Sultanê Mara

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê gohdara, pîrekeg(k) bî hebû, yek kurê wî (wê) heye, şuxulê kurik çî ye? Diçê qeflik êzink(g) bi piştê xwe tînê, zea’ dikê bi nanek, ew nan nîvî dixuwê û nîvî didê diyê xwe. Diya wî şuxul jê nayê.
Yek roj kurik çû êzinga, piştik anî, çar zaro dî, mareg(k) di destê wa heye, divên mar bikujin.
Go:“Mekujin, ezê piştî bidim hewe, û mar bidin min.“
Zaro gotin:“Qenc e.“ Danê. Piştî standin, mar anî mal.
Diya wî go:“Ev çi mar e?.“
Go:“Mi kirrî, mi piştî da û mi stand.”
Diya wî dey ne kir. Kuwarek tijî ax kir û mar nav (da) berda.
Rojeg(k) dî dîsa çû êzinga, piştik anî, dî çar zaro ferhek (ferxek) kittik bi wa re heye, divên bikujin.
Go:“Mekujin, piştî ji we re û bidin min.”
Go:”Qenc e.” Danê, anî mal.
Diya wî go : »Ev çî ye ?. »
Go:”Kittik e.”
Go:”Ji çi re ye?.”
Go:”Bere mişka bigirê.”
Diya wî dey ne kir.
Rojeg(k) dî çû êzinga dîsa, çû piştik anî, zaro dî, ferxek kûçik bi wa re dî lê dixînê bi kevira.
Go:”Mekujin, piştî ji we re û bidin min.”
Gotin:”Qenc e.” Danê, anî mal.
Diya wî go : »Ev ji çî re ye, lawê min?.”
Go:”Lazim e ji mi re, wê mezin bibê, nahêlê diza (diz) bên xaniya me vekin.”
Diya wî dey ne kir.
Sultanê Mara bihîst marek girtî heye, ne kuştî ye. Rabû Sultanê Mara li mar pirsî, hat cem kurik.
Go:”Marek li cem te heye, mi divê tu bidê min.”
Go:”Ez nadim.”
Go:”Çima tu nadî?.”
Go:”Mi kirrî û mi bi xwedî kir.”
Go:”Ezê xiznek bidim te.”
Go:”Qenc e.”
Go:”Were xeznê nîşanê te bidim.”
Kurik çû vê re, xizne nîşanê wî da, ser xezne vekir kurik, xezne bi derxist, anî mal, mar da sultan, sultan çû, mar bir.
Dib (hirç) hat ser xezne, nedî, çû cem Sultanê Mara.
Go:”Kanî xezne?.”
Go:”Mi da yek kurik, mi mar jê stand.”
Go:”Çima te dayê?.”
Go:”Wilo.”
Go:”Kurik li ku derê ye?.”
Go:”Li filan gundî ye.”
Dib hat cem kurik, go:”Te çima xezne stand?.”
Go:“Sultan da min.“
Go:“Ya min û ya wî bi nîvî bû.“
Go:“Nizanim. Ew da min.“
Go:”Were cem min, yeg(k) dî heye zêr e, were bibe.”
Kurik qanih’ kir, kurik go:”Bere be.”
Kurik û kittik û sa çûn bi dib (re).
Dib got kurik:“Bere se vegere, dibba sa bibînin, wê bikujin, bere vegere. Bi me re naye (neyê).”
Kurik got kûçik, go:“Vegere.“ Kûçik vegeriya. Çûn mala dib, mala dib li bin erdê ye, qesir û bistan in, kêfa kurik hat, gellik xweş e cihê dib.
Go:”Kanî xezne, dib?.”
Destê xwe ser quzê xwe danî, go: »Ev xezne ye.»
Kurik şaş bû, li dib dinêre.
Dib go:”Rabe, xezne veke.”
Kurig(k) dey ne kir. Rahişt darik û li kurik xist.
Go:“Xezne veke.“ Kurik ji tirsê xwe rabû, kittik li wa diferice.
Kurik rabû, go:”Bi çi vekim?.”
Dib destê xwe da ser kîrê mêrik danî, go:“Bi vî veke.”
Kurik go:”Bere bê.” Ji tirsa.
Dib raza, lingê xwe vekir weke adet, go:”Li vir deyne.”
Kurik kîrê xwe danî, bi dib (re) çêkir, şuxulê xwe qedand û rabû. Dib got, go:”Te dî? Ev ne çêtir (e) ji xezne?.”
Kurik newêre bibêje:”Na.”, go:”Belê.”
Zincîr avêt stoyê mêrik û derî asê dike û diçe nêçîrê. Bi şev tê, zincîr ji stoyê mêrik jêdikê û ew (û) mêrik radizin, ev e karê wa.
Yek roj mêrik got kittik, go:”Here kesik bibîne, bêjiyê, bê: Zilamek li cem dib heye, were berde.”
Kittik rabû çû, çû cem şêr, go:”Kesik nikarê berde xeyrî şêr.”
Çû cem şêr, a li mala şêr rûnişt, şêr ji nêçîrê hat, go:”Tu çi dixwazê, kittik?.”
Destê şêr maç kir, go:”Xwediyê min li cem dib yêsîr e, mi divê tu berdê.”
Go:”Biliv, nîşanê mi bide.”
Kittik hat û şêr anî, çûn mala dib, zilam dîn, zincîr ji stoyê wî bi der anî, mêrik anî û hatin mala şêr.
Şêr got mêrik:”Li cem min bimîne, xizmetê min bike, xwarinê xwe bixuwe, ezê mehê te bidim.”
Go:”Qenc e.”
Li cem şêr rûnişt. Dib hat mal, li mêrik digerê, ne dî, çû cem şêr, ji şêr bipirse:”Tu li nêçîrê bû, te zilamek ne dî?.” Çû mala şêr, zilam li mala şêr dî. Dib rahişt zilam go (ku) bîne. Şêr dîn bû, go:”Çima tu dibê?.”
Go:”Mêrê min e.”
Şêr rabû, kulmek li dib xist, serê dib bela kir, avêtin derve.
Kurik deh sala li cem şêr ma, hizmed(t) dikê. Keçê şêr heye, gellik qenc e, gava çermê şêra jêkê jin e, gava çermê şêra li xwe kê weke jinê şêra ye.
Yek roj keça şêr bi tenê li odê ye, mêrik çû taştê jê re bir, mêrik berneda, go:”îlle tê bi mi re çêkê.”
Mêrik go:”Newêrim.”
Go:”Were.”
Keçik kamil bû, mêrik vêre çêkir. Giha we’dê salê, keçik bi h’emil bû, mêrik pê zanê. Bi eqlê xwe fikirî, go:”Kesik li mal nîne, şêr bavê wî (wê) ye û ez xerîbim û keçik bi h’emil bû, şêr bibihîsê wê mi bikuje û keçikê bigorîne.” Ev xeber got keçikê.
Keçikê go:”Em çawa çêbikin?.”
Mêrik go:”Tu zanê.”
Keçik got diyê xwe:”Ezê îro herim ziyaretê, ezê xulam û kittik bibim bi xwe re.”
Diya wî (wê) go:”Here.”
Çûn ziyaretê, ji ziyaretê revîn. Çar şev li çiya man hetta gihan mal. Diyê kurik şah bû. Kurik got keçikê, go:”Çermê şêra ji xwe bavêje, li welatê me eyb e.” Çermê şêra avêt, keçikek bi derket weke gul, lê difericin. Kurê paşa bihîst, hat li keçikê meyze kir, bi dilê xwe keçik heband. Mêrê keçikê kuşt û anî ji xwe re.
Şêr li keçê xwe digere, zanê mêrik revand. Hat gundê keçikê, li keçik pirsî, go:”Li ku derê ye?.” Xelk gotin:”Li mala paşa ye.” Wekê gotin li mala paşa ye vegeriya mal, rahişt erd maç kir, go:”Elhemdillah û şikir, keçê min li mala paşa ye, ne li mala feqîra ye.” Kurik ji ber keçikê çû. Hat got jinê xwe, jinê wî şah bû. Salik li cem kurik ma, kurik carik lêxistê, keçik xeyidî û çû giha bavê xwe, îcar newêre kurê paşa here bîne. Tu ji me re sax.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya
Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.