Kurê Hesen

Cankurd – 1988

(Di “Rewşen” de, hej. 3, sala 1989′ê di bin navê Sersêv de hatye belavkirn)
Di mirxa (qab, binzemîn) zîndanê de, Hesen û gelek hevalan rûniştibûn, bo tevan fermana darvekirinê derketibû. Hene xort û ciwan bûn û hene ji wan mêrên navsalî bûn. Ji roja, ku rê dane wan, cigaran bikşînin, pênûs, kaxezên nîsandinê û tenbûran bistînin, zîndana wan hatibû guhartin. Raste ku lêdan û gotinên dergevanên bendexanê hertim dijûn û pîs û bê mirovî bûn, lê piştî gelek berxwedanên xwebirçîhêştinê û serhildanên xwînî, zor û setema faşistan ko bûbû an jî nema hikariyê li wan dikir. Çendekan ji wan li ser têkoşîna çekdarî û Imperyalîzmê diaxvîn, hinekan xwe fêr dkirin nivîsîna kurdî ya ku qedexeye, yekî simbêlên xwe badidan û hizrên xwe dikirin, tenbûrvanekî têlên tenbûra xwe li saz dixistin.
Hesen ji bihna cigaran dilteng û hişgerm bûbû, lê ji ber ku bo cigarê çi çare tune bû, bêdiliya xwe ji hevalan re nedihanî ser zimên. Ji ciyê xwe rabû û ber bi deriyê asinî ve çû, destên xwe dan ser şîşên sar û eniya xist nav du şîşan, ku hinekî bayê paqij bikişîne û dilê xwe fireh bike.
Hesen çavên xwe girtin û guhdariya solên pawanekî kir, yê ku li derve xwe pêça bû û ji serma û qerasê nikarî bû di ciyê xwe de rawesta. Hesen ji bîr ve çû, ku ew di qabeka kûr de ye, di binê zîndanê û di paş heft deriyên asinî de ye. Jîna wî ya bihorî di ber çavên wî re çû, heya bîst saliya wî ji şivaniyê û çend salên dibistanê pêve tiştekî granbiha tune bû. Gohaztina wî bi dotmamê re, bûyîna kurê wî yê ku niha duwazde saliye û girtina wî piştî reveke bi mehan û xweveşartineke di şikeftan de, hatin bîra wî.. Hesen di nav şîşan re derbas bû, mîna firindekî di ser dîwaran re, di ezmanê sayî re, li ser basikên bayê qerisî, ber bi mal ve firiya.. Careka dî ew roja, ku ji bîra wî naçe hate pêş çavan..ew şeva, ku jina wî ya ciwan li ber çavên wî û li ba hevalên wî mîna niştiman mezin û biha bûye.. Hesen û du-sê hevalan di mal de bûn, hevaleka keçik ji wan re li ser paşeroja tehl û tijî çetinahî diaxivî, digot:” Vaye Cunta hat ser deselatiyê. Wê bixebitin, ku me tevan bigirin, wê bizavekê bikin, ku çi têkoşer nejîn û pirsa Kurdistanekî serbixwe û azad careka dî netê ser zimanan. Divê em hişyar bin, xwe nedin dest wan..îro hatine vî gundî jî, ewan mîna segan digerin, gundiyan didin ber lêdanê û li me digerin..bila em pilanekê deynin, ku em belav bibin û li dervey gund hev û din bibînin..” Hesen eniya xwe misdida û dipirsî:” Gelo! Emê kuve herin? Ewan hemû şikeftan nas dikin û ên nas nakin jî, bi rêya ajan û nandozan diçin ser wan, an jî bi zor û lêdanê gundiyan didin pêş xwe û li çol û baniya digerin..” Hesen seriyê xwe rakir û got:” Hevalno! Bi a min be, emê xwe li sinca malê belav bikin û bi van du-sê tivingan şer bikin, heya mirinê. Ma emê kuve herin?..” Hevalekî dî yê mîna kelahekî gir û bi sur bû, got:” Heval! Emê bi van tivingan çi bikin? Bila em niha xwe nedin dest faşistan, emê vegerin û tola hemû zordariyên, ku li gelê me kirine, hldin. Emê bi zanîn û hêz vegerin û li hember wan şer bikin..” Di wa axiftina wan de, kurê Hesen ji pêşmaxê hat li paş bavê rawestiya, tiştek bi dizî gote bavê xwe û vegeria. Dêmê Hesen zer û sar bû, hêstir di çavên wî de civiyan, ji cî rabû û got:” Tiştek nîne, hevalno! Ez têm.” Hevalan li hev û din niriyan û bê deng man. Hinekî ma, Hesen nehat..hevala keçik ji cî rabû, got;” Çavên Hesen tijî hêstir bûn, ezê binêrim, ka çi qewmie!”. Hevala keçik derbas bû maxa pêşîn, dît ku Hesen, jin, bav û kurê wî bi çavên tjî hêstir li ber seriyê zarowê wan ê sê salî civiyane û çavên gişan tijî hêstirin. Hevalê ji xwe re got; “Dibe zaro nexweşe, lewma ewan di xwe de disojin..” lê gava xwe bi ser zaro de xwar kir, dît ku nalive, pirsî:” Çi bûe?..”
Dayîkê seriyê xwe rakir û bi nermî got;” Serê te sax bit, heval! Zarokê min miriye.”
Bavê Hesen zarok şuşt, xist nav kefen û rûnişt, bi ser wî de çend ayet ji Qurana pîroz xwendin. Di wê demê de, li maxa paşîn teviya hevalan û jina Hesen bi hev re diaxivîn. Hevala keçik gote jina Hesen:” Wê baştir be, ku hûn hevserên (cîran) xwe şar bikin (îlm bikin), ta ku nebêjin bo çi kurê van mir û em şar nekirin.”
Jina Hesen lê vegerand:” Heval! Gava pisîka mirovekî bimire, wê li ber bikeve. Hemû dayîk bi ser zarowên xwe de digrîn, lê min nekir, ta kesek netê mala me, eger bên, wê we di vir de bibînin û we bidin dest faşistan.” Hevalekî got:” Ka em herin îşev veşêrin.” Hesen got:” Na heval na! Emê îşev, ber destê sibê ji mal derkevin, sibê wê bavê min tev kurê min ve, zarok bibin çal bikin.”
Piştî ku biryara xwe dan, Hesen gote jina xwe:” Hêviya min ewe, ku kesek nebihîse tu digirî, heyanî em ji mal bi dûr dikevin.” Jina Hesen li wî vegerand.” Hûn dikarin di mal de bimînin, sibê ezê bi bavê xwe re herim nav goristanê, em nahêlin kesek bizane, ku heval di vir de ne.” Hesen li jina xwe temaşa kir û got: “ Eger ez hatim girtin an kuştin, hêviya min ewe, ku kurê min î mezin Niştiman neçe dibistana tirkan.”
Jina Hesen seriyê xwe hejand û çavêd xwe yên tijî hêstir maliştn.
Çîngçînga zincîr û deriyên asinî, qîrîna bendiyekî di bin lêdanê de, Hesen ji mal vegerandin binê zîndanê..dît ku destên wî mîna hêzingan şil û qerimî ne, seriyê xwe bi şûn ve da, çû ser ciyê xwe rûnişt û hêdî hêdî xwe tev axiftin û gotinên hevalan kir û gava sira axiftinê hat wî, got: “ Dibistan a tirkî rê li bîr û baweriya Kurdistanekî serbixwe dibirre, divê em çanda tirkî ji Kurdistanê rakin..”
Di nav dûmanê cigaran re, seriyê Hesen di ber şor û gotinan re dihejî û bi hevalan re heya ber destê sibê li ser Kurdistanê û çanda tirkî ya faşist dipeyivî.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji berhemên kurdî.

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji berhemên kurdî.

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…