Avên derya!

Avên derya çawa şêrîn dibin?

Rojek hemî zanyarên fizîkê civîyabûn
Digotin avên cîhanê yên şêrîn
roj bi roj kêm dibin,
roj hebe wê avên vexwarinê nemînin,
cîhan wê çi bike?
Hinekan gotin em formîlêkê
ji boy avê behra bibînin,
ka em çawa dikarin van avana şêrin bikin.
Lewra avên derya hemî tûj in!..
Liser avakirina santrala û
parzûnkirina avên tûj gelek nîqaş kirin
lê mesref gelek li jor bû.
Hînekan gotin emê avên baranê bicivînin
li dewletan belavkin.
Lê hinekan gotin va ne mimkin e,
lewra ava baranê têr nake him jî
mesrefek giran e!
Min destê xwe bilindkir û got
“Ezê ji we ra formîlek hêsan bibînim."
Gotin çawa?
Min got
"Gula min carek tûyê avên behra bike
wê hemî şêrîn bibin."

M.Nureddin Yekta

Social