Mûyek ji histoyê hirç

(Kurdîkirina efsaneya Japonî „Tsukina waguma“) (*)

Cankurd, 11.01.2012
Çi hebû, çi tune bû…
Jineka ciwan, ku mêrê wê çûbû leșkeriyê, bi tenê xwe, di maleke hejaran de, li tenișta daristanekê dijiya. Ew bi roj gelek xemgîn dibû û bi șev jî balifê wê ji hêstiran her șil dibû, ji ber ku wê pir ji mêrê xwe yê dûrketî hez dikir û bîra wî dikir.
Paș ku çend sal derbas bûn, mêrê wê vegeriya, lê nema wekî berê be. Ew pir hatibû guhartin, êdî herdem rûtehl, xeyidî, gilîpir û tew nedixwest bi kesekî re bipeyive an bijî. Hezkirina di dilê wî de zuwa bûbû û wilo dixuya, ku ew gelek nevîna jina xwe dike.
Jina wî dizanî, ku leșkeriyê teviya mirovatiya wî revandiye û tenê Xwedê dizane, ka wî çendîn tehlî, êș û bêmirovatî di cengê de dîtiye, herroj dîtina kuștiyan û bihîstina nalîna birîndaran rewșa wî tevlihev kiribûn, hiș û dilê wî wekî bêșeyeke bê av û bê dar bûbû, ku tenha vîngevînga bahozên tund jê tê. Lew re ew jin beziya çû bazarê, xweștirîn xwarin û baștirîn diyarî ji mêrê xwe re kirrîn û anîn li ber wî danîn, hema çi mifa jê negirt, mêrê wê wekî xwe ma, ne bi wê re peyivî, ne bi wê re lîst û ne jî bi wê re raza. Gava wê bizava xwe dikir, ku xwe ji wî ve nêzbike, wî jinik ji ser xwe têvedida û tenha bi dengekî nizim digotê:“-Min bi tenê bihêle, jinê!“.
Jina xemgîn, nedixwest mêrê xwe ji dest bide, lew re bizava xwe kir, wî bibe ser toxtir, hema mêrê wê neçû û bi dizîka got:“- Min bi tenê bihêle, jinê!“. Jina wî rabû, çû ba cadobazekê „Sihirbazekê“, ku li wan deran navdar bû û pir jin dihatin ba wê, jê re kul û derdên xwe digotin, wê jî ji wan re șopên di fincanêd qehwê de dixwendin, an jî li ser qûmê xêzik û giloverk bi darekî pêda dikirin, û ji wan re dermanên kul û derdan digotin an jî li ser kaxedekê hinde peyvên ku kesek tew tênagihe dinivîsandin û ji wan dixwest ku wê kaxedê di avê kin û avê bidin yarê xwe…Wekî dixuya, li ba wê hemî dermanên evîn û nevînê, dostanî û neyartiyê, dilpêxweșî û dexsîniyê hebûn…
Jinika xemgîn çêroka mêrê xwe, ji xanima cadobaz re, bi firehî got û li hîviya dermanekî ma. Cadobaza zîrek û jêhatî got:
„-Tenha yek çare heye, ew jî pir giran e ji jineka jar û dilșikestî re.“
„- Çî ye? Ez amade me zêrê gerdenê xwe bidime te.”
Wilo got û dest avêt zincîreke zêrî, ya ku li dor gerdenê wê yê mermerî bû, ji histoyê xwe kir û ber bi wê dirêj kir. Zincîra zêrîn li ber rohniya ku mûmekê davêjt dor wan, di wa mala tarî de, vebirîsî. Cadobazê ew zincîra giranbiha bir, xiste berîka cilê xwe yê hevrîșmî û bi gelek neqișin tirsavêj bû. Piçekî bêdeng ma, pișt re got:
“-Tu yê biçî nav çiyayê li paș daristanê, li wir hirçekî pir girs û bi hêz heye, ku ta niha gelek nêçîrvan kuștine an birîndar kirine, hinekan jî ji tirsa wî re xwe ji zinaran ve avêtine xwarê û mirine. Tu yê biçî mûyekî wekî berfê sipî ji histoyê wî hirçî jêbikî û ji min re bînî. Ew dermanê mêrê te ye. Ji wî mûyî pêve çi derman ji nexweșiya mere te re nînin.”
“-Malava…Malava xanima mezin û giranbiha… Ez yekser diçim û mûyekî wekî berfê sipî ji histoyê wî hirçî ji te re tînim.”
Wilo got û ber bi mal ve beziya. Ew bi hêvarê re giha mal. Di wê șevê de hemî tiștên, ku bo hilkișîna nav çiya pêwîst bûn, civandin ser hev, tûrekî xwarinê jî amade kir, û heta sibê ji xwe re strana nêçîrvanên çiyayî „Arîgato zaișu“ stra, ku têde tê gotin „Çiyayo malava, ku te hêla ez hilkișim ser pișta te.“
Bi berbangê re, barê xwe hilda ser pișta xwe, tûrê xwe yê xwarinê bi milê xwe xist, çoyekî dirêj kire destê xwe, ji mal derket, di nav daristanê re, rûyê xwe da nav çiyan û di rê de strana xwe stra. Di nav geya re, di nav darên bilind re, ku kokên wan qelew bûn û damarên wan di zevînê de pir kûr çû bûn û fireh belav bûbûn, pișt re di nav zinarin girs re, ên bi șêwazên xwe tirsavêj bûn, di nav kelemên siq re, ku wekî hoz û zincên mezin dixuyan, bi tenê xwe, bi jor ve hilkișî, lê nema dikanî bistirê, bihna wê leztir û kintir bû û zoreke giran hate ser damarên dilê wê…Wê dizanî, ku tenha jineka pir ji mêrê xwe hezdike, bi bizaveke wilo dijwar û encam nenas radibe…Wê jî ji mêrê xwe hez dikir.
Herku çû rê tengtir û bêçaretir bû, zinar tûjtir û bilindtir bûn, kelem û histirî bêtir bûn û birînêd wan li ser rû û destên wê xûnîtir bûn. Li ber çavêd wê hinek tûm wekî pêjnên Reșkên șevê an jî wekî yên Gonê diyar bûn. Tirsê dilê wê girt, hema hezkirina mêr berxwedana wê li hember tirsê xorttir dikir. Bi dengekî bilind, bi wan pêjnan re, peyivî û xwest bi wê șêweyê siya tirsê ji ser dilê xwe winda bike:„Dev ji min berdin, ji min bi dûr kevin, qey ez ne ji merivên we yên mirî me? Ma hûn tew li dilê min ê ji xeydê zuwa bûye nanêrin? Ez û we merivên hev in, govdeyê min herroj jar dibe û heger mêrê min sax nebe, ez ê jî wekî bibim canekî bê govde.“
Li dawî, berf xuya bû, wîçewîça hinek firindan hate guhên wê, bayekî sar û xweșik kete difna wê û xiftexifta berfê di bin solên wê yên çermî de bilindtir bû. Ew gihaye ser milên çiyayê gir, ku hîn berî pêdabûna mirovatiyê li wir wekî dêwekî mezin mexeliye.
„-Hirço, tu li ku yî? Ez li te digerim, da mûyekî sipî ji histoyê te yê qaling bistînim…Ne tirse, were, ji șikefta xwe ya sar derkeve û bila em rû bi rû bi hev re bipeyivin, em bazarekê bi hev re bikin, tu mûyekî bide min û ez jî giș xwarina xwe bidim te…Were, qey tu ji jinekê ditirsî an tu fedî dikî?“
Teviya wê rojê, ew li nav çiya geriya, hema hirçê pirç sipî nedît. Bi șev jî xwe di bin zinarekî de kom ser hev kir, xwe bi kurkê xwe, yê ji postê beranekî bû, pêça, û ji xwe re hizirî:“-Heger îșev bêtir berf bibare, ez ê bi roj baștir rêç û șopên hirçê xwe li ser berfê bibînim…Ez ê bi pey wan rêçan kevim, ta ez wî dibînim.“
Wilo got û ji ber ku pir westa bû, çavêd wê bi zûkî hatin girtin û ew di xew ve çû. Wê șevê xweșiktirîn xewn di jîna xwe de dît. Mêrê wê li ber wê digeriya, ku ew bi wî re di avkoyekî „hewzoyekî“ ava germ de danîșe û bi wî re bilîze, wê jî xwe giran dikir û dihêla ku mêrê wê gelek caran tika jê bike.
Roja dî, ku royeke mezin û tîngerm di ser seriyê wê re pesindariya çelengiya xwe dikir, dît ku rêçên hirçekî di berfê de, ku bi șev gelek jê barî bû, dixuyin. Ew dilșad bû û bi lez û bez bi pey wan rêçan ket. Paș nîvro giha ber devê șikefetekê, ku hindir wê tarî dixuya. Di dilê wê de, hîviya dîtina hirç û tirsa ji wî hirçî tev li hev bûn. Rabû hinek pelên goștê hișkkirî, ku ji tûrê xwarina xwe derxistine, danîn ser destmalekê û li ber devê șikeftê ji hirçê xwe re wekî xewaneke piçûk amade kir û gavek bi paș ve avêt, pișta xwe da zinarekî ku hîn șil bû û çavrêya șahê çiya kir. Bihna goșt giha difna hirçê, ku demekê li wan deran birçî mabû. Seriyê xwe yê giran rakir û ji șikeftê derket, carekê li herdu aliyan û li pêș xwe nêriya, dît ku destmaleke bi pelên tenikên goșt li ber wî ye. Hirç yekser guman kir, ku dîsa nêçîrvanên xiniz û davbaz hatîne wî bigirin. Carekê difna xwe bi jor ve hilda, bihna rîș û kelemên li jêr kir, hurmîneke tirsavêj ji wî hat, ku newalê li xarê deng veda, û li ser histoyê xwe, yê ji yê șêrekî qalingtir bû, geriya û bi hindirê șikeftê de zîvirî.
Jina ku govdeyê wê ji tirsê lerizî bû, bang li wî kir, got:
„-Vegere keko, vegere, ez nehatîme nêçîra te bikim, ez ne neyara kesekî me, mêrê min nesax e û ez hatîme tenha mûyekî ji histoyê te bibim…Ka bide min û ez teviya xwarina xwe ji te re dihêlim.“
Hirçê ku xeyidî bû, lê cara yekemîn e ew dengekî wilo naz û nerm di jiyana xwe de dibihîse, demekê bêdeng û bêliv, di șikeftê de, ma, pișt re dîsa derket û hat li ber destmala rêxistî, li ser du lingên pașîn, rawesta û li jina, ku li ber zinarê ji tirsa tevizî bû, nêriya, dît ku ew bê deban ‚sîlah‘ û bê dav e. Carekê goștê ser destmalê bihin kir, dîsa hurmîneke bilind jê hat û zîvirî hindirê șikeftê.
Jina ku hîvî di sîngê wê de çelmisî, heta bi hêvarê li benda hirçê gerdensipî rawesta, lê hirç derneket, û ji tirsa ew newêrî bû biçe hindirê șikeftê. Wê șeva xwe, li binê wê zinarê, birçî û qerimî, di nav kurkê xwe de, wekî berxikekî li çolê windabûyî, derbas kir.
Roja dî, bi hișekî nû, bi biryareke bêtirs, deng li hirç kir û hîviya standina mûyekî sipî ji histoyê wî, di dilê wê de, bilind bi hêztir bû. Hirç derket, yekser kire hurmîn û bi ser wê de beziya, lê ew di cîh de rawesta, ew nereviya û neșiviya. Hirç lepekî xwe yê mezin û dirnaxtûj bilind kir, ku li seriyê wê bide û wê parçe-parçe bike, dawiya derdê wê bîne. Hirç dît ku ew jinik netirsiya û xwe tew nelivand. Lepê xwe danî û got:
„-Tu çi ji min dixwazî, heger tu nehatî nêçîra min, wekî wan hemî mirovên ku kuștina ajalan ji xwe re kirine kar û bar, tu li van çiyan li çi digerî?“
„-Șahê çiya û baniya! Ez hatîme mûyekî sipî ji histoyê te bistînim, da ez ji mêrê xwe yê hezkirî re bikime derman.“
„-Aha…! Qey ez bûme dermanê mirovan? Lew re van hovên dulingî me ajalan dikujin.“
„-Ez tiștekî dî ji te naxwazim. Ez ê hemî xwarina xwe, ya ku min hîn dest tênedaye, ji te re, bihêlim.“
Hirç carekê kûr li çavêd wê yên bi hêstiran șil bûne nêriya, kire fișefiș û got:
„-De bila… Hema ji nișka ve hevdeyekê ji pirça histoyê min rakișîne, gava ez bêșim, ez ê te bixum.“
Wilo got û histoyê xwe daxist. Jinikê bi lez mûyekî sipî ji histoyê hirçê, ku wekî zarokekî girs li ber wê mexelî, hilkir û bi șûn ve hilgavt, tûrê xwarinê ji milê xwe kir, ber bi hirç avêt û gotê:
“-Malava…malava…malava!...Vaye xwarina min tev ji te re.”
Hirç berken bû, kembera, ku tûrik pêve hatibû bestin, xiste nav diranêd xwe yên tûj, ji cîh hilgavt, bi dilekî șad li wê nêriye, weku ew bi dayîna xwe serbilind bû, an jî di bazaar xwe serkeftî bû, hevdeyeke birça xwe bi tûrekî tijî xwarin û goșt guhart. Ew ber bi șikefta xwe ve çû, xiftexifta berfê di bin pêyêd wî yên giran de hate guhên jinikê.
Wekî ew di gelek astengiyan re hilkișiye ser milên çiya, wilo jî ew hate xarê, ji ber ku dilê wê bi hers lêdida û ew bi lez dadiket, da bi zûkî li mêrê xwe vegere û dilê wî yê șikestî û ji wê sar bûye dîsa vejîne û bi hezkirinê piyala wî dagire…Di rêya daketinê de jî strana „Arîgato zaișu“ stra.
Ew çû ba xanima cadobaz, ku hîn di mala xwe ya kevnare de, wekî pîrkebûskekê daniștibû û çavrêya wan jinan dikir, ku amade bûn her tiștekî bidine wê, da ew ji wan re gotineke hezkirî bike an kaxedekê ji wan re binivîse.
Gava ew bi hinder ket, cadobaza jêhatî gotê:
“-Tu hatî?. Qey tu destvala hatî?“
„-Na…na…ez destvala nehatî me. Min anî, min mûyekî sipî ji histoyê șahê çiyan anî.“
Wilo got û mûyê sipî xiste destê cadobaza ku tew bawer nekirî bû. Mû di destê xwe de livand, dirêjiya wî bi tiliyên xwe pîva, bihin kir û kurtedemekê li jina piçûk nêriya, ewa ku ji kabê de dilerizî û nizanî bû, ka cadobaz wê çi bi wî mûyî bike, wê çi dermanî, ji mêrê wê re, ji mûyekî hirçan pêda bike. Dawî jina cadobaz got:
„-Rast e, te mûyekî ku min ji te xwestibû aniye. Guman tê de nîne.“
Wilo got û mû avêt nav agirê pixarê, ku yekser çîk da û hate sotandin.
„-Te çi kir? Te çima hêla ez wilo bi êș hilkișime ser milên çiya, ewqas bitirsim û li ber hirçekî birçî bigerim, sê roj û du șevan di sermayê û di nav berfê de bimînim, da ez ji te re mûyekî bînim, tu ji mêrê min re bikî derman, û tu wî mûyî davêjî nav agirê xwe?.“
„-Keça min a delal û wêrek, tu bi tewateke bêwekanî di nav wan rîș û keleman re, di nav wan zinar û belanan re, ta bi milên wî çiyayî hilkișiya, tu li ber hirçekî geriya, te bi zimanekî nerm dilê wî nerm kir, da ew mûyekî sipî ji histoyê xwe bide te, tu dîsa bi lez û bez daketî, ji çiya hatî newalê, birînên bi êș di dest û rûyê te de…qey tu nikanî wilo bi tewat mêrê xwe jî kedî bikî?...Rabe here mala xwe û bizane, ku ji te pê ve kesek nikane mêrê te derman bike. Bi tewat û wêrekî, tu yê dilê mêrê xwe jî nerm bikî. Eve dermanê te bû û bersîva hemî pirsên te bû.“
Wilo got û zincîra zêrî ji berîka xwe derxist û ber bi xudana wê dirêj kir…
------------------------------
(*) Kurdîkirina efsaneya Tsukina waguma, ku li nav gelê Japonî nas û belav e, ewa ku xanim a navdar Clarissa Pinkola Estés di pirtûka xwe ya giranbiha „Gurejin“ de, di bin navê „Histoyê hirç“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîkirin ne wergerandine. Cankurd

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Mûyek ji histoyê hirç

Cankurd kullanıcısının resmi

Mûyek ji histoyê hirç

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…