Conî û dan

Dema dibû payîz gundiyên me tevdîra zibistanê didîtin. Zivistana, li welat gelek berf dibarî, rê û dirb dihatin girtin, pirr mirov hebûn ku şeş meha çavên wan bi bajêra nediket. Dê pêwîst bû ku tevdîra şeş meha bahata girtin.

Tevdîr çî bûn? Kesên heywanên wan heba kâ û gîha dicivandin, mêrgê wan heba diçinîn, hinekan gîha hûrdikirin dikirin kâ. Van salên dawîn hima herkesî gîhayê xwe hûrdikirin dikirin kâ, jiber hinek kesên nebaş gîha dişewitandin. Kesên mêrgê wan tunebana an rûyê mêrga kirî dikirin an jî, ji xwe re kâ û gîha distendin, bi vî awahî tevdîra heywana dihat dîtin. Carnan ku zivistanê dirêj bikira hinek kes kâ û gîhayên wan têr nedikir, kesên perê wan heba dikirîn, hinekan jî pezên xwe li cîrana belav dikirin heta çêre derketa. Hinek kesan jî pezên xwe dibirin welatê jêrîn, wek Riha û Amedê. Lê tevdîra mal jî hebû. Ew jî bi gelemperî genim kelandin (Serhediya jê re bilxur kelandin digotin) û dan kutan bû. Çend torbe arvan, kartol, pîvaz û tenekên rûn, penêr û toraq jî nedihat jibîr kirin. Lê van salên dawîn gelekan di şûna rûnê mal de yên sun’î (serhediya runê vite digotin) distendin, jiber ew rûna him sivik bû û him jî erzan bû. Vana karên serbixwe bûn, lê genim kelandin û dan kutan pirrê caran cîrana bihev re alîkarî dikir. Wê biçuna devê çemekî, genimê xwe bişûştina, agirê xwe vêxistina, berôş û sîtilên xwe danîna ser agir, genim têxistinayê û bikelandina. Piştî kelandinê genim diperçivî, lê bi rastî dema ku hêj germ bû gelek tam jî têde hebû. Carnan cîranan ji cîranan re genimê kelandi diyarî dikirin, me jê re digot bilxur hêj ku nahatibû hêran jî.

Piştî kelandinê genim li ser qesîl û palasa radixistin. Dema baş hişk biba îja ew genima an dibû bilxur an jî dibû dan. Pirrê kesan 3-4 torbe bilxur çêdikirin û bi qasî torbekî ji dan. Lewra dan wek bilxur pirr nedihat xwarin. Bilxurê me him di şûna xwe de û him jî di şûna birinc de dihat bikar anîn. Bi rastî tama bilxur jixwe ji birinc jî xweştir e, lê hinek kesên maldar birinc jî distendin, dema mêvan bahatana birinc meqbûltir bû. Boy vê jî hinek kesan xwarina bilxur biçûk didîtin. Ku dema hinekan liser nan û zadê wan henek bikirina digotin dinya nediya dinya nedî, bilxur dane ser gotin mala me eydî

Destarê bilxur li welat berê du kevir bûn. Kevirê binî pîjek dixistin navê, yê ser jî nava wê de qulek mezin çêdikirin, genim berdidan nav û kevir digerandin, her wiha ew genimê kelandi hûr dibû û dibû bilxur, lê hurîkên wî jî çêdibûn, ji wê re jî digotin bilxurê hûr. Bi bilxurê hûr jî kifte çêdikirin.

Ji dan kutanê re jî aşek hebû. Ew aşa kevireki mezin bû, nava wî derdixistin bi qasî tenekekî genim bikevê, jê re conî digotin. Conî ji kevirê nerm çêdibû lê her malek coniyê wan tunebû. Mirov dikare bêje di gundek biçûk de 2-3 conî ancex hebûn. Dûvre gazî ciwanên cîran dikirin û bi mêkuta ew genima dikutan. Bi gelemperî du heba bihev re li conî dixistin, du heb jî li dor conî rudiniştin, genim davêtin ber mêkuta, lewra dema bi mêkuta li conî dixistin genim belav dibû, carnan derdiket serlêva conî, ku tevlihev neba dan baş nedihat kutanê.

Li welatê me cîhki ciwana hevdu nasbikira tunebû, bes dawet hebûn, jixwe li welat pirrên ciyan govenda mêr û jinan jî cuda bû, ta van salê dawîn jiyana nû tevlihev kir!.. Ciyê duwemîn yê boy naskirinê conî bûn. Ciwana dema dan dikutan bihev re sohbet jî dikirin, wisan dibû sedemê naskirina wan jî. Hinek caran jî liber conî ciwana quweta xwe diceribandin, bihev re diketin reqabetê, dema yekî mêkut li conî dixist yê din mêkutê xwe amade dikir, wisan yek wî yek yê din ta kîjan zû biwestiya. Xwarina wê rojê liser xwediyê bilxur bû, hinekan merdî dikirin ji wan re cixare jî distendin, lê kesî boy vî karî ucret nedistend.

Hinek xwedanê bilxur jî mexsûs wan dikir reqabetê daku zûtirî danê xwe bikutin. Dan kutan jî him ji kultura me ye, him jî karekî alîkariyê bû di nava cîranan de.

Belku niha hinek xwendevan qet navê coni seh jî nekiribin. Min xwest binvîsim daku ney jibîr kirin.

13.08.2005
M.Nureddin Yekta

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn