Nezerê Mêrxas, 1937 Êrîvan, Têmûrê Xelîl, Edo Makuyî

Têmûrê Xelîl Mûradov
2-oy Perevlok Fû çîka
Dom.7,k.8
ÊRÊVAN. 375078-USSR
Tel: 35.10.20 (mal)-52.97.41 (kar)

Nivîsîna Tîpa Latînî
Edoyê Simkoyê Mikoyê Elîyê Dûmanê Kelboyê Omo, xelkê Kela Makê ji Qezvînê
03.09.2011
Taypkirina Destnivîsa Tîpguhêzbuyî: Ejderê Pîriyê Sarmanlû

1937 891.99-3
13 4074
559-72

Nezerê Mêrxas
Divê navê merîkî belengaz dive, navê wî Nezer merîkî bêmerîfet û tembel dive, xwe jî ewqas tirsonek, ewqsa tirsonek, wekî tenê gavek jî ji cî nediliptî, herkê te wî bikuşta jî, sibê heta êvarê rex jina xwe rûdinişt, tev wê diçû derva, tev wê jî dihate mal. Bona wê yekê jî navê wî datînin Nezerê tirsonek.
Ev Nezerê tirsonek şevekê tev jina xwe derdikeve ser şêmîkê, diçe derva. Çaxê ku derdikeve ber derî, dibîne wekî şeveke hîve xweşe, dibêje:
-Jinik, çi şeveke ber bazirgan birrînêye….
-Ez dibêm hema rabim, herim pêşîya wan bibrrim, bînim mal tijî kim…
Jin dibêje.
-Dengê xwe bibire, cîyê xweda rûnê, tu li bazirgan birrîyê min binêrre….
Nezer dibêje:
-Jina nes, tu çima nahêlî ez herrim pêşya bazirgan bibirrim, talan kim, bînim mal tijî kim. Edî ez mêrê çi me, êdî çima ez kum datînim serê xwe, wekî tu dikî ber min xeber dî.
Ku gelekî şer dike, jinik dikeve malê derî dadide.
-Xwelî bikim serê teyî tirsonek, de naka here pêşîya bazirgan bibirre.
Eva nezerê me derva dimîne, ji tirsê zirav qetyayî dive. Çiqas jî teweqe dike, reca dike, wekî jin derî veke, çare nave, derî venake. Çara wî tê birrînê, diçe bin dîwarekîda diqincile, bi tirs û ricaf şev derbaz dike, hetanî sibe safî dibe.
Nezer bi xeyd bin berrojê dîwarê bi tev disekine, wekkî jina wî bê, wî bive mal û fikir dike. Roja havînêye germe, mêşêd nes, xwe jî ewqas tembele, wekî taqet nake pozê xwe temîzke.
Mêş jî tên ser poz û lêvê wî rûdinên tijî dibin. Wextê ku gelekî êciz dikin, destê xwe hildibirre li rûyê xwe dixe. Çaxê ku li rûyê xwe dixe, mêşa dikuje, mêş li ber tijî divin.
-Wa… ev çîye…. Ecêb mayî dimîne dixwaze ku bijmire, wekî bi derbekê şend mêş kuşt, nikare. Fikrê dike, wekî ji hezarî kêm nîne. Wa…dibêje, e merekî wa bû me û heta îro min nizanbûye…..Ez ku bi derbekê dikarim hezar serî bînber heywan bikujim, êdî çima rex evê hina bêkêr rûniştime…
Ji vira radive hema rast diçe cem keşîşê gundê xwe.
-Keşîş, xwedê xweyî ke.
-Xwedê te xweyî ke, lawo
-Keşîş, lê tu navêjî tiştekî wa qewimî.
Mêrxasîya xwe şirove dike û pêra jî melûmetîyê dide, wekî wê ji jina xwe dûr keve, tenê reca dike, wekî keşîş mêrxasîya wî binivîse, wekî inda nebe, gişk jî bixûnin pê bihesin. Keşîş jî bona laqirdî ser pînekî dinivîse:
-Nezerê mêrxas, ne altbûyî, ku yek lêxe, hezar dikuje.
Û dide wî. nezerê me jî ew pîne ser darekî qewîn dike, şûrekî jeng bûyî jî pişta xwe girêdide, kerê cînara xwe sîyar dive û ji gund diçe.
ІІ
Ji gundê xwe derdikeve, rêk dide ber xwe û diçe. Xwe jî nizane ev rê kuda diçe.
Diçe û diçe, carekê jî paşda dinhêrre, dibîne ku ji gund dûr ketîye. Hema vira jî tirs dikeve dilê wî. bona ku dil bide xwe, bin pozê xweda dike ginegin, distirê, xwe bi xwera xeber dide, ser kerê hêrs dive. Çiqas diçe dûr, ewqas jî tirsa wî zêde dive, çiqas ku tirsa wî zêde dive, dengê xwe aqas bilind dike, qarreqarr, qajeqaj hewar û gazî dike, pêra jî ker dike zirre zirr…ji vê qarre-qarrê û qîrînê teyrê ser darêd nêzîk difirrin, kêwrîşk ji bin belga dirrevin, beq jî ji hêşînayê xwe davêjin avê…
Nezer dengê xwe diha bilind dike û sewdaserî dibe.
Lê çaxê ku dikeve nav mêşe , -wî tirê wekî ji bin her darekî, ji bin her belgekî, ji pişt her kevirekî, wê niha cenewir yan qaçax hucum kin ser, ji tirsê dike qîrre qîrr, usa dike qîrre qîr, bira nekeve guhê te.
Tu nebêje hema evî wextî gundîk nişkêva hesp dikişand û mêşeda dihat. Eva dengê ecêb çewa ku dikeve guhê wî, disekine.
-Wa, dibêje, ez jî gihîştime vira unda bim? Heye tune vana cardin….
Hespê xwe dihêle, dikeve mêşê bintara rê, du lingê wî hebûn, dudu jî deyn dike û dirreve.
Bextê te hez kim Nezer mêrxas, bi qarre qarr tê dibîne hespeke zîn kirî orta rê sekinîye bona wî. ji kerê peya dibe, ewê hespa zînkirî rûdinê û dîsa di rîya xweda diçe.

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....