Pîroznameya Hemik axa (*)

Cankurd - 1986

Çileyê Pêşîn kela dilê xwe bi ser gundên me de dirijand. Carina befir bû, carina bahoz û hindek caran jî baran bû. Di malên belengazan de hêzing bo agirê neman. Lê ji berf û serma kesekî nikarî bû biçûya çiya û baniya; ku hinek hêzing û hej bo mala xwe bîne. şivan jî nema diçûn ber pezî. Ne cot hebû û ne jî merr dibû.. Her tiştek di ciyê xwe de mabû..Zivistanê şahîya xwe li Kurdisatnê saz kiribû.
Gundiyên ku bê hêzing mabûn, diçûn mala Hemik axa yê tijî û têr, pirsa kês û kayê dikirin.. Bo dewar û agirê malên xwe yêd rût û sar, stûyên xwe li ber Hemik axa yê dilkevir xwar dikirin. Ewî destbol bû ji bo fermandaran, axan û sermiyandaran, lê ji bo gundiyan qertelekî ser laşan bû. Wan soz didane wî, ku di wê sala nû de ji wî re merrê bikin û li havînê kêsa, ku dide wan tayî cihe û gênim bikin. Bi wan gelek zor bû, lê rê nîne û zivistan ji wî zordartire.
Cano yê kût jî rojekê çû mala axayê xwe, ku hinek êm bo çêleka xwe bîne. Axa ne vala bû, ji ber ku mêvanên wî hebûn. Cano çû bal jinêd Hemik axa û daxwaza xwe gote xatûna wî ya piçûk:
“- Xatûn! Tu dizanî, ku lingê min di vedana saringa we de şikest û nema wek berê bû. Min bi te û te bi Xwedê!”
“-Dema lingê te wilo xwar bûye, ez hîn li mala bavê xwe bûm.. Here ba cae’ziya mezin, bila ew daxwaza te bi cî bîne.”
Gelek caran Cano li ber wê geriya û li dawiyê got:
“-Ger tu hinek kês û kayê bidî min; ezê golikê çêleka xwe bidim te.”
Xatûn şabû, pişt re got:
“ – Ezê têra mehekê kayê bo çêleka te bidim te, lê divê ez bo axayê te bibêjim.”
“- Malva..malava..!”
Cano berken bû, xatirê xwe ji xatûnê xwast û ber bi mala xwe ve çû, lê di dilê wî de xemeke nû pêda bû; ewê çawa golikê xwe bide xatûnê?!
Ro diçû ava û ezmanê sor hêdî hêdî reş dibû.
Li malê, Cano bêtirs gotina xwe ji jina xwe Medo re got. Medo bi xeyd û bê tewat got:
“- Tu bûyî çil salî û hîn jî çavê te li deriyê mala axê ye.”
“-Medo! Malava ! Tu jî sermezinî, lê tu ji bîr dikî, ku heya ez mêrê te me, ez mêrim û tu jinî..!”
Medo ji ciyê xwe rabû, çû xwe kire bin nivînê û got:
“- Mebesta te çî ye? Hi..hi.. Çima tu naçî hinek hej û hêzing bo me nînî?!”
Cano cilêd xwe yêd serve deynan û xwe xiste rex Medo, destêd xwe kirin bin seriyê xwe û got:
“-De binêr ! Medo çi dibêje ! Ax bila lingê min sax ba!”
Medo dêmê xwe bi aliyekî dî ve kir û Cano heylo stranekê kir:
“Lê lê Xanê, Xana dinê !
Xan keçika apê minê
Mi Xan xwest û nedan minê
Mi Xan revand, dan pey minê..”
Medo seriyê xwe rakir û got:
“-Hişbe ! Dengekî tê..”
Kutkutek li ser pişta maxê dihat û pişt re dengekî mêran:
“- Cano! Canoooo!”
Cano ji cî baz da û bi dengekî bilind vegerand:
“-Kîye hew?”
“- Ez Misto yê begvanim..”
“- Tu çi dixwazî vê şeva sar? Were jêr..”
“- Xwe bişdîne û zû were.. Axayê me te dixwaze.”
Weke agirê, ku ba bi ser de hile, Cano bi lez cilêd xwe li xwe kirin. Dengê Misto bi guvguva bayê re dihat.
“-Pir nemîne..”
“-Ez têm.. ( û bi nermî gote jina xwe) : Te dît çawa kayê û kês pir dibin?..Ezê ta sibê xirarê xwe jê dagirim..”
Lingêd wî bi ber kilaşan ketin, kirin pê û bi lez û bez bi derve de çû, çiraya malê bi lêsana bayê derve re vemirî.
Bi rê ve hizrêd xwe dikirin, kês û kayê li cihe û genimê dixist, tayî hev dikirin, bi tiliyên xwe dijmart..şevreşî mîna zîndanan bû, lê Cano rêya mala axayê xwe bêçav jî dizanî, wî kevir bi kevir dinasî..
Bi rewîna segê mala axê re hizrêd xwe birrîn, li dergehê da, dergevanekî vekir, girgira segan li paş wî hat..Cano li pey dergevan bi lingê xwe yî kulek ber bi eywana axê ve çû.
Pertava loksê ji odeya axê ve bi hêz bû. Gava Cano li pey dergevanî derbaz hindir bû, çavêd wî şevkûrkî bûn. Piştî Cano silav da, axayê wî got:
“-Cano! Oşlim! Divê tu herî gundê Remo axa.”
Cano bi nermî pirs kir:
“-Kîçax axam?”
“-Niha. Divê tu pîroznameyekê bo wî bibî. Kurekî wî ji dayîk bûye..”
Di ber çavêd Cano re, jina wî, çêla wî, xirarêd kayê, berf û alavêd agirî tevhev bûn, damarêd seriyê wî tijî xûn bûn, nizanî bû çi bigota, lê xweş zanî bû, ku Hemik axa ne ji bo kês û kayê ew xwastî. Bi tirs gote axayê xwe:
“-Niha?! Di va şeva sar û tarî de?!”
“-Erê niha. Qey tu ditirsî?”
“-Na..na..Tirsa min nîne.”
“-Eger tu ditirsî, were camek e’req hilde ser xwe, wê tirs bireve…”

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji berhemên kurdî

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…