Gikor, Çîroka bidarêzorê xebitandina zarokên reben Edo Makuyî

GÎKOR

Guhastin ji zimanê êrmenîyê kirin Emînê Evdal. Hecîyê Cindî

NEŞRA DÎWANÊ
1932 Salê. REWANÊ

Nivîsîna bi tîpa Latînî:
Edoyê Simko
1.10.2011

Taypkirina Destnivîsa Tîpguhêzbuyî: Ejderê Pîriyê Sarmanlû

Du Xeber
Me, Gîkor guhast ser wê nêtê, wekî ji emirê zarane. Wextêda zara ew kitêb xwendîye bi dil û eşq kêfa wan zef pêra hatye.
Hovhanêss Tûmanyan nivîsarcîkî kifşe nava xevatçîyê Zakavkaszêda. Ewî gele miqale nivîsîne ji emirê xevatçîye Zakavkaszê û ji emirê zara.
Ji wan miqala yek jî, “Gîkor”e. Gîkor wî çaxî hatye nivîsarê, çiçax Zakavkaszêda diha gumruh dibû kapîtalîzm, pêra jî gund wêran dibûn. Xevatçîyê gunda û zarê mîna Gîkor dihatin bajara, boy xevatê, boy paletîyê. Xwelî dest gundîyê xevatçîda tunebû, xwelî ji destê wana distandin.
Tûmanyan hema ji wê dewranê jî nivîsye, “Gîkor”.
Nivîsîye derheqa wê zelûlyê têda, yak wî çaxî bûye û zarongê nola Gîkor mezin bûne.
Lema jî me layiq dît, wekî eva kitêba zû bê neşirkirinê, bikeve destê zarê kurmancê zevatçî. Ku zaro bizanbin derheqa hal-wextê zarê xevatçîyê Zakavkaszê dihêna berêda.
Nastî. Me cî-cî xeber nivîsîne bi herfê b û cî-cî bi herfa v.mesele-çûbû, cûvû û yê mayin. Cîya jî cumle awqa nêtlî nehatine nivîsarê.
Ji vê yekê heval gere bibaxşînin, çimik têrmînê zimanê kurmancî awqa jî vê gavê nayêne xevatê, tunenin.
Hovhanêss Tûmanyan
1869-1923

1
Mala Hambûyê gundîda şer bû. Hambo dixwest kurê xweyî 12 salî bive bajar, şixulekî jêra bivîne, bide ser sinetekî seva kurê wî pêşekekî hîn be, lê dîya Gîkor qayîl nedibû.
-Nikarim, gedengê minî zare, hela nikare tu pêşeyî hîn be, min ne lazimî wî pêşekêye, dîya Gîkor digot û dibiland, lê Hambo gudarî nedkir.
Rojeke delal bû, lê merivê mala Hambo melûl bûn.
Hambo Gîkor dibir bajêr, gundîyê wan heta kêleka gund pêra hatin, çûne rûyê Gîkor û rêxistin.
Zanya xûşka wî digirya, Gîkol, Gîkol, kuda diçî, hêy Gîkol,, eva gilîya jî Galoyê birê Gîkor digot û dikire gaz.
Gîkor zû-zû paşda dinêrî, hela cînarê wan neçûvûn hundurê malêd xwe. Dîya Gîkor hela digirya, pê şelka xwe çevê xwe temîz dikir. Gîkor dav û pêşya bavê xwe, diçû, mîna ara dida çirtika diçû dihat, carekê jî pij/pişt xwe nihêrî ki diha gund ketîye piyê banî, naxwêne, ji wê şûnda Gîkor paşda dima, pêkol dikir.
-Ha were, Gîkor can, ha were, hindik ma, Hambo digot û diçû, xurca wî jî ser milê wî bû, xurcka xwe davû ser milê xwe, xurcikêda deste tutûn, hine penêr, çend nan hebûn, nêzîkî êvarê bû, Gîkor û Hambo ser gelek çîya, banya û rîya derbaz bûvûn. Gîkor carekê jî berê xwe gundda kir, nihêrî gund wê nav mij û dûmanêda dixwêne, gelekî ji gund dûr ketine.
-Ha-ha bavo mala me wa te, ha Gîkor destê xwe dirêjî berbi gund kir, ewki gund qet nexwên bû, çûn dîsa. Roja ewlin gundekî qesidîn, Hamo çû mala nasê xwe.
Xişe-xişa samovara qîçik bû. Qîzeke delal fîncane dêsta xikeşi-xikaşi wê bû, dişûşt û dadigirt, keçkê kincne sore delal xwe kirivûn.
Gîkor dilê xweda digot –Ez ki çûm bajêr xevitîm, ezê Zanya xûşka xwera kincê wa sor bistînim, bivim. Êvarê pey şîvêra, Hambo û xweyê malê qelinê xwe tijî titûn kirin û dikişandin, gilîyê wanî pêşin derheqa Gîkorda bû.
Xweyê malê peyê Hambo dida, çawa Hambo kurê xwe ji gund anî bû, dixast bive bajar, bive meriv, pêşekî hîn bive.
Pey gilîyê Gîkorra, derheqa şerda xeverdan, paşê derheqa biha arzanbûna nanda, çika nan çi bihaye bajarda. Lê Gîkorî westîya bû, xewa wî dihat, radiza.
Roja dinê, rabûn, çûn bajar, nav bajêr, Tucarekî got –kalê te ew kurik anîye bikî xulam.
-Belê ez xulam. Hambo kurik devda seva ser rîya wî hilda, çû cem tucar (tacir).
-Bîne cem min, ezê bigrim. Navê wî tucarî bazaz Artam bû. (perçefiroş)
2
Hambo bajarda Gîkor da ber destê bazaz Artêm.
Artêm Hamborawa got, ko Gîkor malê gerekê gêzîke, pêlava paqiş ke, xarinê bibe dikanê.
Gîkor, wê meytarîke wa bikira heta salekê.
Salekê şûnda Artêm gerekê ew bibira dikanê çawa “Şagirt”, wekî wî qeydeyî Gîkor pêşda bihata û bilyan bibya.
-Hela muqdarê pênc sala ez tu heqyatê (pere) nadim kurê te, çimkî ew qe tiştekî nizane, ya rast wekî ez bêjim, gerekê hela tu serra bidî, wekî kurê te hîn be, bive meriv. Tu fem dikî çi dibêjim Hambo.
Hambo got –Helbet, kurê min tiştekî nizane, wekî zanbîya, minê çira banya cem te, min jî anye seba kur hînbe, berdestê camêrê mîna te.
Wê hîn be, wê her gilya hîn be, wê kêfa te hîn be….
-Nîkolê alyê we nas dikî? Ewê vira, niha dikana wî jî heye.
Ew Nîkol li cem min hîn bûye, lê hema wexta çûyînê du kevçîyê alyê û tiştê dinê dizî.
-Na, xazêyn can, eva tişta nadize, wekî ew tiştekî usa bike, ezê bêm milkê wî bigrim û bavêjim çemê hanî kûre.
-Erê, kurê teyî hergê helal be, bizan be, wê ji xwera bive merî….
Lê, lê, derdê min jî ewe begê min, ez qurba, wekî bive meriv, zimana hîn be, merva naske, wekî mîna min belengaz nemîne, feqîrfuqare. Ew xwe jî alîfbe nas dike, Mekteba gundê meda hîn bûye, xwe jî kurekî çev vekirîye, lê reca min te heye, ko hûn rind guh bidne wî, zare tifaleke.
Ser vê yekê Artêm Hambo guman kir, derket derva û got kulfetê xwera-wekî mîvanara nan û çayê bînin.
3

Social