Gundê Dîna

Cankurd

” Min ji pêşmergeyekî kurd pirs kir, gelo çi çîrokên gundên dora we nayin bîra we, keniya û got: Erê.. Min gelekan ji wan dizanin, min çendek jî bi tirkî nivîsand bûn, dema ez serbaz bûm.. Ezê bo te bibêjim, çima navê gundekî kurdan li hêla Ruhayê (Gundê Dîna deli koy ) lêkirine. “
Dema zivistan dibe, ewirên reş û giran dadikevin ser gundê “Dîna” û dikine xumxum, tu dibêjî dawiya dinyayê ye.. Ba, baran, bahoz û seqa “seqem” gelek zirar û ziyanê bi gundiyan dikin, ji ber ku malên wan ne mîna yên mirovanin, kozik û xanîkên piçûk ji kelpîça ne, tenê di nava wan da mala Eyûb axa xweşik û diriste, zirara zivistanê pênabe. Pezên gundiyan dimirin, ji sermayê an jî ji tunebûna êmê wan..Ne ka dimîne, ne kês dimîne û ne jî hêzing li gund hene…petikên rêxê jî namînin.
Bi şevê çav çavan nabînin, kesek nikare here mala yê dî û gelek caran berf rê dixetimîne, maxên nizim û bê pencere di bin de hildiweşin, an jî tew kes nizane, di bin wa berfê de, mal û mirov hene an na. Carina jî gur û keftar li nav gund dihêwirin û ji tirsa kûçik jî newêrin birewin.
Ev çi rewşe lo ?! Ma ev jîne ?!
Simikê Fato li ber agirê pixêrekê yê ber vemirînê gote Seferê Topo û xwe bi ser tifka pîxêrekê de xwar kir û tif kir..
“Ma emê çi bikin, bavo ?!” û çavêd xwe yên şiliqî bi kefa destê xwe yê mîna tîşekî kevirî paqij kir.
Herdu gundiyên pîremêr ji destpêka hêvarê da li ba hevdu rûniştibûn, lê ji wan pirsan pêve çi tiştekî dî yê giring negotibûn..tenê dûmanê sergîna û yê finîska ku tehniya reş belav dikir dikişandin û hizrêd xwe dikirin. Soliqêd sîngên wan jî hêdîka bûn, ku mirov nizanî; ka ewan ziwa bûne an jî xwe fêr dikin nelivînê.
Simikê fato careka dî pirs kir:
Ma wê her wisa be ?
Çi yê her wisa, Simo ?!
Ma wê her zivistan be, ma emê çawa bela zivistanê ji ser xwe bavêjin, bê tirs bijîn ?!
- Zivistan ji me re başe bira! Zivistan nebe, herroj leşkerê Romê li nav gunde û zoradriya wan ji ya zivistanê ne kêmtire.
Pîrejina Seferê Topo li wan temaşa dikir û destê xwe dabû ser çenga xwe ya rastê, bi êşeka didanên xwe ve mijûl bû.
Simikê Fato piçekî xwe ragirt û piştre teqiya:
Lo ev hale lo ?! jîna me ji ya sewalan pîstire..
Ka em çi bikin ? çi ji destê me dertê ? Xwedê em wilo kirine..Bo çiye nizanim.. lê gava wî tiştek xwast ew dike.
Ma em tiştekî nekin..?!
Em kanin çi bikin?.. Rabe em nimêja xwe bikin û li ber Xwedayê xwe bigerin, belkî bi dilovanî li me binêre û sivistanê di ser me re bi asanî derbas bike.
Bi ya min be, emê herin qurbanekê bibin û li ber deriyê mala axayê xwe serjê bikin û ji wî hêvî bikin, ku bo me dua’ bike. Me ji zû ve qurban nedane..
Gotina te ye.. lê çima em nabin ber deriyê şêx ?!
Ma tu dînî ? lo ma tu natirsî ? dengê xwe bilind neke..Gava kesek bibihîse, wê gotina te bigihîne Eyûb axa..Tu dizanî, wê çiyê bi seriyê me were..
Mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe.. eger tiştek bibe, wê bi seriyê min were..te çi kirî..?!
Piştî guftegotineka dirêj, herduka biryar dan, ku li nav malên gund bigerin û beranekî qelew û tijî bistînin û teviya gundiyan herin wî beranî li ber mala Eyûb axa bikin qurban, ku axa ji wan re dua’ bike, bo zivistan zû derbas be û çi zirar mezin negihîne gund.. Simikê Fato û Seferê Topo roja dî li nav malan geriyan, beranekî serxwe û gir anîn, gundî civandin û çûn li ber mala Eyûb axa civiya bûn û qurbana xwe serjêkirin..
Eyûb axa yê, ku divya bû bo wan dua’ bikira, li hindir maxekê, li ser kulavekî ji xwe çû bû (mest ketibû), ji ber ku şeva berê bi xwarin û vexwarinê derbas kiribû.
Bi hêvarê re bayekî qerisî rabû û berfê lêkir. Te digot nifir li gund qelibiye. Gundî şaş û mat man.
Simikê Fato ber bi kozikê Seferê Topo ve beziya, sîngê wî kire hilkiş. Sefer li kozikê qurî (wekî) zîndan û mirx (bin erd) cûm rûniştibû, qîtên wî yên nîv orde (tazî) teziya bûn (teviziya bûn), çiraxa malê mîna şimaleka jar ruhnî dida aliyekî maxê, bê naçar û xizan û çavşikest li Simikê Fato niriya û bê ku rabe serxwe fermûyî rûniştinê kir.
Simikê Fato bê silav hate ser pirsa (qeziya, daweya) qurbanê, got:
Lo ev çi bû ? Çima wer bû ?! Max û kozikên gund di bin berfê de nayin xweya kirin, ne zinar û ne dar, tiştek xweya nîne…Sala ku dar hişk bûne tê bîra meriyan.
Sefer bêdeng ma û bi kiçilê çavê xwe li jina xwe niriya, jinikê dîsa dest dabû ser çenga xwe û çavgirtî guh dida wan.
Lo bi soyî ( namûsa) min û te, qurban bi dilê me teva bû..
Sefer dîsa deng nekir…
Êh..! Em çi bikin ?! Me qurban kir, berf bêhtir barî.. Me nekira wê hîn çawa ba ?
Sefer xwe di cî de livand, carekê tuf kir, ku gewriya wî ji tehniyê vebe, soliqik kişand û got:
Ez dibêm, qurbana me ya piçûk bû..
Naaa..?!
Herêêê..Qurbana me ya piçûk bû..Me divêt golikek bida..
Ma emê çawa bikin.?! Teviya gundiyan bi nanzikî kar dikin. Kar jî tunebe, nanzikî jî nîne..
Eger qurbana me ya mezin ba , dibe berf nebariya..
Başe.. Em dîsa li nav malan digerin û bizava xwe bi hev dixînin, ku îcar golikekî di nav hev de qurban bidin..
Simikê Fato û Seferê Topo şora xwe kirin yek û roja dî li nav gund geriyan, bi gundiyan dan pejirandin, ku golikekî qurban bidin. Golikek dîtin, bihayê wî di nav xwe de biryar kirin û li teva par kirin, bi hêviya ku her yek para xwe dema bêdera bide. Golikê xwe birin, bi mebesta, ku li ber deriyê mala Eyûb axa serjê bikin. Ji hindir mala Eyûb axa azepek î mîna wan belengaz û hejar derket, li wan temaşa kir, dilê wî yê nazik nema dikarî bêvacî û nezaniya wan bipejirîne, lewra ew hêrs ket û ji wan pirs kir:
Meger we ev golik aniye ?!
Gişa li çavên hev û din niriyan û dawî teva rûyên xwe dan aliyê Simikê Fato û mawe ya “mesafeta” nav xwe û wî de bi çavan pîvan. Dibe, ku wan Simik mîna pêşmêrekî zana û têgihîştî dizanîn û dibe, ku wan dixwast xwe di paş wî de veşêrin û teviya kulxanê bi ser wî de bişînin. Simik hinekî gîro (meşxûl) bû, pişt re got:
Me got, beranê me piçûk bû, nehat pejirandin, lewra berf bariya û gava em qurbanekî mezintir bidin, dibe ku Xwedayê me bo xatirê Eyûb axa bipejirîne..û va xeyda zivistanê ji ser me rabe.. eger ev jî piçûke, emê binêrin, ka em çi bikin.
Başe.. Ez diçim ji Eyub axa dipirsim..
Azepê ku dilê wî ji bo wan dihat sohtin, di dergahê malê re şûn ve çû, derbas bû eywana axayê xwe, dît ku axa raketiye û xurxura sîngê wî ye, di cî de şûn ve vegeriya û hate ba gundiyan, berken bû û got:
Axa qurbana we pejirand û got, ku ewê bo we gelek dua’n bike, bila golikê xwe bibin, serjê bikin û li hev û din parve bikin, wê berfê raweste û zivistanê derbas be. Eger ewan careka dî qurbanekê bînin ber deriyê mala min an jî ber deriyê mala şêx, wê kevir jî bibarin.. We bihîst ? Wê kevir jî bibarin..
Ji wa rojê ve, azep ji gundê “Dîna” wenda bû, ji tirsa ku Eyûb axa û şêxê gund bizanin, bo çi gundî qurbanan nayînin ber deriyê malên wan.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji berhemên kurdî

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji berhemên kurdî

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji berhemên kurdî

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…