Rovî û birrîna şerîe’tê

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû. Axak hebû, navê wî mîr Mehmûd, du keçê wî hebûn û yek kurê wî hebû. Qazî yek keçike xwast, û muftî yek xwast. Kurê wî ma bê jin. Kurik digerê û nagerê, jinek qenc nabîne. Yek qenc heye li gundê wa, bi mêr e. Hevdu dihebînin, bi şev çû cem jinekê, bi jinikê re çêkir. Mêrê jinikê hat ji derve, dî kurik li jinê wî suwar e, xencer kişand lêxe kurik, dî kurê mîr Mehmûd e, destê wî susd (sist) bû, newêrê lêxê. Kurê mîr Mehmûd rabû, şûr vê re heye,
go: “Kuro, te xencer ser me (min) kişand.”
Go: “Erê.”
Şûrek lêxist merê jinikê kuşt, hat mal, got ji bavê xwe re, go:” Yabo.”
Go: “Çiye kurê min?”
Go: “Mi filan kes kuşt, ezê jinê wî mehir bikim.”
Go: “Te çima kuşt, kurê min?“
Go: „Kêfê min (me) xwast, me kuşt.”
Jinik anîn, lê mehir kirin. Kurê mîr Mehmûd zewicî. Du meh di holê çû(n), mîr Mehmûd nexweş ket. Hekîma anîn ser wî, hekîma dibêjin, jê re nefaa’ dikê marek, emê mar bikutin di curnê, tevde û hestî. Gon (gotin) gellik mar hene.
Mîr Mehmûd go: „Kê wê herê mar bîne?“
Go: „Kurê Qazî û kurê muftî, zavayê te.“
Suwar bûn, çûn li marik digerin. Marig(k)ê dîn (dîtin), ji hespa hatin xwar, ji bocî (boyî) mar bikujin. Ew û mar şer kirin, şûrek li mar xistin, mar birîndar kirin, ne kuştin. Mar hat herduwa, herdu ji ber revîn, hesp ji wa stand mar. Vegeriyan mal, Çûn mala mîr Mehmûd.
Hekîm gohtin (gotin):“ kanî mar? We anî?“
Go: „Na’a.“ Kurê Qazî.
Mîr Mehmûd go: „Çima?“
Go: „Ya axa, me dî hûn ne bînin, me mareg(k) zer dî, em peya bûn ji hespa, da em bikujin, me şûrek lêxist mar, me birîndar kir, mar rabû, pişt me ket, herdu hesp ji me stand û em vegeriyan.“
Kurê mîr Mehmûd go: „Werin, mar nîşanê me bidin.“
Kurê mîr Mehmûd suwar bû, û kurê qazî û kurê muftî peya vê re hatin, herdu hesp dîn (dîtin) berdayî, wê diçêrin. Mar ê birîndar e, kufkufê wî wek aş tê.
Kurê qazî got: “Tu dibihîsî?”
Kurê mîr Mehmûd go: “Erê.”
Çûn ser mar, çûn mar dîn, serê xwe xist nav kevira, laşê wî ji derve ma, belişînê bi şûra, mar kuştin. Mar anîn mal, anîn li curnê danîn, kutandin bi mêkut, çêkirin melceme, danîn ser serê mîr Mehmûd, ji boyî jehir êş bikişîne. Ma sê roja ser serê wî, nefee’ nekir. Hekîm li cem wî ne.
Gotin:”Nefee’ nake, herin ji me re bînin rovî, emê dilê rovî biderînin, emê çêbikin melceme.”
Gotin: “Kê wê here?.”
Mîr Mehmûd go:”Bere kurê qazî û kurê muftî.”
Çûn herdu li rovî digerin. Çûn qulê rovî, sekinîn li ber qulê rovî, fex danîn. Rovî bi derket ji hindiru, ket fexê, girtin.
Go:“Çima hûn me digirin?“
Gotin:“Mîr Mehmûd nexweş e, emê te bigurênin (bigorînin), dilê te bi derêxin, emê çêbikin melceme.“
Rovî mir ji tirsa, anîn ber gund. Yek jineg(k) dîtin, ji jinikê pirsîn.
Gotin:“Mîr Mehmûd çawa ye?“
Jinikê go:”Welleh mir.”
Kurê muftî got kurê qazî, go:“Rovî berde, bere herê mala xwe.“
Kurê qazî go:“Ez bernadim, ezê bigurênim, çermê wî jêkim.“
Rovî go:“Me berdin daz (da ez) nimêj bikim.“
Kurê qazî go:“Na’a.“
Kurê muftî go:“Berde, bere nimêj bikê, guneh e, dam (da em) binêrin nimêjê roviya çawa ye.“
Rovî berdan nimêj dikê. Kurê qazî û muftî lebikîn bi qelûna, rovî bazda.
Gotin ji xwe re, go:“Rovî bazda.”
Pişt ketin, çû, zem ne kirin, bi çiya çû. Kurê qazî û kurê muftî vegeriyan mal.
Rovî çû, kiroşkeg(k) dî. Kiroşke go:”Bira.”
Go: “Çiye xuhê?.”
Go: “Tê (tuyê) herê kuderê?.”
Go: “Ezê çîm hecê, gellik gunehê min heye.”
Go: “Ejîkê, ezê bêm bi te re hecê.”
Go: “Were.”
Çûn, mêheg (mîhek) dîn (dîtin). Mêh got, go:“Hûnê herin kuderê?.”
Go: “Emê herin hecê.“
Mêh go: „Ez hatim daz (da ez) herim hecê, me rê şaş kir, ezê bêm bi we re.“
Rovî go: „Ev çar cara ez çûm hecê, ez rê winda nakim.“
Çûn hersê, bizinik seqet dîn (dîtin).
Bizinê go: „Hûnê herin kuderê?.“
Go: “Emê herin hecê.“
Go: „Ezê bi wer e bêm.“
Go: „Diya min, tu seqetî, nikarê bi me ra bimeşê.“
Go: „Belê, te çi jê ye?.“
Go: “Were.”
Çûn, alwa (a li wa) bû şev.
Go: “Emê a li vê derê razin.” Rûniştin.
Go: “Razin.”
Rovî rabû, li dor mêhê digerê, divê dûvê mêh bixu, mêh heşar e, diçê dor bizinê, lingê bizinê kurmî tê heye. Devê xwe kir nav lingê bizinê. Çiçikê bizinê bixu. Lingê bizinê bi kurmî e, lingê xwe hejand, li pozê rovî ket. Rovî go: “Ax, ez kuştim.”
Bizinê go: “Çima?.”
Go: “Ez hatim razim cem te, te lingê xwe li pozê mi xist.”
Bizinê go: „Hajê me nîne, kurmî di lingê me heye.”
Subeh li wa çêbû, çûm, liqayê gur bûn.
Gur go: “Ezê bizinê û mêhê bixum.”
Rovî go: “Guneh e.”
Gur go: “Çima?.”
Go: “Wê herin hecê.”
Go: „ê bere herin hecê û vegerin, ezê nû wa bixum.“
Go: „ê qenc e.“ Rovî.
Çûn, bêrmeg(k) dîn, rovî go:“Ev e hec.”
Rovî xwe avêt avê, kiroşke (kirojke) ew jî ket avê. Mêh ew jî ket avê. Bizinê girî.
Rovî go:“Tu çima digirî?.
Go:“Ez digirîm, lingê min kurmî ye, newêrim bikevim avê.”
Go:“Ez wekîlê hecê me, Xwedê hecê te meqbûl bike, mekeve nav avê.”
Bizinê keniya. Bi derketin ji nav avê. Şêrek hat, tî bû, bê av vexu, dî mêhek û bizinek û rovî, kiroşke revî ji tirsê şêr.
Go : «Rovî.»
Go : «Libê.»
Go : «Hûnê herin kuderê ? »
Go : «Em hatin hecê. »
Go : «ê, Xwedê hecê hewe (we) qebûl bikê, ezê mêh û bizinê bixum. »
Go : «Kêfa te ye, şêr.”
Ew wilo, berazek hat. Beraz hat mêhê bixu, ew û şêr pevçûn kirin, beraz rahişt piştê şêr, piştê şêr kelaşt, û beraz kûnê xwe da darê Hevrîs, ser lepê xwe rabû. Şêr qehirî, şêr li pişt hevrîsê zivirî, xwe çeng kir piştê beraz, kulmek li serê beraz xist, herdu cavê beraz peqiyan, maye bê çav. Dîn bû beraz, bê çava nabîne, ji ber hevrîsê bi derket, şêr piştê wî keliştiye.
Go: “Piştê min têje (diêşe).”
Go: “Birayê min hekîm e.”
Go: “Birayê te li ku derê ye?.“
Go: “Were bi me re, ezê nîşanê te bidim.”
Çûn hemû, dîn gur, li hêviyê bizinê û mêhê ye.
Gur go: “Rovî.”
Go: “Çiye?.”
Go: “Hûn çûn hecê?.”
Go: “Erê.”
Go: “ê, ezê bizinê û mêh bixum.”
Go: “Dilê te ye.”
Gur rabû, rahişt mêhê, şêr kulmek lêdayê, gur kuşt. Çûn, alwa (a li wa) bû şev, razan li çiyê. Hirçik hat bi şev. Rovî heşar e, şêr razayî ye, birîndar e.
Go: “Ev kî ne?.”
Rovî go: “Ezim, hirç.”
Go: “Ev kî ye?.”
Go: “Şêr e.”
Go: “Ev çin e?.”
Go: “Ev mêhek û bizinek seqet, ji hecê tên, feqîrin.”
Go: “Şêr rake,.” Hirç dibêje. “dam (da em) şer bikin.”
Şêr rabû, ew û hirç rahiştin hev, heta subehî şer kirin. Rovî li wa diferece (temaşa dike), tiştik bi hev ne kirin. Şêr li dera ha rûnişt û hirç li dera ha rûnişt. Li hev dinêrin weke dujmina.
Şêr got hirç, go: “(Te) bi hîle ez girtim.”
Hirç go:”Çima?.”
Go:“Beraz piştê min kelaşt, ez birîndar kirim, tu bi mi re şer dike, nikarim ji piştê xwe şer bikim.”
Hirç derman bi derxist, li piştê şêr danî, piştê şêr sax bû.
Şêr got, go:“îcar were.”
Rahiştin hev, heta îvarî şer kirin, tiştik bi hev çênekirin.
Hirç go:“Ezê mêh bixum û bere bizin şêr bixuê.”
Şêr qebûl nekir.
Şêr go:“Ezê mêh bixum û tu bizin bixue.”
Hirç go:“Na’a, emê yeg (yek) dî bikin.”
Şêr go:“Çawa?.”
Hirç go:“Bere rovî behir vekê.”
Rovî zanê hirç li şêr karê.
Şêr go:“Bere be.”
Rovî go:“Mêh ji hirç û bizin ji şêr (re).”
Şêr dîn bû, divê rovî bikujê, ji hirç newêre. Şêr rabû kulmek lêxê rovî, hirç rahiştiyê, rahiştin hev. Rovî hat, dûvê şêr girt, şêr kişand. Şêr dûvê xwe li lingê rovî xist, lingê rovî şikinand, dûvê şêr berneda, hirç şêr da erdê, şêr kuştin. Hirç mêh xwar û bizin da rovî. Rovî bizin xwar. Herdu bûn bira. Hirç lingê rovî sax kir.
Go:“Were bi mi ra.” Hirç dibêje. “Set (sed) pezê mi heye, ji mi re bibe şivan, pezê mi biçêre.”
Go:“Qenc e.”
Çû bi hirç re, çûne mala hirç. Şikevdek mezin e, keçikek li şikevdê heye li cem hirç, fayde nabe, jinê hirç e. Rûniştin li şikevdê, rovî û hirç û keçikê. Hirç beranek anî û kir sîtilê, li ser agirî danî, li ser tijî rûn kir, goştê beran bi rûn qeliya, ji agir anîn xwar, li leganê danîn tevda û rûn, lê nan nîne, hirç û keçikê û rovî dixun, xwarin, xelas kirin, razan, keçik li cem hirç razayî ye, rovî tebatiya wî nayê, li dor keçikê digerê, lingê wî li lingê hirç ket, hirç rabûyê.
Go: “Ev kî ye?”
Rovî go:“Ez im.”
Go:“ Tu çi dike li vê derê?”
Go:“Mîsê (mîzê) mi (min) fillitî, hingî mi av vexwar, nizanim li ku derê mîs bikim.”
Go: “Here derve.”
Rovî çû derve, mist û hat.
Subeh bû, rovî çû ber pêz, Dî du zilam suwar digerin, herdu suwar dikenin.
Rovî go:„Hûn çima dikenin?“
Yekî go:“Erê welleh, em dikenin, rovî û şivan!.”
Rovî go:“ê, mezinê me heye, mewla ye (ez) şivanim.”
Go:“Mezinê te kî ye?”
Go:“Hirç e.”
Go:“Hirç li kuderê ye?”
Go:“Çû nêçîrê.”
Gotin:“Keçikek li cem heye?”
Go:“Erê wellah, keçikek li cem heye, hêjaye malê dinyaê.”
Yek ji suwara go:“Keçê min e.”
Û yek go:“Jinê min e.”
Gotin:“Lê em çawa çêbikin, rovî?”
Go:“Nizanim.”
Go:“De ez keçikê bînim teslîmê hewe (we) bikim, hûnê çi bidin min?”
Go:“Tu çi bixwazê, emê bidin te.”
Go:“De werin, îşev rakevin li şikevdê nav pêz, wê hirç bê, raze, emê bikujin.”
Gotin:“Qenc e.”
Hatin şikevdê, keçik seh bû, bavê xwe û mêre xwe dî.
Go: “Hirç wê we bikuje.”
Rovî go:“Metirse.”
Razan nav pêz. Hirç hat ji nêçîrê, dîsa beranek li agir danîn, qelandin bi rûn, xwarin, razan. Keçikê û hirç li cem hev in razayî. Rovî xewê wî nayê, çire bêxist (pêxist), çû ser hirç dihesisîne, bibîne razayî ye heşar e. Hirç ket xewê, rovî çû, baker (bang kir) herdu zilama.
Go:“Werin, hirç bikujin.”
Hatin, newêrin biqedimin. Rovî şûrê hirç anî, kir destê zilam.
Go:“Lêxe.”
Mêrik şûr lêxist ser stoyê hirç, serê hirç qut kir. Hirç bêser homênek pê ket, rabû li erdê ket, kuştin. Keçik suwar kirin û birin, rovî ma li şikevdê. Her îvar bizinek dixu û her subeh yek dixu hetta bizin xelas kir(in). Malê dinyaê li şikevdê hêşt û derket. Çû digerê, dî du zilam nêçîrvan, du tajî bi wa re hene, kiroşkek kuştin. Ew dibêje: “Ji min ra ye.”, û ê dî dibêje: “Ji mi ra ye.” Pevçûn dikin. Gon ser vê xeberê.
Go:”Pevçûn mekin. Ezê Şerîe’tê nav hewe (we) bibirrim.”
Yek ji wa got: “Tu zanê şerîe’tê bibirre?.”
Go: “Erê, bavê min şerîe’tê birrî û ez dibirrim.”
Gotin: “De bêje.”
Go: “Kiroşkê serjêkin û goşt bi nîvî bikin.”
Yeg (yek) ji wa go: “Erê welleh xeberê vî ye.”
Goşt behir kirin. Nêçîrvan nêta xwe ser rovî xera kirin, rovî tirsiya. Revî, tajî pişt berdan, girtin.
Bi dilê xwe dibêje: “Teres, ji te ma şerîe’tê tu bibirrê ? de şerîe’t bibirre.”
Icar girtin, serjêkirin, çermê wî hilkirin, anîn firotin, dan bi deh Quruş. Tu ji me re sax.

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.