Avakirina Neteweyekê - 4

Civaka mirovî

Di gotarên xwe yên berê de, em li ser pêdabûna nijada mirovî, zincîrkên nijadî, Zevîn û war û cîgahê wê (geografiya wê) peyivîn, û niha jî em ê li ser civaka mirovî û pişt re di gotareke din de.

Mirovatî ji rewşa yekaniya mirov pêş ve hatiye, û mirov ji aliyê cobarkirina “cedwelekirina” civakan ve, wekî Moriyan “Gêreyan”, Mêşên Hingiv, Kevokan, Guran û wan ajalên bi keriyan û colan dijîn û di çêrgehan de digerine. Civak rewşeke ji rewşên nijadên mirovatiyê ye. Hîn di pêşedemên gelek kevnare de, mirov ji ber gelek egeran bi hev re, komik-komik, di nêv hev de, û bi hev re dijîn. Da hevdu ji hêrişên biyaniyan û ajalan biparizin, da bi hev re biçine nêçîrê, an jî ji ber kar û barên, ku jê re bêtir ji mirovekî pêwîst in. Civakî û civakpêdakirin ji giringiyên jiyana mirovî ne. Zanyar û civaknas va taybetiya ber bi çav, li ba Şambanzî (Gorîlla) jî dibînin, û li ser vê taybetiyê hevmaliyeke hevpar di navbera mirov û Şambanzî de avadikin, hinek bawer dikin, ku mirov û Gorîlla an Şambanzî ji yek jêderekê ne, hema ewên ku bi pêdabûna mirov li gor hewaldana olên asîmanî bawer dikin, çi caran va yekê napejirînin. Di navbera mirov û gêre û mêşên hingiv û ajalên dî yên bi komikî dijîn de çi hevmaliyê nabînin an avanakin.

Cemawerî ji mirov re hem mifayê û hem ziyanê jî tînin, û di civakê de nexweşî jî bi zûkî belav dibin, bi egera pevçûnên li ser dêrîn û jinstandin û deselatdariyê xûna mirovan jî têye rêtin. Da civak xwe biparize, ji endamên xwe re zagonan pêda dike, sînor û serhed çêdibin, û hinek dibêjin ku ol jî ji ber paristina civakê hatîne pêdakirin, lê di binyada xwe de pêdakirinin mirovî ne, dibêjin ku çi xwedayan an dêwan wan ol nedane mirov.

Ji aliyê biologî ve, em dibînin, ku hinek buhçik û ajal hene, tew hêgên xwe naparêzin, li şûna xwe dihêln, lê pir hêgan dikin, da hinek bijîn eger hinek hatin talankirin. Sira yê nêr jî bi derbaskirina rewşa lêketinê bi ya mê re namîne. Li ba mêşên hingiv tenha histobariya nijadê nêr lêketina bi şahbanoya wa qendîlê re ye, ku tê de ewên nêr dijîn. Pişt re mêşên mê an yên “karkir” li wan mêşên nêr tên hev û wan qirdikin, û termên wan ji qendîlê davêjin derve. Lew re em dikanin bibêjin, ku li ba wan mêşan sira nijadê nêr di mayîna nijadê wan de pir nizim û piçûk e, lê ya nijadê mê gelek mezine. Li nêv gêre û mêşên hingiv axazên li gan ketinê “Sex” nînin, hema ewana li dora şahbanoya xwe dicivin û wê diparizin, da tenha ew bi yên nêr re bikeve rewşa lêketinê û hêgan dayîne. Hema mirov ne wilo ne, sira yê nêr di nêv wan de sireke giring e û kesek ji ber kesekî ve nabe egera paristina nijadê mirovî, hemî di civakê de xudan histobarî ne, û histobariya wan a mezin paristina gudandina “dewamkirina” û mayîna nijada mirovî ye. Ev histobarî jî di civakê de bi cîh tê. Di dema niha de, ji ber ku hinek jin, ji ber egera nexweşiyê, nikanin zarokan di zikê xwe de hilgirin û wan sax bînin jiyanê, hekîm tova ku ji lêketina mêrê wê bi wê re pêda dibe, di zikê jineke dî ya nenexweş de mezin dikin, an jî di hinek xanîk û acetên teybet de, lê belê ev şêweyê nijadparistinê hîn di çembereke pir teng de ye. Ta niha mirovatî bi rêya guhastina di nêvbera nêr û mê de, bi şêweyeke sirûştî, hatiye paristin. Li ba xatûna bilind, a ku di memleketa mêşên hingiv de, hêgan tîne û ên nêr tenha bi wê re li gan dikevin, mejî piçûktir e ji mêşên karkir, ku histobariyên wan mezin in, ji wan jî karê paqijkirina qendîlê, baweşandin, civandina xwarinê û berdestiya xatûna bilind, a ku ji wan re gudandina nijadê wan diparize.

Di civaka Gorîlla de, ku nêzîk e ji civaka mirovî, jîndarî û nêrşengiya nijadî “Cinsî” li ba nijadê nêr, li gel mêşengiya nijadê mê, dibe hêza paristinê ya serekîn ji paristina nijadî ya wan ajalan, ku di daristanê de dijîn. Bi hev re jiyana Gorîllan dihêle, ku hinek taybetiyên wan ên komikî pêda bibin, û dengên bilind û qîreqîran, bi hinek livîn û tevgerên tirsandina nijadên biyanî, dikanin wan biyaniyan ji xwe qorî bikin, zarokên xwe ji revandin û nêçîrê biparêzin, civaka xwe ji rewşên buve “xeter” derxînin, lê ne ji her rewşekê, û bi taybet li ber çek û dav û debanan ewana bêçare dibin.

Di civaka mirovî de, her kesek ji endaman bizava xwe dike bo bilindkirina cîyê xwe û navê xwe di nêv endamên civakê de, bi standina bêtir hêza govdeyî, malbatî û aborî, bi rêya pêdakirina çek û debanan, an standina cîyên bilind di deselatiya civakî de, bi zanîn û kanîn, mirov di ser hev re, têne xuyakirin û hejmartin. Lê belê, civak jî kesaniya xwe ya giştî di mejî û nefsa her endamekî xwe de diçîne, û gava em li êlên çolistanan binêrin, em ê bibînin, ku endamên her êlekê xudan taybetiyin cuda ne ji endamên êlên dî. Hinek serohatên comerdiyê, wêrekiyê, hevparistinê li nêv êlan pir xorttirin ji wan serohatan li nêv rûniştvanên bajêran, bi ser ve jî, têkiliyên wan bi sirûştê û bi ajal û sewalan re, naskirina rewşên bad û baran û bahozan, serma û germa, kanîna demeke dirêj bê av û bê xwarin di çolistanê de, kanîna berhevkirina berên daran û civandina hêzingiyê ji malan re, xwedîkirina pez û suwarî, li ba gundiyan pêşdatir in ji nasîn û zanîna yên bajarvaniyan, û tenha zana û şaxnas ji gundiyan baştir dizanin.

Rewşa êlên li bêşeyê “Sehrayê” jî ne wekî ya êlên li çiyan e. Koçerên Obarîcînîz li Australiya dijîn, ne wekî yên Askîmo ne, û koçerên li derdora Agirî li Kurdistanê dijîn ne wekî ya Erebên li Hîcazê, an koçerên li Afrîka ne…

Di vir de, geografiya nijadî „Ethnografiya” bi firehî û kûranî li ser van cudahiyan di nêvbera pêşkeftina nijadên mirovî û ciyawaziya wan ji hevdu radiweste. Belavbûna mirovatiyê li ser rûyê zevînê, ku geografiya wê û mercên jiyanê tê de cihê-cihê ne, hêşt ku mirovatî ne li her derekê wekî hev di nerdewana pêşkeftina zincîrkên nijadî re hilkişe. Raste ku mirov ji jêderekê hatîne, û berê ewana yek netewe bûn, lê niha li ber me cudahiyên gelek ber bi çav di nêvbera gel û neteweyan de hene. Me xwestiye an me nexwestiye, xelkê Yemenê û civaka Yemenê, ji xelk û civaka Swêdî an ji ya Sîpîrî cihê ne, heta rengên çermên wan jî ne wekî hev in.

Mirov, ê ku li ser du pêyan, an li ser du lingan digere, pileyekê ji ajalên li ser çar pêyan digerin bilindtir e, ew dikane xwe bêtir ji ajalan di rewşên taze de bi cîh bike, û civaka mirovî, ku ji hebûn û paristina mirov re dibe alîkar, bergeheke fireh ji endamên xwe re amade dike, û wilo mirovatî bi gavin mezin di nerdewana şaristaniyê re hilkişiya, hema ne li her derekê ji zevînê ev pêşkeftin pêda bû. Li hinek cîh û waran de, bi taybet li Afrîka, şaristanî ji ber gelek egeran pêş ve neçû, hema dîsa jî em hinde waran dibînin, ku mirovatiyê tê de gavin pir bilind avêtine, wekî li Misirê, di dema Fîrewniyan de, û Misir li bakurê Afrîka ye.

Li ba ajalan, hinek rewştên zorbaziyê, hevkariyê, lîsk û hevnasînê hene, li ba mirovan jî van rewş hene. Mirov ji ajalan fêr bû gelek livîn û şêweyên lîsk û nêçîrvaniyê, hema ajal ji mirov fêr nebûn. Li ba mirov mejî mestir e ji yê ajalan, û li ba mirov ramankirin, pêdakirina tiştan, peyivîn, û jiyaneke hindir xwe heye, ku em li ba ajalan di pileyin pir nizim de dibînin. Lew re civaka mirovî, ku van diyardeyên mirovî xorttir kirîne, ne wekî civaka ajalî ye, ku bêtir li ser bingeha nêçîrê, li gan ketinê, û xwe paristina ji ajalên dî hatiye avakirin.

Mirov li ser rûyê zevînê belav bûn, jiyan û kefteleftên wan ji hev verê bûn, ji ber ceng û bobelatên sirûştê, û ji ber pêdiviyên xwarin û vexwarinê, mirov ji hev bi dûr ketin, taybetiyên wan bi gelek şêweyan pêda bûn, zimanên wan ji hev bi dûr ketin, û heta giha wê qonaxê, ku rengên wan jî nema wek hev in, lê bi gelemperî, van hemî şêweyên cihê-cihê di nêv civakên mirovî de pêda bûn.

Paş ku dewletên mezin, wekî Çînê, li ser rûyê zevînê hatin avakirin û gelek bajarên mezin wekî Pêkîng çêbûn, wekî ewên ku li Ewrûpa, amerîka û li Rûsiya, civakên mirovî jî ber bi hev hatin, jin ji hev birin û gelek jin di cengan de bi darê zorê hatin revandin, ku xûna wan nijadên ku di destpêka dûroka xwe de yek malbat bûn, û pişt re li ser rûyê zevînê ji hev belav bûn, ser ji nû ve tev li hev bû. Di vir de olên mezin jî sira xwe lîstin, û niha em dibînin, ku hem Ewrûpa ji aliyê nijadî ve tev li hev bû ye û hem jî welatên Musilman. Li Kanada civaka mirovî nema wekî civaka nijadê sipî têye jimartin, û bi taybet li bajarên mezin, wekî Montryal, Toronto û Vankover. Li Parîs, Roma, Berlîn, Hong Kong, Moskow û London jî ev tevlihevbûna nijadî baştir dixuye.

Berê hevgirêdana xûnî bingeha civakên mirovî datîna, niha hevgirêdana aborî-çandeyî bêtirê bingehê amade dike, û hebûna civaka mirovî bi pêşketina wê ya aborî-çandeyî ve girêdayî ye.

Civaka mirovî ya nizim

Civakiya nizim, a li paş mayî û civakiya bala û pêşketî, taybetiyên zincîrkên destpêkî ya mirovatiyê ne, yên gelên ku di nerdewana şaristanî re hilkişîne, û şêweyn avakirina zincîrkên nijadî ne, yên ku şaristanî û bajarvanî pêda kirîne.

Li ser vê yekê, em dikanin bibêjin, ku du babetên mirovatiyê û du terzên civaka mirovî hene, ya hovane an koçerî, ku li şûn maye, û ya avedanî, pêşketî û bi bilindiyê de hilkişiye.

Di civaka koçerî de, gava rewştên cîh û war harîkar bûn, mirovatî di avakirin û geşkirina jiyanê de pêşve çûbû, û gava rewşta derdora wê wêrantir bû, wan avakirin û pêşketin ji dest çû bûn, wekî em niha li bajêrê Tedmurê (Palmêra), li Rojhilatê Sûriyê dibînin. Berê, di dema Imperatoriya Roma de, ev bajarekî gelek hêja, bi pir bîstan û keskî bû, bi bazarganiyeke fireh bû, lê ji ber ku av li wir gav bi gav kêmtir bû, ew bajar jî hêdî-hêdî têkçû û dem bi dem Tedmur bû cîh û warekî kavil bûyî, daniştvanên wê kêmtir bûn, û ji wir bar kirin, û bajarê niha li ser axa Tedmur pêda bûye, tew ne girêdayê wê şaristaniya berê ye. Bê guman hêrişên Romanan jî li ser xelkê Tedmur egereke mezin bû ji egerên berbadkirina wê şaristaniyê. Niha bêşe “Sehra” bêtirê herifteyên wî bajêrî di bin qûmê de vedişêre, tew co û cobarkên wê avê jî nemane, ku bajar li ser dijiya. Tedmur ji ber wê yekê di nerdewana şaristaniyê re bi xarê ve daket.

Ji ber ku tevgera aborî ji civaka mirovî re pir giring e û ew dibe motora livîn û pêşketina civakê, kar û acetan ji mirov re pêda dike, lew re pevgirêdana pêşketina mirovî bi bilindkirina asta aboriya civakê ve, ji serî de û ta niha, dimîne bingeha serekîn. Em dibînin, ku li herêmên bêtir çandinî heye, li wir bêtir civaka mirovî cîhê xwe girtibû, di nêv daristanên Birazîl de an jî li bêşeyên Erebistan û Afrîkayê, yên rût û kêm av, civakên ku hebûn jî, an şaristaniyên avakirî jî, di nerdewana pêşketinê de hatîne xarê û têkçûne.

Ibin Xeldon, ku yek ji mestirîn zanayên civakê bû, di “Elmuqeddîme” de, egerên jiyana mirovî bi sê astan parve dike: Asta giringiyê, asta pêdiviyê û asta nepêwîstiyê.

Ji mirov re di civaka koçerî de, berî her tiştekî, av û xwarin û cil giringtirîn tişt bûn, lew re bo koçerên bêşeyê ceng di nêv êlan de ne li ser tixûb û sînoran çêdibûn, cengên wan li ser jêderên avê û li ser çêrgehan çêdibûn, ji ber ku bo pezê wan geya û av giring bûn, ji pez hem jîr û hem jî goşt û hirî an pirç ji wan re dihatin, û jiyana wan li ser jiyana pêz bû. Ji bo paristina pêz û jêderên avê, pêdiviya wan bi xortkirina “Hevgirêdana xûnî” di nêv êlê de hebû, pêdiviya wan bi standina rum û şûr û mertalan hebû, ku bi wan xwe û pezê xwe, war û jêderên av û geyayê biparizin û cengê bikin. Aboriya civaka koçerî wekî jiyana wê ya çandeyî – civakî pêşneketî dimîne, hinek acet û pêkarên ku endamên civakê bi xwe çêdikirin, di nêv wan de hebûn, bazarvanî jî di şêweyê guhartina tiştekî bi tiştekî de mabû, bi destxistina hesp û hêştiran jî ji bo cengê û ji barkirina kon û zar û zêçên wan re pêwîst bûn. Carina jî hêştir wekî qelengê bûka xwe didan an jî di ber xûna ku ji êleke dî hatiye rijandin de didan wê êlê.

Di va sîstema koçerî de, cudahiyên mezin di nêvbera endamên êlê de tune ne. Bo her êlekê serekek heye, lê hemî endamên êlê kar û şivantiyê ji malên xwe re dikin, li nêv daristanên Berazîl hemî endamên obeke mirovî bi hev re diçine nêçîrê û gava ajalekî dikujin an digirin, ew yê gişan e, û goştê wî ajalî li ber agirî bi hev re dixun an jî li hev parve dikin, zarok û jinên wan bi wan re ji goşt dixun û ji xûnê vedixun. Tew cilên wan nînin, û gava yek ji xwe re holikekê an zincekê ava dike, giş bi wî re dibine harîkar. Karê jinan pir e, hema yê mêran buve ye “xeter” e, hem di nêçîrê de û hem jî gava ewana hildikişine ser pîkinên darên bilind, da berên wan daran jêbikin an hingivê di nêv wan de ji xwe re derxînin. Dibe ku hinek obên van mirovan an jî van êlan niha piçekî pêşdatir bin, lê ewana berê wilo di şêweyekî nizim de dijiyan. Di van civakan de mafên kesanî ji yekî re di pileyeke jêrîn de bûn, bêtir mafên obê an êlê dihatin paristin. Li nêv hinek komikên mirovî yên di pileyên nizim ên şaristaniyê de mafên serekê obê, komikê an jî êlê diyar bûn: Gotina wî naye şikandin, ew karan nake û gelek jinan ji xwe re destine, û gava pevçûnek çêdibe, ew dibe navber û li hev hatinê pêda dike. Carina ew ji malê xwe tiştekî dide, da aştiyê bo gelê xwe bîne, hema ji her aliyekî ve ji wî re diyarî tên û ji dayîna xwe bêtir tiştan destîne. Di cengê de, ew serhêzê êlê ye, û birayra barkirinê ji erdekî bo cîhekî an bo orteke dî ji wî de tê, lê carina şêwirmend û rîhsipiyên êlê, wî ji biryara wî dadixînin, hema bi piranî biryara dawî ya wî ye.
Taybetiyên van civakan gelek in, ji wan jî hevkarî di her warekî aborî û civakî de, camêrî ji mêvanan re, fedekariya endaman di ber obê an êlê de, tunebûna nexweşiyên ku ji ezeziyê pêda dibin, cîhbilindiya jinan û mezinbûna sira wan di komika civakê de…û asaniya jiyana mirovî wan taybetiyan bêtir didin xuyanîkirin.

Li ba êlên Irokêsan, ku li bakurê rojhilatê Amerîka dijiyan, ji zû ve, şêweyekî jiyana hevreyî ya pêşkeftî hebû, û li ba wan hoşmendiya paristina wargehê bi pêş ve çû bû. Li nêv êlên Zerdeştî jî agir, ax, av û ba pîroz “Muqeddes” bûn, lew re li ba wan hinek serohatin taybet bo miriyên xwe pêda kiribûn.

Civaka mirovî ya şaristanî

Paş ku me li ser “Civakiya nizim”, a li paş mayî, nivisand, em ê niha bên ser civaka mirovî ya şaristanî. Mirovatî li hinek cîh û waran ji civaka çandinî derbas bû nêv civaka bajarvanî, ku jiyana endamên wê ne li ser çandinê an li ser xwedîkirina pêz bû. Li bajêr, bêtir çêkirina acet û pêkaran, bazargvanî, avedanî, kar û barên civakî, xebatên polîsî, leşkerî û dadmendiyê, dermanpêdakirin û xwarinbazî, ciyê çandin û pezxwedîkirinê girtin. Gera li pey bêtir pere, deselatdarî û cîhbilindkirinê di nêv civakê de bû têkoşîna rojane ya pir bi hêz û kefteleft. Merivtî, dostanî û biratî di nêv mirovên bajarî de sist û erzantir bû ji ya nêv gundiyan û ya li nêv êlên koçer.

Bi vê guhartinê re dîmenê çand û civakê jî hate guhartin. Têkiliya ku di nêvbera mirov û sirûştê de, ku berê rojane bû, hate birrîn an daket pileyeke jêrîn di nêv giringiyên jiyana mirovê bajarvanî de. Paristina agirê êlê histobariyeke mezin û giranbiha bû, û li ba hinek gel û olan qudsiyeteke agirê hebû, di civaka çandinê de av pir pêwîst bû, hem ji çandinê re û hem ji bo sewal û pezê wan mirovên cotkar û gundî re, hema di civaka bajarî de ji peregiringtir tiştek nîne, û gava pere hebin bajarî dikanin her tiştekî bistînin, ji ber ku pêdiviya gundiyan bi firotina berhemên xwe heye, ewana heyîk neyîkên xwe li dewar û rêwanan “erebeyan” bardikin û dibine bajêr, da bifiroşin û ji xwe û malên xwe re hinek tişt û acet û pertalan, cil û xwarinên ku li gundan nînin bikirin. Bajarî pêdiviya gundiyan baş dinasin û lew re berhemên wan erzan dikirrin û çêkirîyên xwe biha difiroşin wan, û gelek caran wan dixapînin û terqiniyên xwe jî bi wan dikin, ji ber ku bajarî cotkar û gundiyan di pilyeke nizimtir de ji pileya xwe dibînin. Ceng û pevçûnên mezin nema li çêrgehan dibin, ewana li ser jêderên hêzingiyê “Petrol û gazê” dibin, niha jî pevçûna bajarvanî ya mezin ne di bazarên wekî yên demên berê ye, ew pevçûn di bazarên diravî de ye û bi acet û pêkarên êlêktronî ew pevçûn pêş ve diçe.

Bêguman, di nêvbera zarokên di civaka şivantî û gavantiyê de û ewên di civaka bajarî ya nûjen de dijîn cudahiyeke mezin heye, û bi teybet di rewşa zanîn û fêrbûn û avakirina kesaniyê de.
Mirovê Nayndirthal, ku di dema xwe de, li gor zincîrkên nijadî yên paşvemayî, gelek bi hêz bû, qehfê wî jî mezin bû û navdartirîn mirovê bi hiş bû, ku jê re “Homo Sapîns” tê gotin, lê gava ew birçî dibû, bi hovîtiyeke bê wekanî hêriş ser nijadên dî dikir û goştê mirovan dixwar. Pişt re ew Homo Sapîns fêr bû çewa ji xwe re dewaran, segan û mirîşkan kedî û xwedî bike, û mifayê ji goşt, hirî, xûn, çerm û bezê wan dewar û ajalên kedîkirî bike. Bi ser ve jî ew fêr bû kedîkirina teyr û tilûran, kirrîn û firotina ajalan û pêdiviya wî bi çêkirina dav û kemendan, axur û tewlan çêbû, û ji pezê xwe re darbest jî avakirin. Em dikanin bibêjin, ku mirov hîn di serdemên kevin ên pêşveçûna civakî de, fêrbû giringiya van egeran:

-Gudandina pêdakirina zarokan
-Karkirin bo standina pêdiviyên jiyanê
-Paristina jêderên av û xwarinê
-Paristina wargeh û nişt û çêrgehê
-Pêşvexistina saziya civakî ya aborî
-Pêdakirina acet û pêkar û debanan “Sîlahan”
-Xweşkirina jiyanê û fêrbûna hinek pileyên hunerê û avadaniyê.

Lew re em li ser dîwarên hindirî, yên şikeftên gelek kevnare, rêç û şopên huneriyeke mirovî pir ji zû ve hebû, dibînin. Bêtirê wan wêneyan li ser nêçîra ajalan bû, an jî diyarkirina xeml û ciwaniya jinan bû. Ji xwe Xwedaperestî li ba her nijadekî cihê bû ji ya nijadekî dî, lê bi piranî tirseke mezin ji tariyê û ji ajalên gir di wan wêneyan de berçav e.

Heta serdema maadenî, çanda mirovî çandeke giştî bû, bo heme mirovan, ji ber ku ewana bi giştî nêçîrvan bûn, xwarina xwe ji berhemên dar û mêwe dicivandin, masîvan bûn û ji xwe re hinek acet û pêkarin giring bo birrîn û lêdan û kuştin û nêçîrvaniyê pêda dikirin. Çanda wan a civakî, ku bi aboriya wan ve girêdayî bû, wekî di her civatekê de, ji nêv çembera xweparistinê û ji armanca paristina malbatê an obê bilindtir ne dibû. Bivir “tevir” ji bo kolana axê bû, û rum an tîrkevan ji nêçîr û hêrişê re bû.

Pişt re, li ba gelên Çînê avakirina bîstan û baxan belav bû, wan di rûyên çiyan de cîgahên bo çandina Birincê avakirin û roj bi roj ewana baştir kirin. Li nêv gelên Samî jî, li Rojhilata Navîn, birrîna daran, amadekirina zeviyan ji çandiniyê re bû çand û keleporeke mirovî yak u pilyeke bilindtir ji hevjiyana mirovî pêda kir. Sîstemên kolana “Xendekan” û kêşana coyên avê ji gelên Arî û ji Misirê birin û bi kar anîn. Li gundên Çînî, di nêv bistanên piçûk de gelek malbat bi hev re dijiyan, hem harîkariya hev û din dikirin û hem jî hev û din diparistin. Carina di maleke Çînî de, du-sê pişt, bavpîr, bav, kur û neviyan jî di ser hev de dijiyan û berhemên bistanekî, ku bi karê gişan berhemdar dibû, ji heme endamên malbatê re bû, hema îro malbata Çînî hatiye guhartin, û di jiyana bajarî de, tew ciyê malbatên mezin nema ye. Şaristaniyê ew dîmenê kevnare yê civaka nizim sîl kiriye û dîmenekî nû yê hevjîna mirovî pêda kiriy.

Li hinek deran, bi taybet li welatên ku di ber kenarên zireyê de ne, jiyana mirovan bêtir bi masîvaniyê û bazarvaniyê li ser keştiyan û li kenarên zireyê bû, jiyana wan ne li ser çandiniyê û nêçîriya nêv daristanan bû. Tersî wê yekê, civakên ku li nêzîka daristanan û dûrî çemên avê an zireyê, jiyana mirovan û debara wan bi birrîna daran û bi nêçîriyê bû. Komikên wan ên hevjînê piçûk bûn, û carina jîna cotakaran ji sinca derdora malê nefirehtir bû, her roj li karên nêv zeviyan û gava bi êvarê re vedigeriya malê, êdî ew westiyayî bû, nema dikanî biçe derekê. Eve jî bû egera pêdabûna çandeke gundînî, ya bi gelek şêweyan ji çanda bajêr dûr bû an li şûn mabû. Wekî cotkar herroj diçûne nêv zeviyan, masîvan jî li gemî û keştîkên xwe suwar dibûn, û pir dereng vedigeriyan malan…

(Mixabin, ev lêkolîn bi egera nexweşiyê neçû serî.)

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Civaka mirovî

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…