Holkezî, Çîrokek bi zimanê zozanan

Holkezî
Vegotin:
Xana Cibo
Berhevkirin:
Edo, Memo û Emed Makuyî

Holkezî
Yek hebû yek tinebû , xincê xudê mezin kes tinebû, alyê zozana Gilîdaxê ku Agrî jî jêra tê gotin , erbabik hebû ku zarayî nedibû , ew û jinayî her sal nezr dikirin ku eger zarê wana bibi , cewkî hingiva ber bidin nava gund da sebak xêra wê bigîji xelkê , piştî heft sala xudê kurkî da wana , meh hat sal hat axt derbas bû , kurê wana bû xortekî rindik, erbab nezra xwe da , hindir gund da cewkî hingiva xist, li nav gund da jinik pîr hebû , ku dereng gîşt, xwe ra hingiv hildi, axirîya hingiv ku di bin cewê da mabû , xwe ra pê kevçî nav kûzkê xwe tijî kir , nîşkava zarê erbab pê kesantîya xwe lêxist kûzkê pîrê geştand , pîrê heman ûra nifira kir , go : kurê mi, hezkirîyê xudê rîya te bikevi rîya Holkezî , zarê erbab diçi mal û divê dîya xwe, Holkezî kîyê û rîya wê kêderê da yê , giya wî, divê kê gotî te ku tu hatî mal pirsa rîya Holkezîyê dikî , zarê erbab divê pîrê hatibû ber cewê rûniştibû û pê gevçîyê xwe ra hingiv hildida , mi jî pê kesantîyê lêxist kûzkê pîrê geştand û pîrê jî nifira li mi kir , go kurê mi hezkirîya xudê rîya te bikevi alîya rîya Holkezîyê , ez jî gerek vê rîyê herim, dê û bavê Xan Ehmed diçin mala pîrê , divên pîrê te çima nifira ji zarê me kirî , her çiqas hingiv te bixasta me yê bida te , nika jî Xan Ehmed ketî nav vê xebera te , û divê welle bille ez gerek vê rîyê da herim.
Pîrê divê tişt nabi , qeza û qederi bira heri , dê û bavê Xan Ehmed pê hezar zor û belakê qebûl dikin ku Xan Ehmed vê rîyê heri , axta ku dixast Xan Ehmed rê kevi , pîrê şekî, sabûnkî û misînik didi Xan Ehmed divê van kelmela ce xwe xwayî biki te ra lazim dibi .
Xan Ehmed kar û barê xwe diki û dikevi nav rîya, axta ku Xan Ehmed rîya Holkezî ra diçû gelik bajar û gund da li nav rîya xwe da divîni, her derê da tecrubekî xwe ra hildidi , heta digîji rîk hevraz da , rîkî tarî û tirsnak û heft çîya derbas diki û dikevi nav cîkî dêm û dêmistan, civîkê xudê jî nedihat xûyanê , Xan Ehmed diçi diçi hetanê digîji kulbekî mezin ku dûkî zirav ser xênîya wê da hildikşa , hêydîka diçi kêlekê pencerê kulbê da disekini , divîni hindir malê da qîzikik rind û bedew şîvê çêdiki û dîv jî xwe ra razayi , hêdîka gazî Holkezîyê diki , Holkezî jî divê tu kîyê ?
Xan Ehmed divê ez kurê Xan im , hal qezîye jî pêra divêji, divê ku dê û bavê mi piştê heft sala xwayî zarik bûn ku ez im , xwe ra nezir dikin ku ez bibim xortik cûwan û ewana jî cewik hingiva xêr bikin û werhesil serhatîya xwe jî bi gîştî Holkezî ra divêji.
Ez jî nika hatimi te bibim mala xwe , hetanê tu bibî bûka mala me , Holkezî jî qebûl diki , divê em çi ji Dêvê bikin divê heta ew bizanibi emê birevin, Xan Ehmed divê tişt nabi , rîya ku ez hatimi gerek temam bikim , Holkezî jî hêdîka sola xwe pê diki û destê Xan Ehmedê digri û direvi , axta ku wana hevkî ji kulbê va dûr dikevin , Dêv radibi divîni Holkezî mal da nîni , dizani ku yek hatî Holkezî jî xwe ra birçûyi.
Dêv jî zûka dikevi pey wana, diçi diçi heta ku wana divîni , ewana jî xwe ra heman yekser direvîyan , axta ku kêm mabû Dêv bigîji wana , Xan Ehmed sabûna ku pîrê dabûyêda dedixi davêji her derî zî dibi û Dêv dişimiti dikevi erdê , hevkî dune ewana dûr dikevin , dîsa radibi pey wana dikevi , axta ku dikir nêzîkê wana bibi , Xan Ehmed cêva xwe da şe dedixi û davêji, dara û qirşa her derî digri, Dêv dikevi nav dara , Holkezî û Xan Ehmed jî hevkî dûr dikevin, Dêv ku gelkî zîrek bû û ew qet nediastîya , dîsa pey wana diket , wê carê hiqasî nêzîkê wana bû ku kêm mabû wana bigri , îja vê carê Xan Ehmed misîna ku pîrê dabûyê da , dexist û avêt , vêcarê pişta Holkezî û Xan Ehmed da behrik çêbû ku xêncê xudê kes nedikarî jê derbas bibi , Dêv dikir ji behrê derbas biba , nîşkava ket nava avê û xeniqî . Xan Ehmed û Holkezî destê hevdu girtin û bi xaşî ketin rîya mala bavê Xan Ehmedê da , heft çîya heft gunda derbas kirin , heta ku gîştin gundê Xan Ehmedê , Xan Ehmed vegerya got Holkezîyê : golik li nêzîkê gundê me da heyê ku baqik jî kêleka wîya da heyi, tu her ser darê da rûnê , heta ez herim gund berav bikim, bi def û zorna warin pêşwaza te .
Holkezî jî hema wusa dike ku XanEhmed jêra gotibû, axta ku Xan Ehmed xatira xwe jê dixwazi û diçi , nîşkava jinikik lêvqelişî tê ser golê da rûdini heta qûna zarê xwe bişû , axta ku jinik şuqula xwe dikir, nek qîyafa Holkezî nava avê da dihat xûyanê , jinik isa zani ku qîyafa wuya xweyê, ku ketî nava avê, ce xwe divê ez bi wê qîyafa xwe yê rind û bedew warim qûna zara bişûm, jinik ji xudê natirsi , zara xwe dêdini ser erdê û wuya pêpes diki û dixeniqîni , Holkezî axta wê hereketê divîni , divê qîza kerê tu çi diki.
Jinik teze pêdihesi ku ew qîyafa ne qîyafa wuya bîyê , belkî qîyafa Holkezîyê bûyê ku gelkî rindik û bedew keti bû nava avê .
Jinik ji Holkezî dipirsi ku tu kîyî ? vira çi dixwazî? Tu çûyê ser darê çi? Holkezî jî sade sade vedigeri her tiştî pêra divêji û divêji ku çakîne Xan Ehmed wuya li bin destê Dêvê da dexistî, jinik jî ce xwe difikiri û divê serê wuya bixapînim û dewsa Holkezîyê, bibim bûka mala erbabê.
Jinik Holkezîyê ra divê : tu çima nayî jêrê , tê li ser darê da biastî , wari jêrê , Holkezî divê baş , axta ku tê jêrê jinka lêvqelişî , wuya davêji nava golê da û ew bê îzna xwe dibi civîkik li ser golê . Jinik hidikşi ser baxê , divîni dûrva xelk tên , zû xwe amade diki . axta ku xelk bi def û zurnayê tên nîşkava jinikik keftar û lêvqelişî dibînin û ji tirsa Xan Ehmedê va newêrin tiştkî bêjin .
Xan Ehmed xwe metel dimîni , nêzîk dibi divê Holkezî çi bîyê ? jinik ku xwe xistî cilda Holkezîyê divê tu çima hiqasî may derengê , ez jî hema mi destê xwe xist ser lêva xwe û mi got bili lilili hetanê lêva mi qelişî.
Xan Ehmed ce xwe divê nebi îzna xudê bibi , paşê jî cemaet dîsa hema bi lêxistina def û zurna metel metel diçin alîyê mala Xan.
Holkezî jî ku bûbû civîk , pey cimaetê dikevi û diçi ber mala Xan Ehmedê , çend rojik derbas dibi , Xan Ehmed civîkê divîni , gelkî hej wuya diki ,meriv divê qey ew jinayîyê , her ro her ro ku ji xewê radibi diçi ce civîkê û wuya ra xeber didi . jinka lêvqelişî dizani ku civîk heman Holkezîyê û ce xwe divêji , nebi ku ew her tiştî bêji Xan Ehmed, hînga ezê çi xalîyê ser xwe da bikim .
Çendekik hema isa peyhev Xan Ehmedê ra divê te qestîka gotibû ku ez evîndarê te me , tu her roj ji xewê radibî beriya ku mi selam kî , diçî ce teyrikê disekinî . Xan Ehmed jî divê her çi ez bixwazim , ezê bikim kes jî nikari pêşîya min bigri , rojkî ku Xan Ehmed diçi nêçîrê , jinka lêvqelişî teyrik hildidi davêji nava tendûrê û xalîya rejîya teyrikê dibi gustîlik nav tendûrê , pîrê ku li nav mala Xan da dixeviti , axta ku dixwazi xalîya tendûrê temiz biki , ew gustîla dibîni , hêdîka wuya jî xwe ra hildidi dibi mala xwe da vedişêri.
Pîrê seba ku nanê tisîya xwe di her rojê da dexi , di nav mala xwe da jî ferş jî danî bû , xwe ra hêdî hêdî çê dikir , nebêj gustîla ku pîrê xwe ra birçûbû mal her roj dibû Holkezî û radibû pîrê ra ferşa çêdikir . çendekik derbas dibi , pîrê divîni îlma ferşê roj bi roj gelktir dibi , pîrê ce xwe divê bira rojkî nav malê da xwe veşêrim ka bivînim kî tê mala mi û mira ferşê çê diki.
Rojkî pîrê naçi ser îşê xwe û mala xwe da xwe vedişêri divîni ku gustîlayî bû qîzkî rindik û rabû çû ferşa çê biki, nîşkava pîrê dedikevi û qîzik wuya divîni, pîrê divê tu kîyê ? vira çi dikî ? Holkezî jî hal qezîye pêra divêji û pîrê ra got ku jinik çakîne zarê xwe qat qatî kir , paşê jî serê wuya xapand û wuya xist wê rojê ku nika ew têdayê , pîrê divê qîza min tişt nabe , qeza û qederi bira çendekik derbas bibe , yê xwe çê bibi , hesbên mala xan jî gelik bû , her sal zivistan hesbên xwe nav mala da beş dikirin , hetanê buhar bibi, her kes ku hespa xwe rind xwayî bikira , eyê xelata xwe ji XanEhmedê va bistanda .
Holkezî divê axta ku hespa par dikin tu jî yekê bigrî ezê Ehmedê xwe ra xwayî bikim , pîrê jî divê baş, wexta ku hespa didan mala , pîrê divê Xan Ehmedê hespkî jî bidi mi , yê çi bibi , Xan Ehmed divê na pîrê îdî emrê te derbas bîyê , tu nikarî hespa xwayî kî , pîrê divê ça nikarim tu bidi , meger isa nîni ku ji her 15 hespa dudu hewayî dimînin , bira yek jî ez biceribînim.
Xan Ehmed divê pîrê ez çi bêjim, nikarim bêjim na , tu jî yekê beheri, Holkezî isa rind miqatê hespê dibi , ney sêrî, hiqas kok dibi ku ji derê mala pîrê va denediket der va , buhar tê , xulamên mala Xan diçin mal bi mal digerin , hespên Xan berav dikin , kes bawir nedikir ku hespa mala pîrê sax maba , axta ku diçin mala pîrê hesp hiqasî kok bibû ku mal va denediket der va , mecbûr man dîyar xera kirin , Xan Ehmed ma şikê go bira ez herim bivînim ka ew pîrka çakîne wê hespê hanê xwayî kirîye ,Xan Ehmed vedigeri divê pîrê : rastîyayî bêji te çakîne wê hespê hanê xwayî kirîyê ? pîrê Xan Ehmed ra divêji :qîzik mi heyê mal va denakevi der va û hespê te jî ew xwayî kirî , Xan Ehmed bawir naki divê ka qîza te , pîrê rojkî Xan Ehmed gazî diki mal, axta ku Xan Ehmed tê mal qîzik divîni û evîndarê qîzkê dibi , diçi bavê xwe ra dive, ez qîza pîrê dixwazim, bavêyî jî razî dibi , heft roja û heft şeva xwe ra şadîyê dikin , jinka lêvqelişî şik dibi ku ew heman Holkezî be, kir nekir , nekarî belakî serê wê bîni , rojkî mala Xan Ehmed hemû berav bûbûn cîkî û her kesî çîrokik yan qewlikik digot , axta ku nobeta Holkezîyê dibi , ew bi navik dune xwe didi naskirin, divê ku yek diçi rîkî dûr sebak evîna xwe bivîni û gelik zehmetî jî dikşîni , axta ku dixwazi delala xwe bîni mal , nêzîkê gund da divê tu vira li ser golê da rûnê heta ez herim bi merivê xwe ra warim pêşwazîya te , paşê vedigeri mesela jinka lêvqelişî hemûka divêji .
Xan Ehmed û eyên dune teze pêdihesin ku çi hatîyi ser Holkezîyê , radibin jinka lêvqelişî hildidin, nigê wuya girê didin du deveyan ku yek tîyê û yek jî birçîyê , ce deva birçî gîya dêdidin û ce deva tî jî av , her du deve hiqasî ji hev dûr dikevin hetanê jinik urtê va dibi du qata .
sêvik sor jî wera ………

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn