Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê

Bi navê Xweda yê Dilovan û Dilovîn
Hemd ji Xweda ra û Selat û Selam liser Resûlê Wî be!
Walî got mela şertên îslamê çendin? Mela got yek e!
------------------- --------------------------------- ---------

Min xwe negîhandê lê, rûsipiyên me gelek behsa Mela Îbrahimê Mixakomê dikirin. Mixakom gundek li deşta Mûşê ye. Mela Îbrahîm jî melayê gund e. Dem dema medresa ye. Li her gundî mizgehftek, li her mizgeftî hucrek bo feqiyan heye. Hucra feqiyan bo mela jî, bo feqiyan jî, bo gundiyan jî pirr girîng bû. Ciyê tehsîla ilmê û zanînê bû. Heya carnan denbêj û sitranbêjan liser hucran sitran jî digotin.
Dema ez zarok bûm tê bîra min di govenda da kilama feqiyan digotin.
Can canê can, can canê can hucra feqiya mezin e…… Wiha dewam dikir diçû.

Dewletê dixwest ku Kurda bi awahê olî jî asîmîle bike. Boy vê medrese qedexe bûn. Di dema min dest bi xwendina medresê kir jî, ev qedexeya didomand. Dema cendirme bihatina gund, me ji tirsa pirtûkên xwe jî û xwe jî vedişart.

Belê nav û dengê Mela Îbrahîm li her derî belav bûbû. Fetwayên herî giran wî dida xelkê. Bo vê jî hurmet û rûmeta wî li cem herkesî hebû. Jixwe hurmeta ehlê ilmê li cem me pirr bû ta ku va sî salên dawîn wek afat bi ser me da hat û gelek rêxistinan dijminiya ol û oldaran kirin. Her çiqas îro ew jî poşman bûne jî, mixabin gelek texrîbat di dînê me da çêbû.

Walîkî nû hatibû Mûşê û pirr mereqa Mela Îbrahîm dikir. Rojekê di trampêla xwe da diçû daîra xwe, Ajotvanê wî got „Walî Beg eva mirovê di sûkê da diçe Mela Îbrahîmê Mixakomê ye!“
Walî mat bû ma. Lewra wî Mela yekê pirr modern, bi taxima cilan bi qerawêt û bi fotêr xeyal kiribû. Ma wê mirovek wek gundiya girêdayî çawa ewqas nav û deng bida!
Jixwe mirovên aqilê wan di çavên wan da ye (wek walî) ilm û mirûwetê di cilan da dibînin.
Walî pirr ecêbmayê ma. Ji ajotvan ra got bêje polêsa bila evî derhal bînin daîra min.
Polês çûn Mela Îbrahîm bînin, walî telefonê muftî kir anî cem xwe. Dema muftî ket oda walî dît ku Seydayê Mela Îbrahiîm li piya sekiniye. Muftî destê Seyda girt û maç kir.
Walî ji muftîra got „ka vê melayê kurda îmtihan bike.“
Muftî, Mela Îbrahîm baş nasdikir, pirr caran wî jî, ji Mela Îbrahîm fetwa sitendibû.
Muftî got: Walî Beg min efûke, ez nikarim ji vî alimê tiştan pirskim û wî îmtihan bikim.
Wali got: „Heyra tu mufti yî ew mela ye lo çima nikari?“
Mufti got: „Wali beg ew alim e, ez muftiyê Diyanetê me, bi awahê ilmî ne heddê min e ez wî îmtihan bikim.“
Walî pirr aciz bû li hember melakî kurd. Di dil xwe da got „Va çi melaye kes nikare ku wî imtihan bike.”
Paşê ji mela pirsî:
- Mela şertên Îslamê çendin?
Mela got: Şertê Îslamê yek e.
Walî şaş ma, got çawa dibe, tu hêj şertê Îslamê nizanî. Şertê Îslamê pênc in.
Mela got; na wali beg tu şaş î. Em herduk jî dibên em musliman in, lê yê te sewm û selat tune, ez jî feqîr im Hec û zekata min tune. Çi ma? Ma kelimeyê şehadet, yani yek!
Mufti got; wali beg bihêle bila Mela Îbrahim biçe, an ewê me herduyan jî rezîl bike.
Wali tiştek fêm nekir. Got; mela şertên îmamê çendin?
Mela got sisê ne. 1- Türk olmak (mirov tirk be, 2- Askerlik yapmak (biçe leşkeriyê bike), 3- Şapka giymek (Şewqe bide serê xwe)
Wali dîsa tiştek fêm nekir.
Muftî got; wali beg bihêle bila mela biçe. Walî got baş e, fermo mela.
Mela derket çû. Wali ji muftî ra got ka bêje vî çû got. Eva çi mela bû, yekê dînik bû? Ka çi mana gotinên wî hene?
Muftî got; na Walî beg. Wî ji me ra got ku: “Hun bi dev musliman in lê tenê kelimeyê şehadet tînin , wek din eleqea we Îslamê tune. İmana we jî tenê Tirkîtî, kemalîzm û leşkeriya wan e. Hun ne musliman in, ne jî mumin in, ka ezê çi bersiva we bidim, him van pirsana ne yên aliman e, vana zarok jî dizanin.”
Wali got; Xwedêkiri me ew zû şand û êdî pirs nekir, an wê ji me ra gelek bida xebera.
Xwedê hezar rehma xwe li Seydayê Mela îbrahim bike.
Amin.
M.Nureddîn Yekta
02.02.2010

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn