Paşa yê gurrî

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, jinik bî hebû, yek kurê vî (wê) heye, piçûk e, şuxulê xelkê dikê, herro bi deh pere, ew deh pere didê bi nan, didê kurê xwe dixuwê.
Yek subeh rabû kurik ji xewê, go:“Yadê!.“
Go:“Çavê min!.“
Go:“Mi xewneg(k) dî.“
Go:”Xêr bê min.”
Go:”Mi dî bajar, em bi derxistin ji bajar.”
Go:”Xwed xêr bikê, kurê min.”
Mehek di holê çû, paşa ê bajar mir. Meclîs civiya, go:”Emê kê bikin paşa?.”
Go:”Teyrê dewletê bi derêxin.” Dibêjin ji hev re, “û berdin dem (da em) binêrin, ser serê kê ve deyne.”
Teyrê dewletê bi derxistin, berdan, ser serê kesig(k) dananî, çû ser serê kurikê jinê bî danî. Meclîs ecêb dîn, hilanîn ji serê wî, carig(k) dî berdan, dîsa ser serê wî danî, heta sê cara danî. Meclîs hemû go:”Qenc e, teyr minasîb dî, ser serê wî danî.” Kirin paşa. Xwedê erzanî kir ser rûyê wî, salig(k) didu bû giranî, xelkê bajar pere bi wa ra nema. Rabû paşa xezne vekir û pere li xelk(ê) bela(v) kir. Ew sal qedandin, salê hat xweş bû. Bakir meclîsê, paşa go:”Tembîh bikin li bajêr, ez deynê xwe dixwazim.” Tembîh kirin ser bajêr û ser mihela, go:”Paşa deynê xwe dixwaze.” Xelk gotin:”Em nadin.” Û xelk gotin:”Heq e.”Bi zor deynê xwe civand. Bajar dua’ kirin ji Xwedê ser paşa, go:”Ev paşa gurrî bibê, xêr li bajar nake.” Deh roj neçû, paşa gurrî bû, dikê û nakê sax nabe. Hekîma tîne, lê dinêrin, bi êşê wî nikanin.
Qazîg(k) ji dereg(k) dî hat, maa’zûl bû, li cem paşa mêhvan ma.
Ji paşa pirsî, go:”Çi hewala te ye, ev êş li te ket?.”
Go:”Nizanim, ji Xwedê.”
Go:”Dilê xwe safî bike ser bajêr.”
Go:” Inşallah dilê min safî ye.”
Jinê paşa heye, yek hêjayê malê dinyayê, gellik qenc e. Dilê qazî ket jinikê.
Go:”Ya paşa!” Qazî.
Go:”Libê, qazî.”
Go:”Emê şert bikin.”
Go:”Bêje.”
Go:”Tu(yê) jinê xwe bidê min, ezê dermanek nîşanê te bidim.”
Paşa dey ne kir, mitala dikşêne. Go:”Tu çi dibêjê, paşa?!”
Paşa got, go:”Ez sax bim, ezê jinê xwe bidim te.”
Go:”Ji te re vî sêvî li baxçe biçîne, wê darik sêv bi derkevê, wê sê sêva tê çê bibe, yeg(k) ji sêva subehî bixuwe û yeg(k) dî nîvro bixuwe û ê dî îvarî bixuwe, lê xeynî sêva tiştek nexu ew roj.”
Go:”Qenc e.”
Sêv da paşa, paşa sêv çand li baxçe. Qazî jinê paşa stand, bir, paşa ma bê jin.
Qazî jinikê bir bajar xwe, gihan mal, li mal peya bûn. Qazî sae’tek mayî ye, paşa bihîst qazî hat, bakir qazî. Qazî çû serayî, paşa gotiyê, go:”Set(d) kîs dayîn li te bi derket.” Qazî kir hepsê.
Go:”Mi mexe hepsê, jinê min heye ezê bidim te ji bedelê set(d) kîs.”
Go:”Qenc e.”
Go:”Mi berde, ezê herim bînim.”
Qazî çû jinig(k) bîne, giha mal, bê mehir bi jinikê ra çêkir û jinig bir cem paşa.
Go:”Vaye jinê min.”
Paşa lê nirî, paşa ecêbeg(k) dibîne, dibêje ev jinê qenc jinê qazî ye?! Şah (şa) bû paşa, jê stand li xwe mehir kir. Raza li nav nivînê, galgal kirin.
Gotiyê paşa, go:”Tu jinê qazî (yî)?.”
Go:”Xeyr.”
Go:”Lê jinê kê yî?.”
Go:”E jinê filan paşa me.”
Go:”Çima tu bi qazî (re) hatî?.”
Go:”Şert kirin, mêrê min gurrî bû, go ezê dermaneg(k) bidim te, tu sax bibê, û jinê xwe bide min. Mêrê min go: ”Bere bê û ez anîm bi xwe re û bê mehirkirin doh (do) giha min.”
Go:”Bi rast?.”
Go:”Erê.”
Bakir qazî, li meclîsê rûnişt û meclîs go:”Çima?.”
Go:”Bi hesisin, ezê xeberekê bêjim.”
Gon:”Bêje.”
Go:”Ev qazî hate cem (cemb) filan paşevek li cem ma, Xwedê êşek ser paşa danî, go:”Ezê dermaneg(k) bidim te.” Go:”Qenc e.” Go:”Tu sax bibê, jinê xwe bide min. Sax ne bû û jinik anî. Set(d) kîs min lê deyn heye.”- Meclîs dihesise – mi kir hepsê, go:”mi meke hepsê, jinê min heye, ezê bidim te ji bedelê kîsa, mi go:”Bere bê.” Mi berda, çû jinig(k) bînê, bê mehirkirin giha jinikê, pişt re jinik anî, da min, ne wilo ye, qazî?.”
Go:”Wilo ye efendim.”
Go:”Bakin cellada bere cellad bikin.”
Cellad hatin, serê qazî standin. Paşa jinikê li xwe mehir ne kir, kir xuhê xwe.
Paşa mêrê jinikê, sêvê wî çê bûn, sê sêv di darê bi derketin. Hersê sêv anî, yek seubehî xwar, yej nîvro xwar û yek îvarî xwar, paşa rehet ne bû.
Go:”Bavê min qazî kuta, hîle li me kir, jinê mi bir, nikarim herim lê bigerim.”
Maye mehek, hekîmek ji Yehûdiya lê tefiqî.
Go:”Çi di laşê te heye?.”
Go:”Gurrî.”
Go:”Kesik nîne sax bikê?.”
Go:”Na.”
Go:”Bi quwetê Xwedê ezê sax bikim.”
Go:”Tu sax bikê çi bixwazê, ezê bidim te.”
Yahûdî go:”Rabe keçikek bi nîşan ji mi re bîne.”
Keçikek bi nîşan anîn.
Go:”Xortikek hê negiha kesik ji mi ra bînin.” Xortikek hê negiha kesik jê ra anîn.
Go:”De rabe keçikê û kurik li hev mehir bikin.” Keçikê û kurik li hev mehir kirin li mala paşa.
Hekîm got kurik, go:”Mehila xwînê ji keçikê nazil bê li ser erdê, firaqek li ber xwîn deyne, ji boyê xwîn, me keçikeg(k) da te bê pere.”
Go:”Bere bê.”
Çû xortig(k) zewicî, xwîn berhev kir, Çû cem paşa, laşê paşa duhên (duhun) kir bi xwîn, ji porê serê wî hetta bi lingê wî. Paşa sax bû. Çermek nû jê ra çê bû. Rabû du qantir bar kir zêr û da Yehûdî.
Go:“Ji xwe re bibe bexşîş.”
Yahûdî çû mala xwe. Diyê keçikê hat cem paşa, daw kir (dee’we kir), go:”Qîzê min xera kirin.”
Paşa got, go:”Yadê, me qîzê te mehir kir li yeg(k) gundî, ezê qelen bidim.”
Diyê qîz go:”Qenc e.” Diyê keçikê razî kir, û keçikê û kurik teî’nê ve ji cem paşa bi derketin.
Paşa karê xwe kir; herê li jinê xwe bigerê, qazî û muftî bi xwe ra bir, çûn pirsîn li bajara qazî, gihan bajara qazî, çûn serayê, li serayê peya bûn li cem paşa, îzzet û kram (îkram) ji wa ra girt. Ji wa pirsî, go:”Hûn ji çi ra hatin?.”
Go:”Dee’wê me li qazî heye, qazîk te hebû, te şand derek(ê), hukum dikir, mee’zûl bû, şevek li ce me ma.”
Paşa got:”Ez bihîstim şuxul çawa ye, mi qazî kuşt.”
Gotin, go:”Lê jinik kanî?.”
Go:”Li cem min e ji bedelê set(d) kîs, set(d) kîsê mi bînin û jinê xwe bibin.”
Gotin:”Bake jinikê, bere bê vir.”
Bakir jinikê, hat meclîsê, gotin:”Tu ne giha jinikê?.”
Go:”Xeyr, bere jinig(k) bibêje.”
Jinig(k) got, go:”Ji rojê ez hatim, paşa birayê min e, lê qazî giha min carik.”
Mêrê wî (wê) go:”Kesik yê qazî li vir nîne?.”
Gotin, go:”Keçik wî heye û kurik.”
Go:”Kurê wî bidin min ji bedelê giha jinê min.”
Kurê qazî danê, rabû, set(d) kîs da paşa û jinê xwe anî.
Hatin bin mal, rê winda kirin, evdek li wa tefiqî, werîsek vê ra heye, paşa û qazî û muftî destê wa girêda. Hersê avêt çalê û jinig(k) bir û kurik. Evd dibêje bi dilê xwe kurik kurê jinikê ye. Zanî bû ne kurê jinikê ye wê ew jî avêtaya çalê. Jinik û kurik anî, bir li şikefta xwe danî. Evd giha jinikê. Bi derdikevê, derî digirê.
Paşa û qazî û muftî hevdu vekirin. Bazirganek ser devê çalê bihurt, sekinîn av vexun, werîs û dol nazil kirin, av ji çalê dol girtin, dikin û nakin, ji jor nikarin bikêşînin. Bazirgan peya bû, li çalê nirî, dî zilam li çalê hene.
Go:”Hûn çi tişt in?.”
Gon:”Em zilam in.”
Bazirgan û xulamê xwe hersê zilama bi derxistin.
Go:“Çima hûl (hûn) li çalê ne?.” Ji wa pirsî.
Gotin, go:”Hal û hewalê me ev e.”
Bazirgan çû, hersê man, hespê wa gur kuşt.
Go:”Em çawa çi bikin?. Em peya nikarin bimeşin.”
Ji hev ra dibêjin.
Paşa go:”Em herin mal? Em jinikê bigerin?.”
Qazî go:”Emê herin mal.” Tirsiya.
Muftî go:“Em naçin, emê li jinikê bigerin.“
Çûn li jinikê digerin, şikefteg(k) dîn. Devê şikeft(ê) girtî ye, vekirin, malê dinyaê tê da heye, jinig(k) dîn û kurik rûniştî, jinik bi hemil bû ji evd, sê hespê evd yê bayê hene, hersê bi derxistin, her yek li yek suwar bûn (bû) û jinik û kurik anîn, gihan mal.
Xwedê kurik da jinikê ji evd, bavê xwe nas nake, ji paşa ra dibê bavê min e, e’limandin, mezin bû, newêrê kesik li ber wî dey bikê. Evd hat şikeftê, kesik ne dî, dîn bû, li jinig(k) digerê. Agiha bajar, ji bajar kuşt, mee’lûmê paşa kirin, gon:“Evdek li dergahê heye, xelkê dikujê.“
Paşa bakir kurê wî, go:“Here, evdik li ber derî heye, hed (hat) bajar xera bikê, here bikuje.“
Rahişt şûrê xwe û çûye evd. Bavê wî dî, nas kir kurê wî ye, destê wî sisd(t) bûn li ser şûr. Kurik nizane bavê wî ye, bavê xwe kuşt, hat mal.
Got paşa:“Yabo, mi evd kuşt.”
Go:”ê qenc e, kurê min.”
Paşatî ji bavê xwe stand, ew hukum digerînê kurê qazî li cem wa ye xulam. Tu ji me ra sax.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya
Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.