Civîna gulan

Cabkurd

(Bingeha vê çêrokê berhemeke kurdî ya gelêrî ye. Thomas Boa di pirtûka xwe de, ya bi firensî li ser strana kurdî ya gelêrî ye, nivîsandiye. Min wergera wê bi Erebî belav kiriye, lê min ev nivîs piçekî bi guhartin lêkiriye.) Cankurd

Hersal gul û kulîlk ji her aliyekî cîhanê ve li hev dicivin, û her yek ji wan li ser baştirîn karê xwe yê di wê salê de kiriye, dipeyive, bi mebesta standina xilata bilind ya karên qenciyê di nêv cîhana gulan de. Lew re ji her derekê ve rengareng gulên bînxweş, bejinbilind û dêmciwan hatin. Tenha sê gulên bi nav û deng nehatin, tevî ku soz dabûn berpirs û amadekarên wê civatê. Nêrgiz, Gula Avî û Gangulî.
Ji ber ku dem dereng bû û koma gulan ji rêyên dûr û dirêj hatî bûn, lew re mezina civatê dest bi civatê kir û mixabiniya xwe ji ber nehatina wan hersê gulan anî zimên.
Rîhan rabû ser xwe û got ku ew carekê çûbû xistexaneyekê û li wir ciyê xwe di guldanekê de girtibû, li ber seriyê lawekî pir nexweş. Ew karê xwe yê di wê rojê de wilo baş dibîne, ku ew xilata salê bistîne. Hemî gul û kulîlkan ji wê re dane çepikan û pesindariya karê wê yê hêja kirin. Ew bi dilekî tijî hîvî di ciyê xwe de danişt.
Gula Salê rabû ser xwe û carekê çavêd xwe di civatê de gerandin û got: „Îsal, ez çûm hindirê dibistanekê. Li wir ez bûm mêvanê maxeke dersdayînê, hem şagird û hem jî mamhostaya wan bi hatina min dilşad bûn û wan gelek hezkirin, ku ez di nêv de me. Ma hûn ji bo vê yekê xilata salê nadin min?“
Hemî gulan ji wê re serkeftin û standina xilatê hîvî kirin.
Li dawiyê, Binefş ji ciyê xwe hilbû, keniya û got: „Ez derbas bûm hindirê koçka şahanî û di nêv şehzade, xatûn û karmendên koçka padişahê xwe re geriyam, min dilêd xort û mêran revandin û teva pesindariya min û gelê gulan kirin, ez wekî bûkekê dîtim û ji min hezkirin.“
Hemî gulan nevîna xwe ji koçk û seraya şahanî dan xuyakirin û yekê got, ku wê xwe erzan û heban kiriye bi wê serlêdana xwe ya ne pîroz.
Berî ku diyar bikin, ka xudana xilata salê wê kijan gul be, hersê gulên, ku nehatibûn, li pey hev ketin holê û hersê wilo westiya û mendo bûn.
Sereka civatê, ku guleke dêmzer û temendirêj bû, pirsiya, got:“Çi salix e? Bo çî hûn wilo dereng hatine?“
Gula Avî bersiv da, got: „Em niha ji Kurdistanê tên, em westiyane û ji ber ku me demeke giring li wir derbas kir, em dereng man. Li me biborînin.“
Sereka civatê pirsiya: „De fermo, ji xûşkên xwe re xuya bikin, ji ber çi we demeke xwe ya giring li Kurdistanê borand!“
Ganguliyê seriyê xwe carekê hejand û bihneke xweş ji wê belav bû û berî ku hevala wê, Gula Avî, bersiva sereka civatê bide, got: „Em di rê de bûn, dihatin vir. Em pêgî termê ciwanmêrekî hatin, ku di berxwedana ji bo azadiya gelê xwe de, hatibû şehîd kirin. Havîn e û li Kurdistanê gelek germ e. Da termê wî wekî xwe bimîne, me hersê gulan gotina xwe kir yek, me ew xiste siya xwe, heta rêhevalêd wî hatin û ew birin çalkirin.“
Ji nişka ve, sereka civînê ji cîhê xwe rabû, li pey wê jî hemî xangêd wê, çi mezin û çi piçûk û çepik lêdan. Sereka civînê got: “Aferîn sed car aferîn. Ev karê we kiriye qenctirîn karê gula bû, di vê salê de, ma ji sîhvegirtina ser termê şehîdekî karekî bi rûmettir heye. Xilata îsal ya we ye, xangino!“

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Civîna gulan

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.