Awirên çavan

Awirên çavan
Tîrek bû
Tîrê ciyê xwe girt û çû
Kêlîk bû
Ji nav tiliyan herikî û çû
Nerînek bû
Oxirek ji min xwest û çû
Awirek revok bû
Jê têrnebûm, zû revî û çû
Bilez bû
Nîgarek sipehî bû, dîmenek afirand û çû

Xwest ser kinarên min re derbas bibe
Xwest bilez di beravên min de bigere
Xwest zû di ezmanê min de bifire
Xwest bibez here
Bi awirkê min talan bike
Û here

Hîn, biçûk bû
Çelang û can sivik bû
Ez, xistim xefka xwe
Û çû


Dizanîbû
Ku dilê min bê kilît e
Dizanîbû
Ku hestên min belengaz û sêwî ne

Dizanîbû
Ku di derya çavan de
Ez nizanim melevaniyê
Davik veda û
Ez xistim derya evîniyê

Zeryê
Neke lez
Awrên westayî
Bê hedan li te digerin
Li çavên te digerin
Xwe dûr neke
Xwe kûr neke
Di nav baskên vîna min de
Xwe winda bike
Singa min
Ji xwe re bike hêlîn
Ji xwe re bike werz û rez
Hêdî bi ser min de were
Neke lez û bez

Navê xwe li ser dara min
Bikole
Nîşan bike
Evîna me
Gulperî
Li ber dilê min tu dilberî

Ez ê
Bidim dûv te
Tu zerya min î
Tu bikûde herî
Tu ya min î

Ez ê
Bidim ser şopa te
Dixeyalan de
Diasoyan de
Ez ê
Awrên çavan ligor xwe vehûnim

Er ê
Ji te hiz dikim
Na veşêrim evîna xwe

Îşev
Eger şev tarî be
Ez ê
Dest bavêjim finda te
Pir nêzîkî, li nik min î
Sotim ji nêzîkbûna te
Bêrîkirinên min bêsînor in
Min dûr neke ji sînorên xwe

Zerî
Îşev
Taveheyv e
Îşev
Bendewar im

Êvar e
Dereng e
Di dil de pereng e
Şev sayî ye
Li bîra min e
Bejina te

Şahoz Haco

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.