Jina avî

(Kurdîkirina efsaneyeke gelên bakurî) (*)

Cankurd, 05.01.2012

Çi hebû, çi tune bû…
Li welatekî dûrî welatên hemî mirovan, ku dikeve bakurê cîhanê, û di nav çiyayên berfanî de ye, pir ji zû ve, masîvanekî navsalî, ku hêstiran rêç û șopin kûr di rûyê wî de pêda kiribûn, bi tenê xwe, di hozeke piçûk de dijiya. Ew hoz ji hestî û çermên ajalan pêda kirî bû û hindirê wê bi postên segên avî xemilandî bû. Masîvanê bêkes debara xwe bi kuștina segên avî dikir, ewana difirotin wan bazarganên, ku bi keștiyên xwe, salê du an sê caran, di zireyê ‚behrê‘ re dihatin, gava çiyayên berfanî ji hev diketin û parçe-parçe dibûn, ji ser hev diçûn. Masîvan dizanî ku mirovên li dûrî wî, di bajêr û gundan de dijiyan, bi karên xwe bûbûn egera heriftin û jihevketina wan çiyayên berfanî, hema çewa û bi çi awayî, hișê wî baș tênedigiha. Carekê du zanyarên ku li wan deran lêkolînên xwe dikirin, û șevekê bûbûn mêvanên wî, bo wî tiștek li ser germbûna zevîn û asîmanê anî bûn zimên, lê ji wî re ew mijar gelek mestir bû ji hișê wî. Ji xwe nebașbûna mirovan yek ji egerên bidûrketina wî bû ji tevan, hema dîsa jî carcar wî bîra mirovan dikir, û bi taybet dema ew û segekî avî, rû bi rû, pêrgî hevdu dihatin, û masîvan li çavêd wî segî dinêriya, ku wekî yên mirovan bûn, dihate bîra wî, ku efsaneyeke kevnare li ser wan segên avî hebû, li nav gundiyên wî, yên ku ew berê di nav wan de bû, tê de dihate gotin, ku segê avî di binyada xwe de mirovek bû, hema ew efsane jî baș nedihate bîra wî, ji ber ku jiyan û debara wî bi kuștina wan segên avî bû, û ew kuve diçû, li pey wî rêç û șopên xûna wan pêda dibûn.
Carekê ji caran, berî ro biçe ava û asîman bi rengên sor û mor dixuya, ji nișka ve, dengin jinan hatin guhên masîvanê me. Li derdora xwe nêriya çi kes ji wî pê ve li wir tune bû. Lê paș ku di nav hinek parçeyên bûzê re bi kanoya xwe geriya, dît ku komikek jinên șilf û tazî li ser sewkiyeke bûzê, di nav hev de hildiperikin ‚direqisin‘, dikenin û porên wan ên dirêj bi ser wan de dihejin. Masîvanê ku tiștekî wilo berê nedîtibû, di dilê xwe de hizirî û guman kir, ku ew di xewnekê de ye. Di teviya jîna xwe ya pêncî salî de jinin wilo çeleng, bedew û xweșik nedîtibûn. Li pașiya zevîna Xwedê, ku ji bûz û zinarên rût pê ve tiștek nîne, van jinên wilo tazî ji ku ve civiyane ser hev û ji bo çi bi hev re û di nav hev de hildiperikin!
Masîvan kurtedemekê ji paș sewkiyeke bûzê ya nizim de li wan temașa kir û nizanî bû tew çi bike, wan di lîsk û hilperikîna wan de bihêle, an yekê ji nav wan ji xwe re hilbijêre û ji nișka ve dest bavêje wê, bi çepilê wê bigire û birevîne… Ew bêbiryar di cîh de ma û teviya mijarê ji Qederê re hêșt.
Dawî, her jinekê destên xwe avêtin kurkekî ku ji postê segên avî bû. Ew kurk kir ber xwe û xwe avête nav ava sar a zireyê, avjenîn kir û xwe bi binê zireyê de berda, di avê de winda bû. Tenha yeka ji wan tevan ciwantir û spehîtir kurkê xwe nedît. Gava yên dî rahiștin kurkên xwe, kurkê wê kete avê û masîvan jî bi xiștê xwe yê masîvaniyê ew rakir û xiste nav postên segên avî, yên ku wî berê di kanoyê xwe de civandibûn ser hev. Ew jin, a ku bi bedewiya xwe, dilê zinarekî jî li hember xwe jar dikir, li dora xwe geriya û nalîn jê hat, wekî nalîna hûtekî piçûk ê ku ketiye dava masîvanin bê wijdan, an jî wekî dengê cêwrikê gurekî, ku bi dayîka xwe re dilîze. Masîvan ji paș wa sewkiya nizim a bûzê derket, kanoyê xwe ajot ber sewkiya ku ew jina wekî heyvekê li ser dixuya û deng lê kir, got:
„-Were bi min re, xanim, ezê te bikime jina xwe, û ez ê teviya jîna xwe ya ku mayî berdestiya te çelengî û ciwaniya te bikim.“
Çi bersîv nehat. Masîvan got: “-Were, xanima min. Heft salan bi min re bijî, pișt re ez ê kurkê te bidime te, da tu jî vegerî welatê xwe yê binzireyî.”
Dawî jinikê got: “-Ez bi te re bêm, ez ê bi zûkî bimirim.“
„-Çawa tu yê bimirî? Va pêncî salin ez dijîm û hîn jî ez sax im, ez heme û ezê demeke dî jî hebim.“
„-Jîna we mirovan tev zorî û êș e. Kurkê min bide min, da ez jî vegerime mala xwe û ez ê li wir ciwanekî ji ciwanên gelê xwe bikime mêrê xwe.“
„-Min bihîst ku șahê we hemî keçan ji xwe re destîne, ewana tev dibine jinên wî. Were bi min re, ji te pê ve ez çi jinan nastînim.“
„-De bila. Ez ê bi te re bêm, hema gava heft salên min derbas bûn, ez ê ji te verê bibim, da ez vegerime nav gelê xwe.“
„-Baș e, bila wilo be.“
Masîvan wilo got û berken bû. Jina avî hate ba wî, di kanoya wî de danișt, masîvan bi kurkê xwe ew pêça û bi xwe re bir hoza xwe ya ku li aliyekî zireyê bû.
Paș salekê an hîn kêmtir, bo wan kurek pêda bû, navê wî „Orûk“ lê kirin. Kurekî bi hêz û hêja bû, bi zûkî mezin dibû û jêhatîtir dibû, ku bi dayîk û bavê xwe dilșad bû û piraniya karê mala wan li ser pișta wî bû, bi bavê xwe re diçû masîvaniyê û gava vedigeriya mal, ji dayîka xwe re hêzingên ku li wan deran pir kêm bûn, dicivandin û agir vêdixist, wê jî ji wî re çêrok û efsaneyên li ser hût û giremasî û segên avî, berî razanê digotin. Orûk di navbera du cîhanan de mezin dibû, yeke mirovî û yeke segên avî, lê wî tew nedizanî ku dayîka wî ji wan segên avî ye. Ne dayîk û ne bavê wî jê re rastî nedigotin û tew nedixwastin ku wê mijarê li ber wî vekin.
Sal derbas bûn, û nexweșiyên nedîtî li diya wî xuya bûn. Çermê wê roj bi roj zuwatir bû, wekî pûlikên masiyan ji dest û lingên wê ketin. Rohniya çavêd wê kêm bû û reșka çavan roj bi roj winda bû, wekî çavêd masiyên mirî xuya bûn. Zikê wê werimî û bihneke nebaș ji govdeyê wê hat, ew bi zûkî zertir û jartir bû. Dayîkê ji Orûk xwest, ku ew jê re li kurkê wê bigere û bîne. Orûk rojekê pêda-pêda li kurkê dayîka xwe geriya, hema ew nedît. Ew pir hosan bû û li ber diya xwe ket, jê re bi zimanekî nerm got, ku ew ê roja dî dîsa lê bigere, lê wî nedizanî ji çi re ew kurk ji wê re ewqas giringe.
Bi hêvarê re, bavê Orûk ji nêçîra xwe, ku karê wî yê rojane bû, vegeriya, hate malê. Jina wî ya westiyayî û nexweș bûyî xwarin li ber wî danî û gotê: „-Mêrê min î hêja, ez li vir dimirim. Va heft salin ez li ba te me, û niha dem hatiye ku tu gotina xwe bi cîh bînî.“
„-Çi gotin, heyran? “
Wilo got û pariyê nanê xwe ji destê xwe danî û bi çavin tijî pirs li wê nêriya.
Jina wî got: “-Qey te ji bîr kir, ku te sozek berî niha bi heft salan dabû min? Te gote min were bi min re, ez ê te li xwe mar bikim û paș heft salan ez ê kurkê te bidime te.“
Masîvan piçekî di xwe de tengijî û hizirî, dawî got: “- Min guman kiribû, ku tu yê jîna xwe ya bin avê di heft salan de ji bîr bikî û em ê bi hev re jîneke tijî hezkirin bibine serî.”
“-Hîngê min bo te got, ku ez ê bimirim, gava ez wekî mirovan û di nav wan de bijîm. Ya dî jî ewe, ku mirov herdem bîra niștê xwe dike, çi li ser avê be û çi li bin avê. Ma hûn mirov jî ne wilo ne?”
“-Bêtir ji sî salan e, ez ji gundê xwe gelek dûr hatîme van welatên sar, hema her roj û her șev niștê min di bîra min de ye, ez nikanim tew ji bîr bikim.”
“-Bavê min herdem ji min re digot, ku mirovêd baș sozêd xwe naxun, ewana her wefadarên gotina xwe ne.”
Masîvan dît ku gotinên jina wî rast û dirist in. Lew re rûyê xwe yê xemgîn ji wê guhart, kesereke kûr û dirêj kișand, û got: “-…û kurê me, Orûk?”
Gava çi bersîv ji jina wî nehatin, ew ji cîh rabû, çû deriyê binzevînê vekir, di tariyê de bi destan hemî posted ku bi dar ve bûn, pelandin, heta giha ber postekî ku bihna jina wî jê dihat, rahiștê û ji binzevînê derket, deriyê wê bi hêz û xeyd girt, kurkê jina xwe carekê da ber difna xwe, bihin kir û ji dûr ve avête ser wê, ber bi deriyê xanî ve çû, derî vekir û bayekî tund û bi vîngevîng di dora wî re, bi hindir de hat, rûyê wî ji tozeke berfanî qerimî, derî li pey xwe girt. Diya Orûk yekser kurkê xwe li xwe kir, û bi derve de beziya, hema mêrê wê di tariyê de winda bûbû, bi zûkî ji wir bi dûr ketibû…
Orûk heta nîva șevê li benda vegera dayîk û bavê xwe ma, lê kesek ji wan herdukan venegeriya. Nalîneke nazik û xemgîn ji wî hat û got: “-Dayê, min bi tenê nehêle…Bavo li min vegere…“
Ji ber ku wî hîviya vegera wan di wê șevê de ji dest da, lew re bizava xwe kir ku raze. Paș ku ew kete nav post û nivînan û çavêd xwe dan hev, ji dûr ve, bi bayê xort û hêzdar re, dengekî wekî qîjîna segên avî hate guhên wî: “Orûûûûûk, Orûûûûûk”.
“-Ev çi deng e? Kî ye ev ê wekî pîremêrekî bang li min dike? Ev ne diya min e û ne jî bavê min e…“
Paș ku ew deng bêtir ji sê caran bihîst, ew bêtirs rabû ser xwe û ber bi kenarê zireyê ve, ku jêdera wî dengî bû, beziya. Çi bibîne!
Segekî avî yê gelek mezin û simbêl dirêj, ku wekî pîrekî olên kevin, yên dayîka wî li ser wan efsaneyên segên avî digotin, di nav pêlên zireyê de, seriyê xwe hildaye, lê bi sîngê xwe tiștekî ber bi kenarê avê de têvedide…
Șev bû, av jî reș dixuya, lê ji ber ku heyveke mezin li asîmanê hebû, wî dikanî pêș xwe bibîne. Ew giha ber avê û bi nav zireyê de hinde gavan pêș ve çû, heta av giha nava wî.
Dît ku segê avî yê mezin kurkek ji wî re aniye. Gava ew rahiștê, bihna dayîka wî jê hat û yekser naskir ku segê avî ji wî re kurkê dayîka wî aniye. Orûk bi lez û bez ew kurk li xwe kir û xwe avêt nav avê û avjenîn kir, bi pey segê pîr ket û di zireyê de melevaniyeke bin avê kir. Herku ewana bi binî ve daketin…
Cîhana bin avê bi wî xweșiktir û firehtir bû, bihneke taze hate difnên wî, bayekî paqijtir ji yê derve kete kezeba wî ya sipî, û çavêd wî baștir û çêtir dîtin, weku ew tew li derve nejiya bû, weku ew ji berê de masiyek bû…Na…na…ew hîn di zikê dayîka xwe de segekî avî bû.
Orûk bi segê pîr ê avî re daket nav bajêrekî binzireyî, ku li ser wî berê carekê efsane û çêrok ji dayîka xwe bihîstibûn, û dîtina wî bajêrî, bi wî re, her wekî hesretekê di dil de mabû. Li wir Orûk gelek tișt dîtin, ku mirovan nedîtine û ne jî li ser wan bihîstine. Ew pir dilșad bû, û bi taybet gava dayîka xwe li wir dîtiye û li wir naskir ku ew segê avî yê pîr bavê dayîka wî ye. Orûk bi zûkî jîna xwe ya li ser zevînê, wekî kurê masîvanekî hejar tew ji bîr kir. Dîtina dayîkê ji wî re wekî destpêka jîneke nû bû…
Paș heft roj û heft șevan, segê avî yê pîr, ji dota xwe pirs kir, ka wê rewșa kurê wê Orûk çi be, gava ewana herdem li wir bijîn, wê bersîv da bavê xwe, got: „-Çendîn kurê min li ber dilê min bihaye jî, lê ew kurê mirovekî ye, û bavê wî hîn dijî û pêdiviya wî bi harîkariya kurê wî heye. Wê baștir û çêtir be, ku Orûk vegere ba bavê xwe, ji wî fêr bibe gelek tiștan û harîkariya wî bike heta roja wî ya dawî di jiyanê de.“
Gava dît, ku kurê wê bi wan gotinan pir xemgîn bûye, gotê: “ -Orûkê min, Tanqîcaqê min ê postnermik‘, dema te bîra min kir, destê xwe bavêje kêra ku min pê kar dikir, an xewana min xwarin ji te û bavê te re datîna ser, an jî destmala ku min pê destên te paqij dikir, tu yê bihna min bikî, û ew ê hêzeke bêwekanî bide te…Tu yê ji ajalên avê û ji kêvcal û masiyan fêr bibî gera li xwarina xwe, û tu yê ji êla me, ya segên avî ku derdikevine ber royê, li ser sewkiyên bûzê, fêr bibî stranan. Wê hemî mirov bi hesreta bihîstina dengê te yê xweșik bin.“
Orûk ramûsî rûyêd dayîk û bavê dayîka xwe, bi wan re ji bajêrê bin avê bi jor ve avjenîn kir, gișan ji hev re dûvbasikên xwe li avê xistin, ku çirpînî ji dûr ve hat, û bi dilin tijî hezkirin li nêzîka kenarê zireyê, li ber rohniya heyvê, ji hev verê bûn.
Orûk li derve, wekî mirovekî jiya, û paș gelek salan ew bû mêrekî milbilind û dest bi hêz, karê xwe li çol û çolistanên berfanî kir, hema çi caran segên avî nekuștin. Paș ku bavê wî mir, ew di tenahiya xwe de bû dengbêjekî ku dengê wî mîna yên segên avî naz û xweșik bû. Ew dûrî masîvanan dima û ji xwe re distira, hemî bi bihîstina dengê wî xemgîn dibûn, û bo xatirê dengê wî nema segên avî dikuștin…
Ta niha jî hinek masîvanên welatên bakurî dibêjin, ku ewan bi daketina royê re, li ber kenarên sar ên zireya fît û fireh, dengê Orûk dibihîsin û ji wan re dixuye, ku ew dengê segekî avî ye, ne dengê masîvanekî ji wan masîvanan e. Lê kesekî ji wan çi caran guman nekiribû, ku ew kurê mirovekî û jineka avî ye.
------------------------------
(*) Kurdîkirina efsaneyê, ku li nav hinde gelê bakurî, wekî Kiltî, skotlandî, îslandî û sîbîrî, bi gelek șêweyan belav û nas e, li ser kurtiya wê, ku xanim a navdar Clarissa Pinkola Estés di pirtûka xwe ya giranbiha „Gurejin“ de, di bin navê „Postê segê avî“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîkirin ne wergerandine. Cankurd

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…