Teyr ê Sîmir

Ji cçrokên Socin û Prym - 1889
Tîpguhastin û amadekirin: Cankurd

Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, yek Osman beg hebû, ji Xarpêtê bû. Du xulamê wî hebûn, herdu xulamê wî bira bûn, Husên û Hesen. Jinek heband Osman beg, kir û ne kir, nedanê.
Bakir bavê jinikê, go: “Tu Çima keça xwe nadê min?“ Go: “Ez nadim.“
Bavê keçikê mêrik qenc bû, Osman beg bakir herdu xulamê xwe, go:“Bidin ber şûra.“ Dan ber şûra, kuştin. Çû keçik kişand bi zor, anî li xwe mehir kir. Bihîst keçik li cem Teyrê Sîmir heye, fayde nabê, dipirsê û napirsê, nizanê Teyrê Sîmir li ku derê ye, ma hesret di dilê wî.
Dengê herdu xulama bi derket, xortin, kesik newêre bi wa re şer bikê.
Osman beg badikê li welatê xwe: “Kî zilamek qenc heye, bere bê bi xulamê min (re) şer bikê, ez li wa bifericim, şerê wa çawa ye.“
Heçî tê dikujin, Osman beg got: “Herdu dakevin hev.“ Ji subegî hetta îvarî, tiştek bi hev ne kirin. Devê (dev) ji wa berda, go: “Herdu xulamê min nistilane (westiyane!), nahêlim şer bikin.“
Herdu wekîlê malê wî ne, xayîntî xistin malê wî, perê wî dizîn. Osman axa (beg) nexweş ket, herdu bi derketin, qesrik ji xwe re ava kirin. Osman beg dey ne kir, go: “Hetta rabim.“
Sax bû, bakir herdu: “Werin vir.“
Hatin cem wî, got: ”We çima wilo kir?.”
Gotin: “Çawa?.“
Go: “We malê mi dizî, û hûn ji cem min bi derketin.”
Gotin:”Xeyr, me malê te ne dizî, qîmê me ne hat, em bi derketin. »
Herdu xist hepsê, zincîr avêt stoyê herdu. Yek şev rabûn zincîr ji stoyê hev vekirin. Osman beg li odê razayî ye, deriyê hepsê vekirin, çûn Osman beg, şûrê wî li cem wî bû, bi şûrê wî kuştin. Jinik hewar kir, jinig(k) jî kuştin, hatin qesra xwe. Subeh bû, xelk çûn cem sman axa dîn kuştî, çûn hepsê, herdu xulam ne dîn, ji xwe re gotin, gotin: »Xulam(an) Osman beg û jinik kuştin.» Çûn ser wa.
Go: »We Osman beg kuşt ?. » înkar ne kirin.
Gotin: »Erê.“ Gotin:“Çima?.“
Go: “Kêfê me xwast.“
Welat hemû alva (li va) bû yek, kirin ne kirin, bi wa nikarin, devê (dev) ji wa berdan.
Herdu şûrê xwe hiltînin û diçin pêşiyê kerwana, xelg(k) dikujin û malê wa tînin. Kesik newêrê bi wa ra dey bikê. Şuxlê wa çî ye? Du tajê wa heye (hene), diçin nêçîrê, zilamê bibînin dikujin, heçî birevê wê xelaz(s) bibê.
Yek roj herdu tajî sekinîn ser şikêre, dikin û nakin, tajî nalebitin, gotin: “Çi hewalê tajî ye?.“
Ji hev re gotin: “Emê şikêrê hilînin, em binêrin çi li bin şikêrê heye.“
Şûrê xwe û mirtalê xwe jê kirin, li dera ha danîn, şikêr hilanîn, kullik li bin şikêrê bi derket, vegeriyan hatin, bevir û bêr ji xwe re birin, yeg(k) dikolê û ê dîtir tavêjê bi bêr, hetta devê şikefteg(k) dîn, kevirek mezin di devê şikeftê (şikevdê) heye, hetta îvarî lebikîn, kevir bi derxistin. Find bi wa re nîne, bû şev, nikarin herin şikeftê, rahiştin şûrê xw û mirtala, di milê xwe daliqandin, li ber deriyê şikeftê rûniştin.
Subeh çê bû, evd ji şikeftê bi derket, herdu zilam dî vegeriya, çû şûrê xwe bîne, şûrê xwe anî, bi derket. Heryek li alîkî man li ber deriyê şikeftê. Evd bi derket, herdu şûr avêtin stoyê wî, kuştin di deriyê şikeftê. Dikin û nakin herdu nikarin bikişînin ji deriyê şikeftê, bi bivir lingê wî birrîn, avêtin, çûn hindirû, sê cewhere dîn li şikeftê, dilê herdu xweş bû, çûn hindirû, şikefteg(k) dî heye di zikê şikeftê. Derî vekirin, çi dîn? Keçikeg(k) dîn, tu dinya hemû bigerê, weke wî (wê) nîne. Herdu lê mirin, ew got: “Ji mi ra.“ ê dî got:“Ji mi ra.“
Keçig got, go:“Ez bi we re nayim hetta hûn hevdu ne kujin. Heçî êdî kuşt e jê re me.“
Herdu birana, destê wa il (li) hev naçe, li hev dinêrin. Keçikê go: ”Hûn çima dinêrin?.”
Ya (yê) piçûk şûr kişand, li birayê xwe xist, birayê xwe birîndar kir.
Birayê birîndar go: ”Bira, te hîle li mi kir, ez li keçikê dinêrim, te şûr li mi xist.”
Keçikê go: ”Hîle li te kir?.”
Go: ”Erê.”
Go: ”Qenc e, ezê derman bi derêxim, ezê birînê te sax bikim û pişt re şer bikin.”
Go: ”Qenc e.”
Derman bi derxist, li birînê wî danî, sax kir. Herdu rabûn hev, keçikê bakir kurikê piçûk, bi guhê wî got, go: “Wextê tu şer bikê li min menêre, wê te bikuje.”
Go: ”Qenc e.”
Li ber hev ketin, birayê mezin şaj (şaş) bû, çavê xwe berda ser keçikê, bira derb lê anî, şûrek lêdayê, serê wî birrî, keçik go: ”Were, sîngê min ji te re pîroz be.”
Go: ”Çima?.” Kurik jê pirsî.
Go:”Hûn hatin didu, ew dibêje ji mi re, tu dibêje ji mi ra, divê hûn ji piştê min qut bikin, mi bikin du perçe, perçek ji te re û yeg(k) jê re.”
Kurig(k)
Go: ”Na.”
Go: ”Lê çawa? Mi go şer bikin, lazim yek wê bikuje yek, e jê re dimînim.”
Rûniştin, kêf kirin bi ereqê û şerabê. Kurik hew sebra wî hat, destê xwe dirêj kir sîngê keçikê, keçik go:”Na.”
Go: ”Çima?.”
Go: ”Bê mehir gunah e.”
Go: ”Gunah nîne.”
Go: ”Heye.”
Go: ”Gunah li stoyê min.”
Keçik susd(t) bû, bazda sînga wî, bi keçikê re çêkir.
Go: ”Rabe dem (da em) herin.”
Rabûn herdu peya hatin, hesp nîne.
Ji keçikê pirsî, go: ”Bavê te kî ye?.”
Go: ”Bavê min Teyrê Sîmir e, axayê teyra ye.”
Kurig(k) bi dilê xwe got, go:”Heke heye û nîne, ev e Osman beg lê digot.”
Go: ”Tu ji ku derê hatî, evd tu girtî?.”
Go: ”Carik ez û sisê dî ji teyra em firîn, dav li ber me danîn, me nizanî bû dav heye, me libek mircan dî, me rahiştiyê bi devê xwe, ez ketim davê, hevalê min firîn, ez mam. Evd hat, ez girtim, ez birim şikeftê, eve çêrokê min.”
Bir li qesrê xwe danî, xwedê kurig(k) dayê. Nema çar roja, mir. Yek roj keçikê çû serê qesrê, welatê wî (wê) had (hat) bîra wî (wê), girî. Mêrê wî (wê) dî keçig(k) digirî, xeberê pîs jê re got, keçig(k) dey ne kir, wê şevê raza li cem mêrik. Mêrik subehê çû nêçîrê, keçikê çû serê qesrê, bedlê teyra li xwe kir û firî, çû welatê xwe, çû mala bavê wî (xwe). Diya wî (wê) û bavê wî (wê) û birayê wî (wê) şah bûn keçik hat.
Mêrik hat mal, jinê xwe ne dî, li serê xwe xist, da girî. Rabû şûrê xwe hilanî, bi dinyayê ket, çû, Sultanê Mara dî, jê pirsî, go: ”Mala Teyrê Sîmir li ku derê ye?.”
Go: ”Nizanim.” Li çiya digere weke dîn.
Teyreg(k) dî, go: ”Teyrê.”
Go: ”Libê.”
Go: ”Mala Teyrê Sîmir li ku derê ye?.”
Go: ”Li deşta Hilan e, avanî li wê derê nîne.”
Go: ”Nîşanê mi bide.”
Teyr go: ”Nikarim bêm.”
Go: ”Tu çi bixwazê ezê bidim te û bi mi ra were.”
Teyr got: ”Tê elbik garis bidê min, ezê bêm.”
Go: ”Bi qirar ezê du elb bidim te.”
Çûn herdu. Mêrik betilî, teyr gotiyê, go:”Were ser piştê mi suwar be.”
Mêrik suwar bû. Teyr bilind bû, giha ber ezman, teyr gotiyê, go: ”Li erdê binêre, erd li çi qas tu dibînê?.”
Mêrik nirî, erd li qasê bîs (bîst) pera dî.
Go:”Xwe bigre tu nakevê.”
Go:”Ezman tu çiqas dibînê?.”
Go: ”Li qasê çarhîk (çarîk).”
Go: ”Çavê xwe bigire.”
Teyr zivirî weke aş, li deşta Hilanê danî.
Go: ”Ev e deşta Hilanê.”
Go: ”Ya teyr ji ku derê te em anîn vê derê?.”
Go: ”Mepirse.”
Teyrê Sîmir teyr hemû civiyan li cem, divê ji kurê biguhêze. Çûn herdu cem Teyrê Sîmir, destê teyr maç kir.
Go: ”Miradê te çiye?.”
Go: ”Tu sax bê, ez mêhvan im.”
Çavê xwe li jinê xwe digerîne, nas nake, bedlê teyra lêye.
Jinik mêrik naz (nas) dikê, got diya xwe: »Ev mêrê min e, ez ji evd standim û birayê xwe kuşt. »
Teyrê Sîmir bûkê xwe guhast, li kurê xwe mehir kir. Dewat bela bû.
Teyrê Sîmir ji mêhvan pirsî, go: »Tu ji çi ra hatî welatê teyra? »
Go: » Li tiştig(k) digerim. »
Jinê Teyrê Sîmir keniya, Teyrê Sîmir got, bi zimanê teyra go :”Ev zavayê me ye.”
Teyrê Sîmir go: ”Kî ye tu lê digerê?.”
Kurik go: ”Ez bi xwe nizanim, jinê mi bû, mi ji evd stand û mi birayê xwe kuşt. Mi jê pirsî, go: “Ez keçê Teyrê Sîmir im.”
Go: ”Ne keça mi bû, derewe dikir.”
Go: ”Belê.”
Go: ”Keçê min ev herdu ne, naz (nas) bike kijan e.”
Go: ”Bere bedlê teyra jêkin, ezê nas bikim.”
Bedlê teyra ji xwe jêkirin, herdu bi hev dixeltin, kurik şaj(ş) bû.
Teyrê Sîmir go: ”Kijan e?.”
Go: ”Ya teyr, bere herdu herin avê, ezê zanibim kijan e.”
Bi dilê xwe dibêje: ”Herdu herin avê, ya mezin wê bikeve pêşiyê û ya piçûk wê bimêne li paşiyê.”
Çûn avê û hatin. Jinê kurik hat pêşiyê û piçûk ma li paşiyê.
Go: ”Ev e jina min.”
Teyrê Sîmir go: ”Heq, te nas ne kiriye, ezê sere te bibirrim. Te nas kir, pîroz be ji te re.“
Go: “Keça min mêrê xwe hilêne û herin mala xwe, qismeta te ev e. Ji cem bi dermekeve hetta mirinê, dilê te teng bê; were mehek li cem me bimîne û vegere ser mêrê xwe.“
Mêrik hilanî û li ser qesrê danî, li mal rûniştin, Xwedê zaro, keçika dayê û bûn xwedî mal. Tu ji me re sax.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji efsaneyên Kurdan

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.