Esmer, Edo Makuyî

ESMER
Li wêderê, kêderê ku çîyayêd bilind bi qefa û zinar hilparikî ezmana dibû, li kêderê ku ewurê reşe tarî kerî-kerî li serê çîya xurdibûn bi hêwra giran, û usa şirin dizingirî bayê hênik, çewa li mêşê himber govenda teyîreda dikir wîtîn bi dengê şîrin.
Li wan gerr û guhêrra dixulxulîn avêd belekîyê berfa û çevkanîya dilezandin berbi bestê deşta fire. Ji her kendalekî, ji berwara û pêhevraza, xuşînê cewukê ava dihat, ew ji hevraza bejêr dibezîn, gava ku tev hev dibû, telp digirtin giran dikişîyan û gava ku dîsa berê wan diket pêbejêra, kevir û kuçika bi xwerra rapêç dikirin, dibû zirimîn bi kerb û kîn.
Usa bû ew zozana serhedê: li milê rastê mêşekî six bû, li milê çepê çîya bû, bi gul û sosinê awaz-awazî pir xemilî. Û ew çîyayê usa bi gul û sosin xemilî, qefa û zinarê wî bi ewur û ezmanara xeberdidan, di nava sal û zemanê qerinada bi birînê xedar zer û zinar ji hev qelişîbûn, bilindayîke tarî û xalî bû. Ji gerra wî çîyayî tevê usa diqijiland, wekî berî wedê xwe biharê, gul û sosina belgê xwe raxistibûn bi bîna qudretî ew best tijî bûvun, meriv hewas hijimekar bû, têr lê bigerre û bîne veçine, çiqas şîrin dihat betê hênik bi bîna gula, sosin û rihana perwedekirî, nayê gilî kirin.
Mêş û moza li ser belgê dara raw girtibûn vizîna wan bû, mergîskê û ruhberê biharê temam ruh, berda hatibûn, dilipitîn çarnikal, şaya ruh vegerandina xwe dikirin, ya emirê teze çar nikal, li ber devê ava, li ber qelşê kevira û li ser belgê dara….
Ji berpala çîyê, raw girtibû kerîyê şivan, bizinê isturu, xişt çindik kiribûn li ser qefê zinara û li ser serê wan, zerê bilind kubar-kubar berjêr li gerrê û kerîyê mîya dinhêrrîn yê ku raw girtibûn giran diçêryan, vîyalî-wîalî hêşinayê biharêyî teze meqes dikirin û nav nava li bizinê hevalê xwe bê ebûr dinhêrîn, yê ku xwe dabûn çingilê jorin, jorda li wan dinhêrrîn.
Kerîm lingekî xwe dabû bin xwe, lingê din ji ber xwe derdabû û serê seyê gurrêx danîbû ser çonga xwe û bi dengê zîz qîrrîna bilûra wî dihat, çiqas diçû, ew qas zîz dibû dengê bilûra wî. bi miqamê şîrin quvîna bilûra kerîm, ew best girtibû, te qeyî digot wê lezê kevir kuçik gul, sosin rihan û beyîbûn, teyîr û terawulê mêşe, tev bi hevrra kerr bûne guhdarîya miqamê kerîm dikin.
Ew qîzê ku li kêleka çem rûniştibûn, lingê xwe dişûştin, aha, wana ling, ser û çevê xwe şûştin, kuta kirin, çing kirin banzdan ser kevir û zinara, berê xwe dan berpala çîyê… daw û dêrê wan, kesk, sor, şîn û qîçik, sipî û zerda birr bi rengê gul û sosinê neqebêrra xeber didan, xemila xemilê, tijî dikirin rengê awaz.
Esmera esmerî, xwîdana enîya kever, bi zenda zer paqişkir û çaquya xwe kûr di ber pişta xweda nikand, xandoq û siping tijî pêşa xwe kir, çapik û çeleng pêhevraz bû.
Dengê bilûrê diha bilind bû, miqamê bilûra şivîn dil dihejandin, berbi xwe dikişandin, sewta bilûra kerîm, sewta evînîya dila bû.
Ji wan qîza çend çûn ketin nava pêz û vîyalî-wîyalî pez dane bêr, refesa guhanê mîya girtin di erdêda dotin, şîrê mîya bi ser çevê hev reşandin, di berwarêda li milkê pêz hev kepeseyî kirin.
Esmerê, nêzîkî bi kerîyê pêz dikir, kerîm gava ku Esmer raçev kir serê seyê gurêx wêda def da, bihecam zor da dengê bilûrê.
Çevê Esmerê jî kenîya guleş çirûsîn, hinarê sûretê sor, notila du sêvê xirtizê, bûne gulok gava ji şabûna devê mewîjî bi ken vebû, diranê sedefî berra xwanê kir, notila diranê kara xezala, -hiz bike ji hizkirî, di dilê xewda wekiland Esmerê. Sifetê şivanî guleş, çev û burîyê wî bedew bi miqamê şirinra tevayî usa li Esmerê rûdinişt, usa lê xweş dihat, wekî dil û ceger lê disût, têl bi têl tamarê xûnê di hundur Esmerêda direqisîn ji şerim û şabûnê sûret lê qimilîbûn, ewê ew deşta fire ji xwerra teng hesab kir. Teva biharê zatê namil li Esmerê diqimiland, xûn di wêda dike lijî, agir û alava qefes kirina dilê wêyî tenik gurr bûva, notila gogerçîna ser zinara, ew nişkêva kete qefesê û çar sale wekî di wê qefesê, wê telikêda çurumîş dibe, û wê lezê, gava ku Esmerê, qefes çikênandibû, gava ku nêzîkî hizkirîyê dilê xwe dibû…. Esmer li pişt xwe dinhêrre, kamê? Keçik naxwênin, kî? Zane ketine kî qulçî û cesûsîya wê dikin….oh, de bira xwe bitelînin, cesûsîyê bikin, çiqasî dilê wan duxaze, teva biharê diha nehêle, wekî ew dilê nazik qefes bike, wê hizkirina şêrin perde bike, tu cara, tu cara ewê ewqasî xwe bîr nekirîy, tu cara şewata dilê xwe usa gurr nînbîye, çewa wê sala paşin, tu cara ew usa bi culhet nêzîkî qirara xwe nebîye, çewa vê lezê. Oh, helo wê biharê tevê çirra? Usa diqijiland, çirra? Usa fenabû, wekî dinçand Esmerê niheqîyê bike….
Û gava ku bilûra kerîm, dengê xwe vebirrî xeberek ji dev û lêvê Esmerê şekirî firrî, hizbike- ji hizkirî, deqekê dev û lêvê şekirî fire vedibin, diranê sedefî notila diranê karê xezala dibiriqin, ew guleş dibe û dikene, hêja bi dengê wê zîz û hizkirina ezîz gerr û guhêrr dizingire, nûr û nedera wê di dilê Kerîmda dişuxule, Kerîm li sifetê Esmerêyî bedew û li çevê wê notila ezmanê sayî zelal, mêze kir, bi dilê avêjok nêzîkî wê bû.
-Esmer.
Dilê Esmerê jî avît reqisî, ewê serê xwe hejand, te qeyî digot ew tirs û xofa ku heta wê wextê ew qepeçe kiribûn, ji xwe dawuşand wêda avît, wêda avît qend û bendê edetê kevine bê oxir û pêşa xwe berda jê rijîya pincara çivî, Esmer xwarî erdê bû ji nav wê pincarrê kulmek xandoq hilanî û bi dil û reza dirêjî Kerîm kir.
Kerîm destê Esmerê bi herdu desta girt, givaşt, xandoq, yek bi yek gulolî erdê bûn, ew hêdî-hêdî nêzîkî Esmerê bû.
-Axir çi çax? –Kerîm bi keser pirsî.
-Çi çaxê? Ejî nizanim, wekiland
Esmerê bi dengekî melûl caba pirsa Kerîme nişkêba da û aza dest bi dilê xweda givaût.
-A… Esmer, -bi lez wekiland kerîm bi dilê baristana- axir ez çiqasî sebir bikim, û nişkêva sûretê Esmerêyî notila sêva xelatê da ber ramûsana, Esmer diricifî notila meya nav avê.
-La min heç tedayê, -wekilî dengê qîzekê û ji pêrra kulma xwe tijî şîr bi ser çewê Esmerê reşand…..
Dîsa êvare, dîsa welî hate hundurr odê, li ser mîndera xwe nerim rûnişt û bû fiştîna qelina wî, dû li ser milla bû gêjgerîn, çevêd xware tijî xûn kuta çevê Esmerê, di bin pozê xwerra girrijî, hizingê kûr rahiştin û Esmer da ser çonga xwe.
Temam çar sala ewî wa buhartîye. Wê çaxê Esmer 16-e salî bû, hela qîzeke amin û tamin bû, ji dunîyayê bê xeber.
Heta wî yaşî Mistoyê belengaz heger zivistanê. Heger biharê ji dêrekî çît zêdetir tiştek li Esmerê nedikir, zatî xarina wê jî hine dewê tirş û toraqa eyêr bû, nav-nava ji mala Axê hine hûr-rrûvî, pişik û cegerê pezê şer jêkirî dihat mala Mistoyê belengaz, lê nişkêva hertişt hate guhastinê. Vê gavê Esmer kare xas û qumaşî jî li xweke, sol û gorê bajêrr jî bike pê, û hela serda rojê beqdadîkê dide serê xwe. Sirîya ewulin evana gişk lê xweş dihat, welî jî şevê heta sibê li dora Esmerê diçû dihat hemêz dikir, dalist ji sêrî heta linga, lê hela jê têr nedibû….
Sal bi sal Esmer ji hev derdiket, notila gula derbiharê vedibû, meriv hewas hijmekar bû li wê, çev burîya qaş û qelema dêmê gulî, ordama şîrin, awurrê çeva mêzeke, lê welî roj bi roj di xweda diqicqicî dikelijî notila pilingê har şevê heta sibê dikir errîn, li dora lingê Esmerê diçû dihat, dikir devê xwe û nav-nava hulkum dikirê, tewlebaz dida xwe, bê hemdî xwe ji hal û qal xeber dida, oyînbazî dikirin, dibû axe-axa wî, ofe-ofa wî, dinelîya dikalîya û car din li dora Esmerê diçû dihat, ji kêlekekê weldigerrîya kêleka din, dibû erîna wî….
Gava ku ron dibûn-şevêd usaye bi kul û keser, welî bi kîn û buqzê li Esmerê dinhêrrî, sibê heta êvarê, derî li ser dadida çewa girtî û tenê wextê nan ew bîr danîn.
Îlahî vê sala paşin welî lap har bûvû, ew çend cara çûbû bajarra û vegerrîyabû, gava ku ji bajêrr vegerîyabû hertim ewî şevê usa gosirmat buhartibûn, sivetirê jî derî diha qewîn li ser Esmerê dadabû.
-Ezê 14e sala jî xweyîkim, lê nahêlim ji hundurr derkeve, rûyê evda bivîne, -Esmerê rojekê bihîstibû reva gef û gurrê wî, wajî başe, wajî welî kare timê kel û şewata dilê xwe, birrêje. Bihara bîsta nêt û mitalene mayîn ji Esmerêra anîbûn, lê bona welî ew bihara bîsta weke hercar bû û hela diha xweş û hêsa weke hercar, ew herça ku li welî xweş dihat, lê li berçevê Esmerê reş bû, wekî mer.
Û roj bi roj peyî dibû dil û cegerê Esmerê, welî jî rihet nedima, dil û ceger ewî jî li xwe dikot.
Esmer diha xwe nas dikir, diha ne ew qîza sivike ji dinê bêxeber bû, niha ew bi fikir û zanbûn duşurmîş dibû… welî eva yekana fem dikirin û diha bi kînê û kumrreşîyê tijî dibû.
Aha îro çevê wî dirreqisin, çenê wî dûzan kirî sîqîn jê tê notila gurê çille, diranê xwe diçîrrkîne, qamçîyê desta di destê xweda werba dike û ji hêrsa dişîriqîne saqê sapoka, diçe hundurr odê, Esmer qutîyê huldişîne, her neyîse cîdide, welî nêzîkî Esmerê dibe, kef bi dêv ketî notila hespê şîret kirî, Esmerê li erdê pendike, bi dest zalim tê nav çevê Esmerê, bi gulîya digire bide, ku tu didêyî heta millê wî radibe, heta qeweta wî heye Esmerê dihincirrîne.
Qîza mirtiba, tu qîza kuçikê birçî, axir te çewa culet kir, wekî navê welî li erdê xist, tu namûsê dikî laka pûşta, erê ne?
Ling û kêlekê Esmerê ji zerpa qamçîya dicivin ser hev, çiqasî dike qirrîn, barrîn dest naçe ber destê zalim, destê welî hela nawestin.
-Tu teyaq nakî ne? qancux…na, tu naçî, kolos li serê min heye, ezê ji postê we herduya duhêla rahêlim, bavê min hevt jin xweyî dikirin, lê ji wana yekê jî miqenetî li bavê minrra nekir, niha tê min bikî sosiret ,weyî tu qîza Mustê başewal. Erê, erê zirar tune pak-pak-zef baş.
Û gava ku Esmer bû meyît, bê deng û hiş li erdê dirêj bû, paşê Welî destê xwe jê kişand, çend serîya li nava odê çû hat, paşê Esmer ber xweba kir, danî ser doşeka rûniştina xwe û li kêlekê rûnişt.
Xêlekê şûnda Esmerê çevê xwe vekirin, notila merekî reş mêrê xwe li kêleka xwe dît, hêsir li ser çevê belek bûvûn gol, dilop-dilop di ser hinarê sûretê sorda dihatin xwarê, ber û bişkok lê qetîyabûn û pêsîra kirêsrra zer memika, xwanê dikir.
Welî vê carê bi hêrsa danîyî nêzîkî wê bû, bawer bikî ew jî ketibû ber îske-îska, gava ku destê xwe stuyê Esmerra bir, lê hema bi wê hêrsê jî notila hirçê gelîya kîderê jinê kete ber, da ber ramûsana.
Esmerê ew şûmda def da.
-Axir tu çi duxazî? Bese tu qe zanî, wekî tu li çi? Dunîyayê dijîyî.
-Na Esmer, axir ruhê min teyaq nekir, çaxê ku min bihîst, wekî tu çûyî bi kerîm ra ketî….ax de xwelî li serê min be.
-Axir seba çi wa?
-Xulese?
-Belê, hema ez ji wî hizdikim.
-Ji kerîm?
-Belê ji kerîm.
-Weyî xwelî li serê welî be.
-Wa.
-Lo wekî usane, ez diha ne mêrim…
-Tu teze zanî, wekî tu mêr nînî.
...........

Tîpguhêzî ji tîpa Kirîl:

Edoyê Simkoyê Mikoyê Elîyê Dûmanê Kelboyê Omo, xelkê kela Makê ji bajêrê Qezvînê
18.07.1390

10.10.2011
Taypkirina Destnivîsa Tîpguhêzbuyî: Ejderê Pîriyê Sarmanlû

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.