Letîfe, yek ji neh jinên Serdar Xan....Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

SÎRAS
LETÎFE
NEŞRA HUKUMETA ŞÊWRA
ÊRMENÎSTANÊ
REWAN 1936
Tîpguhêzî ser tîpa Latînîyê:
Edoyê Simkoyê Mikoyê Elîyê Dûmanê
Kelboyê Omo Xelkê Kela Makê ji Qezwînê Muhendisê Kîmîyayê ji Rojhilatê Kurdistanê
11.09.2011
Taypkirina Destnivîsa Tîpguhêzbuyî: Ejderê Pîriyê Sarmanlû

Rewayî Pizmama xwe
Dikim ya ku bi serafet
Û merifet tijîye.

Seba çi ew dilîzin û gava ku dilîzin ew neşandine tu car.
«Kinûy Hamsûn»
Gava ku melle li ser lêva mizgevta qomikîyê kevin tarr girtibû, cara paşîn xwe givaşt bangda, xeberê paşîn ji gewrîya wî firrîn, gava ku Îslama dînbawer rûyê xwe tevişkî hine kirî bi tîmarkirin dilezandin hundurr mizgevtê, hema wê çaxê, tenê Serdar Xan bû wekî wê rolê nexwest, ne li azana melle guhdarî ke, ne jî li Îslama dînbawer binhêrre, yê ku dilezand hundurr mizgevtê.
Agir ji sifetê wî dibarî, kefa seyê har bi dev ketibû, çevê bi joqî ji kortika derketivûn, firrîbûn, tepa sêrî notila hirçê birîndar, di herema jinê xweda diçû dihat.
Li wê derê bi sirê sekinîbûn, heyîşt jin, nava panzdeh salada ewî yek bi yek bijartibû, bi şiku şivatê mervê rohilatê û wê gavê ewî li ser her yekê ji wan dinhêrrî çewa eşîya, yan heceteke xebitandinê, yê ku hebûna wî, miqîmî destnedayînê bûn û çewa ruhber, ew borcdarbûn, wekî fem bikin nêta her lipitandineke ewî, yê ku notila çewa dar li ber bê, werba dibûn, usa jî ew hêsîrê belengaz borcdar bûn bilipitin usa, çewa ku kêfa ewî duxaze… û bi serê alçax, lê bi çevê hazir û şeng heyîşt jina di bin burîyarra kerr û lal sekinîbûn, bala xwe didane çûyîn hatina Serdarê har…
Heyîşt jin… Serdar gav radihiştin û dijmirî yek… dudu… heta heyşta …
Heyîşt jin, heyîşt gogerçîn. Çevê yekê notila kûrim e agir dişuxilîn, wekî karibûn di şeverreşada îşiq bidin çar nikal. Çevê ya din hêşîn bûn notila bere Îranêye kevne bêbinî, yêk dev û lêve şekirî bûn, yêk torrine nazik bû, notila gula teze bişkok dayî, ya din notila lal û durr bi rojêrra perlemîş dibû, yêk gogerçîna ser zinarê kêrî daqîbû, û ji gişka bîna cinetê davît.
Zef dinhêrî, ewqas kela wî tijî dibû, hêrs lê gurr dibû. Çiqas bedew nazike delal bûn ew her heyîşt jin, çiqas meriv hewas hijmekar bû li bejin û bala wan gogerçîna binhêrre, ewqas bê cûrre bû Serdar bi qetlê tijî, di xweda dikelijî, dil û dînê wî ber hev nedida.
Kanê Letîfe? Ew çewa, revî? Kê komek da wê, erê, tu nizanî? Tu jî? Nizanî tu jî? Nizanî, tu jî? Nizanî…erê ez fem dikim…
Dijmintîya we gişka bi minra hey… her yek ji we di dilê xweda şiklê yarekî xweyî dike… dive ku we qelîştekek li dêrî dîtîye… notila pişîka cendekê ew ditewe û di wê qelîştokêrra hayîdê, erê… zirar tune….
Serdar xeber dida bi hicet û bi kela tijî, ha çevê xwe dikuta vê jinê ha jina din û car din notila seyê har diçû vî serî heremê, vedigerrîya serê din.
Du roj pêşda ji herema Serdar Xan revîbûn jina wîye neha, letîfe:
Ew ji wan her heyîşt jinê wî din cahiltir û bedewtir bû.
Temam çar meha wê qîza şande salî li ber ruhê xwe dabû, li ber zor û zulma Serdar teyaq kiribû, cî û belgî pêkiribûn; axirîya paşin revîbû… çewa? Revîbû, li kî alî revîbû? Serdar pê nizanbû, zelalke.
Ewî wê sihetê serê sê dergevanê jina, da lêxistinê, paşê çar alî cesûs vîyalî wîalî şandin, lê ew cesûs wî temam şûnda vergerîyan, yekî tu salix û sûlix nanîn.
Aha eva qewumandina han bû, wekî ji hed û hesab der Serdar har kiribû, lema ew bû mene, wekî Serdar kela xwe di wan her heyîşt jinê xwe mayînda dirêt, notila seyê har ha hulkumî vê jinê dikir, ha ya dinê…
Wê gavê ewî ji hizkirina wana yekê bawer nekir: bergerrandina wan, jê hizkirina wan, qedir û sîyanetê ku wan ji Serdarra dikir û digirt, li ber çevê Serdar gişk qelp xwanê dikir, bi Serdar eyanbû, wekî ew wan lefa dikin ji tirsa ruhê xwe, ji zora kulimê.
Evê fikirê ji hed û hesab der, kela Serdar tijî dikir, hêrsa Serdar bûvû hêrsa xinzîrê beyanî…
Di herema rohilatêda hizkirin tune…. Hizkirin nikare hebe jî, li wêderê kêderê ku bê qeyîde zor û zulme, kêderê kelrêtina heyîwanetîye heye, li kêderê merî usa li jinê dinhêrin, çiqas ku ferze bona kêfa wan, cîyê usa helbet wê hizkirin tunebe.
Hizkirin, ew nemetê tebîyetêyî dela gul dide di gundada, di paşila muxulqetê xebatçîda, ya ku diçilmisî bi destê zorê û zulmê… wê gavê Serdar duxwest yeke usa, wekî bi dil û reza serê xwe dayîne her rihîna wî, neku ji tirsa, rastîyê bi dil û reza:
Ewî li wan her heyîşt jinê xwe nihêrî di nav wanda nedît yeke usa, wekî çewa Serdar duxwest usa jê hizbikira… û Serdar car din di nava herema xweda çû hat, li ser texta rûnişt, penîyê xwe dane bin xwe, tizimî ji destekî avît destê dinê û wa wekiland.
-Sîmîzer, nêzîk were.
Ji nava koma jina pêşda hat jineke çev birubelek, porrî reş notila qeyîtana dora kîsa, çapike çeleng, meriv hewas hizmekarê wê bejin û balê, qaş û qelema bû, jin li ser pêçîyê linga, nêzîkî Serdar bû, kirasê qinawuz ancax serê memika girtibû, usa berjêr peyadibû heta mûyê heram, te qeyî digot horî melek, bi wî terzî. Wekî çevê benîadem pê keta wê xweva biçûya, dil û îman pêva nediman.
Sîmîzer nêzîkî Serdar bû, çeng da erdê pêşa çuxveyê xweyê xwe ramûsa.
Serdar destê xwe bire nav porrê qeyîtanî notila hevurmiş, serê tîmar kir, paşê bi çenê girt serî bilind kir û li çevê gogerçînî nihêrrî, Serdar bi temamîya qelafetê xwe ricifî.
Tu ji kê hiz dikî, jê pirsî Serdar. Jorê xwedê, jêrê xweyê min, Xanê min, yê ku ez hêsîra wî me, yê ku ez di oxira xwestinê wî da sekinîme, wekî taqet dikim lêva çuxê wî ramûsim, wekiland Sîmîzerê û cardin pêşa wî ramûsa.
Serdar xêlekê rûyê xwe tevişikî tîmar kir, serê xwe hejand, bir anî û bi sire, yek bi yek eva pirsa han, ji wan kir, ew cab stend, çiku dabû Sîmîzerê.
Na, na, -bû hirimîna Serdar, ewê jî, Letîfe jî usa, gendî usa sonda duxwar lê ew revî, erê revî… hûn gişk jî xeberê ji dil diwekilînin… hêja, sahîb, berdestî.
Sahîb, notila pişîka tewlebazek da xwe, hat li serfêza jina sekinî, guhê xwe dagirt, li hîvîya humûmê xweyê xwe sekinî.
Sahîb, -xeberda Xan –van her heyîşta jî bive herre di otaxa pişt emaretê mida cî bike, wê sihetê bi kevira û herrîya qewîn ekûşke û pencera bixitimîne, usa wekî tîrinca tevê nede ser wan, heta şeş meha gerek ew rûyê rojê nevînin, şeş meha temem….
Xeberê te zagûn û qanûnin, Xan xweyî xudanê mezin, ji îro şûnda diha tev nade ser heyîşt Xanima. Lê hûn çi? Divêjin gelî Xanima, pirsî Serdar. –sozê te zagone, Xan, berê ewul weiz dan Sîmîzerê û li peyî wê hevtê dinê, ji îro şûnda daha li rûberê dunyayê tev nazeriqe, pence nade.
Û gava ku Serdar ji qirara xwe razî rabû ser pê, car din tizmî ji destekî, avît destê din, vê carê kubar û mêrxas dîsa li nava heremê kete seyîrangê, çû hat. Sahîb, heyîşt jin dane pêşîya xwe berbi otaxa nîşandayî bir, wekî biqedîne hukumê Xan….

Social

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn