Padishahê Korinth û hishmendî

Ji dûroka Girîkan
Kurdîkirin: Cankurd

Paş mirina şahê xûrêj ê Girîkî Kypselos, kurê wî Pêriyander, ku ciyê bavê xwe li bajêrê Korinth girt, nizanî bû çewa deselata xwe bigerîne û wekî bavê xwe bibe padişahekî navdar. Rabû merivekî xwe yê pêbawer hinart ba şahê zorbaz ê bajêrê Milet, ku ji wî re şêwrekê bîne, û bê ku kesek li wî haydar bibe, vegere bajêrê Korînth.
Şahê Milet xêrhatin û silaviya şandê Pêriyader kir, hema li ber peyrewên xwe tiştek ji wî nepirsî û negot. Tenha jê re got: „Were em biçin ji xwe re li nêv zeviyan bigerin.“ Ew û mêvan xwe bi tenê xwe ji seraya şahanî derketin û çûn, û di rê de pirs ji wî şandeyî li ser memleketa Korinth û padişahê wê kirin. Dawî mêvanê wî gotê:“Şahê mezin ê gelê Milet, va We ji min gelek nûçe li ser padişahê min Pêriyander bihîstin, ka hûn çi şêwrê li padişahê min dikin?“
Padişahê Milet, ku mirovekî zorbaz û hişmend bû, tiştek ji mêvanê xwe re negot. Wî nedixwest ku mezin û seraserên bajêrê Korinth gotineke nebaş ji aliyê wî ve li ser padişah û bajêrê xwe bibihîsin û ji ber hindê tev bibin neyarên wî û bi zûkî destên xwe deynin ser Korinth û Pêriyander bikujin.
Şande destvala vegeriya mal û li ber padişahê xwe xemgîn û serîçemandî rawesta. Padişah gelek caran pirs kir, ka şêwra padişahê Milet çi bû! Bersiva şandeyê wî her ev bû:“Şahê min î giranbiha, wî tew tiştek bo min negot.“
Padişah ji merivê xwe yê pêbawer sil hat (xeyidî) û ji ba xwe der kir.
Roja dî pîremêrekî zana û şirovekarê jîn û mirovatiyê bû, hate seraya padişahê dilşikestî. Padişah derd û kula xwe jê re got. Pîremêr piçekî hizirî û pişt re got: „Wekî ez dizanim, padişahê bajêrê Milet kesekî wêrek e. Nabe ku tiştek negotibe. Bê guman wî nameyek bo We hinartiye, hema ew çi name ye, divê ez bi xwe bi şandeyê te re bipeyivim. Pêriyanderê bê çare û bê hîvî mabû, yekser erê kir.
Pîremêr ji şande pirsiya, got: „De were ji min re çêroka çûyîna xwe ba padişahê Milet, gav bi gav bibêje. Te çi kir û wî çi kir, te çi got û wî ê got.“ Pêriyander gelek hosan bûbû, hema baweriya wî bi hişmendiya feylesofê pîremêr hebû. Lew re bêdeng guhdariya wî kir.
Şande ji destpêka çûyîna xwe de heta derketina wî bi padişahê Milet re nêv zeviyan, hûrik-hûrik salix da. Dawî pîremêr jê pirsiya: „Gelo, gava te ji wî re li ser padişah û bajêr û kêşeyên bajêrê me kat kir (xeber da), wî çi got?“
Şande bi çavin tijî hêstir li wî nêriya û nikanî bû dîsa bibêje: „Wî tiştek negot.“ Pîremêr di xwe de ponijî û pişt re pirs kir: „Baş e, ez bawer dikim, ku wî ji te re tiştek negot, hema çi kir, gava wî hemî mijar bihîst?“ Şande bersiv bi dilsarî de, got: „Ew ji rê kete nêv geniman û destêd xwe avêtin seriyêd geniman yên tev bilind û mezin, ewana yek û yek jê kirin, di destê xwe de pişaftin û avêtin xarê û bi solên xwe pêlê kir.“
Pîremê qîriya û ji cîh hilpekiya û gote padişahê Korinth: „Eve nameya mirovekî hişmend û padişahekî zorbaz û wêrek. Ew ji We dixwaze…“
Padişahê, ku wekî rêwiyekî ji nişka ve lehiya geliyê bi ser de bê, nehêla pîremêr gotina xwe bibe serî, li wî qîriya, got: „Ka name? Çi name? Ez tênegihîştim mebesta te çi ye.“
Pîremêr bi rovîtiyeke diyar gotê: „Hele raweste, raweste, berî her gotineke dî, ka çiqineke zêr bide vî hejarî, ku ji padişahê xwe re şêwreke baş ji bajêrê Milet aniye, pişt re ez ê bo We bibêjim.“
Padişahê Korinth dilê şandeyê xwe bi dayîneke şahanî geş kir û pîremêr jê re got: „Şêwra wî bo We eve: Divê hûn seraser û malmezinên bajêrê xwe tevan bikujin, tenha wilo hûnê wekî bavê xwe zorbaz û hêzdar bibin. Padişahê Milet bi devê xwe tiştek negot, hema seriyê mezin û berz ên geniman jê kirin. Tu niha têgiha şêwra wî?“
Gelo, qey kesek li vê cîhanê nîne, ku çareyekê ji seraserên me re jî çareyekê bibîne?

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji dûroka Girîkan

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji dûroka Girîkan

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji dûroka Girîkan

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…