Memê Alan û Zîna Zêdan * Nivîsîna kilam, ber şirîtê ji Edo Makuyî *

Min di sala 1997 an da şirîtek ku kilama Memê Alan û Zîna Zêdan li ser bû, guhdarî kir û min destbi nivîsîna kilamê kir û piştî 3-4 salan jî, min wê da çapkirinê.

Memê Alan û Zîna Zêdan

Beşik li istrana çîroka Mem û Zîn
Lo lo xerîbo, rê dûre ez bi qurbana Memo . Lo lo Memo dilê mi helyane, ez bi qurbana te me dilê mi helyane. Serê dilê mi girtî jane, nava dilê mi girtî mij û dûmane, mi jî xwe daye tebeqa heftane, bajarê me bajarê Mixurbîyane, heyran seyr bike bajarekî pir girane, çêkirina wê bajarê, pir girane . Heyran seyr bike koşe li ser koşane. Ji bona rewşa dinyayê Zîncîrê zîv û zêrê dane. Bajarê me ser çar mehelane. Her meheleklî, ser çar mehelane, her mehelek li ser çar hev camîyane. Her camîyek li ser çar hemî navane .
Şerefa mi nava zêrê zîvê hildane. Pencerê zerê davêje ji malê xwe dane. Lolo Memo ez bi qurbana te me. Serê dixwîne bang û selane . Behrê beleke behrê Ûrmîyane, 500 hev malê Yehûdîya têda xizmetê dibîne ji bona Memê Alane. Lolo felekê xwe bide yane. Lo lo birawo li wê bajarê hene sê birane lolo birwo, li wê bajarê hene sê birane em her sê jî bextreşin ûrtê me jî xelkê ra mane, rebê rûyê me nedaye kenandinê, nedaye ewladekî lawane. Îro li welatê, eyd û eyda hacîyane, zeriya dergûşê xwe ber pesîrê xwe dane, çûne malê bavane, xarzî diçûne malê xalane.
Bilind dikirin destê xale, diçûne destê xalane. Xal diçûne rûyê mi dî destê xarzane, ap diçûne destê wê sibekê birazyane. Biraz jî diçûne destê wê apane, her sê birane, bûne qûre qûrê wane, liser hevda giryane, lolo li me ra hatîye eyda hecîyane . Kesek naye ditîna me her sê birane. Lolo bira ez bi qurbana te me .
Her sê bira bûne qûre qûrê wane liser hev da giryane.
Birayê mezin navê wî Qeretajdîne, emrê wî ketye 110ane. Birayê orte navê wî Mîr Ebdulrehmane emrê wî ketye 78ane. Birayê biçûk navê wî Mîr Tajdîne. Emrê wî ketye 65 ane. Qeretajdîn, gazî kir her du birane, mi dî her sê bi hevra meşyane, li devê hewzane, lolo qûre qûrê wane, li ser hevda giryane .
Lo birawo eyda hecyane îdî kesek naye dîtina me her sê birane, em her sê jî bextreşin rebî nedaye me yeke ewladekî lawane. Vê bajarê me jî maye bê xweyî bêxudane. Qeretajdîn gazî kire Mîr Ebdul rehman û Mîr Tajdîne, go rabe kilîda lêxe devê xezînan û defînane, belabikin feqîr û fuqerane belkî rebê alemê bide xatira mezinaya şahê merda kana kerema heyra bide xatira navê mezinaya navê xwe belkî bide me ewladekî lawane, bajarê me jî li nava xelkêda nemîne bêxweyî û bêxudane. Lolo birawo rebê alîya ew şev qasidê ser li heyra wê sibekê xocê Xizir kalê nûranî peryayê sibê qasidê şevan û rojan kirîye şandîye mîvanîya her sê birane. Çû mîvanîya Qeretajdîn, hate li xewnê da go Qeretajdîn, sefera xwe bîne gelo neke wan gotin û kale kalê hane. Rebê alîya qedera te kirîye serê qîza şahê paryane. Ew hermeta kore bi her du çavane, seqete bi her du destane, topale bi her du nigane. Rebê alemê bide bi der deva hemleke pir girane, veqtê siet û sanyê wê temam bibe wê bide ewladekî lawane. Ew şev heyata de temam bira li hevdu top bibe, bi dengê şalûl û bilbila, qîrînê dengbêja heyran tu bala xwe bide, dengê bizirxanê na welleh lêxî li defê dewrêşa, heyata devra temam li hevdu top bûne .
Navê wî danî Mîrê mezin Mîrê şirîn ez bi qurban navê wî danîne Memê Alan . Lo lo birawo rebê alîya qedera Qeretajdîn kirîye serê qîza şahê perîyane .. navê wê hermetê Zilêxane kor be bi her du çavane, seqet be bi her du destane, topal be bi her du nigane. Rebê alîya li terya xwe da daye ber devê wê hermetê hemleke pir girane. wextê sietê wê temame, daye ewladekî lawane , binêre qîrînê dengbêja li serda şalûl û bilbila, di dîwana Qeretajdîn da, bajarê Mixurbîya jî xelkêda nemaye bêxweyî, bêxudane, îşev daye heyran ewladekî lawane. Ew şev navê wî danîne Mîrê şirîn Memê Alane, heyran seyr bike bi şevan Memo ji nisla Siltan Silêmane, xelk mezin dibe bi rojane Memo mezin dibe bi sietan û sanyan û deqîqane. Lê karê wî zelamê kitêb û edebê zemane, çavê wî mexluqatê alemê neketîye li xêncê aliman û şêxan û melane bavê Memê rabû jêra qesrekî girêda li ser serê 48 behrane .
24 dîrekê wê na welleh koşe binê behrane ,24 dîrekê wê dîrekê roj nîye te mal Mîrat şax berdane binê behrane textek jêra girêdaye 24 nigane. Temam aqût û zêr û zîvê têda li hev civyane ,ew dunya derewîn qîmetê wê pir girane, ne tê kirînê, ne tê firotanê, qîrînê şalûl û bilbilane, kêf dikin li binê dîwana Memê Alane. Lebê masê bilx davêje binê behrane, heyran got temam, sedem xatirê Memê Alane, li vê bajarê Mixurbîya hene sê birane her sê jî feqîr in îdara xwe bi torê dikin heyra gelo torê avîte behrê, jê derxistin Bozê Rehvan kurê behrane . bi desgira wê heyvanê girtin birin serê kuçe suqaq û çarşiyane, ji wan sê birana, birayê mezin gazî kir got ewa layiqê filan sê cimcimane, birayê tewrê ortê got; ewa layiqê lawê siltane, birayê tewerê biçûk got; eva ne layiqê tu kesane, wisa nekirîye rebê alemê daye Qeretajdînê ewladekî lawane . Emê bi destgira Boz bigrin beherin derê Mîr Tajdîne apê Memo biçûk jêra nekirîye hedyek girane, îro rebê alemê rûyê me dide kenandinê emê beramberê Bozê Rehvan kurê behra, bikşînin xurcê zêrane, heyran girtin destgira Bozê Rehvan kurê behrane heyran bala xwe bide bînê derê Mîr Tajdîne. Lo lo birawo ez bi qurbana te me, mi dît şirîn kete wê heyvana hane . Heyran welleh mi dî lez ketîye bajarê Mixurbîyane cam nema li berê pencerane, temam ketin erdê bûne 24 qetane, ji ber dengê wê heywanê hane, tu bala xwe bide Mîr Tajdan derketî derê dîwana pir girane, got rebê alemê daye birayê me ewladekî lawane mi jî birazê xwe ra nekirye îhsan û keremek pir girane. Ezê jêra Bozê Rehvanê kurê behrane, bikşînim beramberê wê zêrane, îro destgîra wê heywanê girtin kişandin binê qesra Memê Alane. Lolo birawo ez bi qurbana te me, xelk mezin dibe bi şevan û rojane, Memê mezin dibe bi seet û sanyan û deqîqane, îro tu binêre li keyfa Memê Alane. Hemû Mîran pêşîya xwe daye derê dîwana pir girane, hene sê hev qîzê şahê peryane, xûşka mezin, navê wê Esmerxane, xûşka ortê navê wê Gul e, lê xûşka tewrê biçûk navê wê Rihane . Her sêk ji nisla Siltan Silêmane, gava dixwedin ismê minecim li xwe dikirin postê kebokane
firdida berê xwe dane Xas baxçê.

Nivîsîna kilama han ber şirîtê ji Edo Makuyî
1997

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…