Yek bi yekê

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû.
Go hebû jinik û mêrik bi tenê, kurê wan nebû(n), herdu hev dihebandin.
Jinik got mêrik, go: Mêriko!.
Go: Libê.
Jinik dibêjê: Here bişuxule dam (da em) bixun.
Go: Naçim.
Go: Ji çira? Jinik go.
Go: Newêrim herim.
Go: Ji çira?
Go: Ditirsim. Mêrik. Xelq wê bên, te bikutin.
Go: Wilo?
Go: Erê.
Go: Qenc e, meçe.
Neçû. Bû şev, jinik hevîr dike, destê wê bi hevîr e, werîs anî mêrik [Mêrik werîs anî], jinikê şidand.
Go: Mêriko!
Go: Libê.
Go: Doxînê min veke, destê min bi hevîr e, nikarim, da (da ez) herim mîst bikim.
Dostê wê li ber derî ye. Mêrik doxîn vekir, înan nabe, werîs bi destê xwe girt. Jinik çû derva, dost hat kutand. Dost çû, jinik vegeriya, hat mal.
Go: Mêriko!
Go: Libê.
Go: Doxînê min bişidîne.
Şidand. Jinik temam hevîr kir [hevîr temam kir].
Go: Mêriko!
Go: Libê.
Go: Tu nahtorê min î?
Go: Erê.
Go: Welleh jinik û bîlleh te bi destê xwe doxîn vekir û yek li ber derî hebû, kuta min û çû û te doxîn girêda.
Go: Wilo?
Go: Erê.
Go: Jinikê.
Go: Libê.
Go: Ez çûm, ezê herim. Tu û şîrê xwe û ez û şîrê xwe. Tu divê here bikute, û tu divê nekute.
Mêrik çû, bi dinyayê ket. Çû bajarik rûnişt, xulam li cem efendîk, bûye sayîs. Qîzê efendî heye, wî li axurê ye cem hespa. Qîz hate xwar, çûye axurê cem mêrik. Mêrik qîz dî, dilê wî ket qîzê. Qîzê li cem sekinî. Çû bazkê (baskê) qîzê. Qîz keniya, rahişt qîzê, vêra çêbikê. Qîz kûnê xwe dayê.
Mêrik go : Çima tu kûnê xwe didê?
Go : Ez qîz im, ez ditirsim tu min xera bikê, wê bavê min li mixê.
Go : Raze, ez te xera nakim.
Keçik raza, mêrik rûnişt çêbikê.
Keçik gotiyê, go: Serê wî dayîne, hemû mekê.
Serê wî danî, hemû çû.
Keçikê go: Ay.
Mêrik go: Mebêje ay, a li te xweş hat û li min xweş hat.
Şuxulê xwe kedand (qedand), keçik çû dey nekir. Pişt ra bi du rojan mêrik rabû, meî’n biderxist ya effendî û revand, hat mal.
Go: Jinikê!
Go: Libê.
Go: Kesik bi t era neşuxulî?
Go: Na’a.
Go: Tu mêriko?
Go: Welleh mi qîzê effendî, mi kuta û mi meî’n revand.
Jinê wî got, go: Te kuta û me kuta. Em bûn weke hev. Ji îro pê ve were dam (da em) sûnd bixun, em heram çênakin. Sund xwarin, tu ji me ra sax.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya
Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Cankurd kullanıcısının resmi

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya
Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.