
Heywax li min ax koçerê

Ax heywax li min heywax li min heywax li min ax koçerê
Ezê bi xûlama bejna bilind çepilê direj dev û lêvê şekirî
Çav û biryê te dîlberê.

Social