Beyta Ûsif û Zelîxa

[Ji berhevoka Socin û Prym, 1889 Petersbourg]

Tîpguhastin: Cankurd

Pîrê Yaqûb duwazde kur jê bûn
Ew hemî fêrisê di çê bûn
Zêde Ûsif, Binyamî ( ) bûn
Ew duwazde birane pi (bi) jimar e

Ûsif, Binyamî, sebî ne
Ew herdu ji dayik din e
Ew reng xorşîd û nehar e ( )

Yûsif ji merteban pêtir (bêtir) bû
Husn û cemal çêtir bû
Zêde ji biraya mestir bû
Ji birayê mezin vebar e

Birayê mezin ve dikit huzn û gengaş e:
Ew babê em dayîn baş e
Di gel Yûsifî oldaş e
Ew bira jê bi kîn û qehr e

Gelî bira dê vê qehrê biderkin
Dê bibi(n) ravê berzekin
Dê fena bikin yek car e

Ew bira rabûn ji vê navê
Li Ûsifî dikin silavê
Keko rabe, de ba biçe (biçin) ravê ( )
Ew rav nêzîka beravê

Yûsifî wê ditin cewabê
Ez pê xwe nadim rikabê
Heta cuwab neyêd(t) ji nig babê
Heta bab nedit qerar e

Go: Bira, rabin ji vê navê
Ewe çûne lig (li nig) babê
Go: Babo, Yûsivî raveg (k) ji me xwaste

Babê dibêjît Yûsivê min î zeî’f e
Nakitin terhê şefîf e
Di gel we nabitin hevkûf e
Wî kar nîne bête kar e

Go: Ya babo, şolê te di evane
Pêşiyê teg bi perdane
Rav nêzîkin temaşane
Em hem birayin, hem oldaşin

Babê dibêjid: Dê bilezkin, bilezînin
Yûsiv î min qenc bixemilînin
Bibin ravê zûka bînin
Ji bo min bînin ber êvar e

Go: Ya babo, em dê bi ravan kin
Xilmatok sae’t û gavan kin
Xilmatok li ser çavan kin
Ji bo te tînin ber êvar e

Ew bira çûne wê navê
Wan îcazîne ji lig babê
Ûsivî pê da rikabê
Ew digel bira çûbû ravê
Wan bira jê bi kîn û qehr e

Wan rav birin ji malan pê da
Birag (k) dîtî li nîva rê da
Çingilê wî girte avê tê da
Ew bê perwer çû, bê çar e

Ew Ûsivî lawdê (lawê) qend e
Wî u’lmê Xwedê dixwande
Heyfa me mabû çende
Vê gihîştê teyar e

Cibraîl bi layê seqtî
Gava gihîştê pê (bê) weqtî
Rukban de heç weku mîrê ser textî
Bi qudreta ê Cebbar e

Bira wê gavê peşîman bîne (bûne)
Wê dikin huzn û girîn e
Em dê çawe di pêş babê kevîne
Ew xusarin pêşeman e

Birayê mezin zend û bazinê xwe hilmişte
Xezalik dîtî we (û) kuşte
Cilkêd Ûsiv bi xwînê mişte
Ew çûne lig babê bi xware

Ew bira hatin a ji wê ve
Ew Kena’nî ( ) bi jin û mêr ve
Ew hemî vê çûne ji pêr ve
Ewê jê tikin (dikin) pisyar e

Go jina wî şer kir
Ew her çûne her saxber kir
Weku li Ûsivê salê (salix) kir
Wan hewar û sed zinar e
Go: Ya babo, em ser belayekê hilbîn (hilbûn)
Çavê me ji Yûsif xafil bîn (bûn)
Sê gurga revand û xware

Pîr Yaqûbî deng hilanî
De zeîf mekin vî canî
Kanê cihwarê emanî
We cergê min da pi(bi) xisar e

Pîr Yaqûb ji xanî derkefte
Vê dikelhîtin wekî neft e
Ew şaşik ji serî kefte
Ew mecrûhê birîndar e

Pîr Yaqûb bi xwe pêxember bû
Hefdê (heftê) ezmana (zimana) digel bû
Hefdê ezmana (zimana) dizanî
Ê gurga, teyr û tiwal e

Pîr Yaqûb gaziyeg (k) rahêla
Li ceme’ bîn (bûn) gurgê di rêla
Ê deştan û ê nihêla
Vê direvin çar kenar e

Ji wê ve hatî gurgê mestir e
Kafiro, te çima hev (ev) kire
Ma te bîr naêt roja axir e
Ew te Ûsivê min xware

Go zikê gurgî rizî bit
Çavê di gurgî peqî bit
Devê gurgî şikestî bit
Heke min Ûsivê te xwarî bit
Eve çu sundeke dijwar e

Ji wê ve hatî gurgê lal e
Sund xwarî bi h‘elal û mal e
Gel Yûsivî ne bûm heval e
Ev çi sundeke pi (bi) kifar e

Ji wê ve hatî gurgê kîf e
Sund xwarî bi cûz û elîf e
Gel Ûsivî ne bûm hevkîf e
Eve çu sundeke dijwar e

Ji wê ve hatî gurgê dî ye
Go ya pîr Yaqûbê nebî ye
Ma tu pi (bi) xwe nuzanî evanî kî ye
Heke ne dibêjime te, Ûsivê te li ku ye

Ew xeta (ya) Ûsiv ji biran e
Go: Ya gurgo, ji nav dehban axî bê (jehir bê)
Dewletek mazî li serî bê
Goşt li devê te biraştî mîhan û berx û kee’r e

Pîr Yaqûb (bo) gurga destûr da
Ew mecrûhê birîndar e
Ew vegera hatî mal e
Çav lê kore bûn derhal e
Ketibû li mal çend sal e

Go karwanek ji Yemenê rabû
Ajotvanan tang terek bû ( )
Ser derê (devê) bîrê ordek bû
Wê di bagir bûne ji tîhne

Bazirganbaşî vê dibêjid
Rist û dewleka bavêne
Dewlekbaşî des(t) avêtî dewlê
Dewlek avêtî li gewlê (golê)
Yûsivî dez (dest) avêt dewlê
Bi qudreta Şahê Mewlê (Mewla)
Bi qudreta ê Cebbar e

Dewlekbaşî weku dewlek avête
Dewlek dez (dest) bi giranî tête
Ew hindî dikêşit naête
Çi rohnahiyek li gel tête
Ordîno werin diyare

Bazirbaşî dibêjid
Barê bînin ji ber, bar barkin
Dê mih’afe bînin têwerkin
Dê hespa bînin suwar kin
Vegera (oxira) xêrê ev car e

Va rev bidî li biyabanê
Misrî hatin gihanê
Van qûnax kirin li xanê
Vê jê dikin ordî bazar e

Gazî kirî deşt û delal e
Biçûk û mezin, tifal e
Kes nema bîye (bûye) li mal e
Hemî hatin telebkar e

Got pîreke Misrî medh’al bû
U’mrê wê pênsed sal bû
Du penk dezî li bal bû
Ew jî dawe (daye) ûsif bikirît bi kiryar e

Dunya a’lem muşterî bû
Zelîxa xatûnek zerî bû
Ew ji ber malê xwe beyî bû ( )
Çi xatûnek nazdar e

Zelîxa xatûnek Misrê bû
Daîm da li ser qesrê bû
Hukmê wê heta Besrê bû ( )
Ji bilî tît û nêrgiz û qamç û gohar e

Zelîxa ê diket fetêşe
Tu benî ( ) bîne li pêş e
Evê zêrî wê dikirim (dikim) pêşkêş e
Da bibînit bi çavan e

Ji wê ve Zelîxaya rind e
Dê biha bike bi çend e
Wî gotê bi sêsed dînar e

Zelîxa vê dibêjid bazirganî
Tuyî xeşîmî sergerdanî
Ew tu pi (bi) qîmetê nizanî
Sê cara li ber zêran e

Zelîxaê diket fitêş e
Tu benî (lawik) bîne li pêş e
Mîzanê bîne bikêşe
Sê cara li ber zêran e

Zelîxaê derê xezînê berda
Sê cara Ûsivî li ber zêra kişande
Her carekê çange li ser da
Vê bi xwe kirrî êg (êk, yek) car e

Ew benî yê pişte pişt e
Zelîxaê îna gehîşte
Dêmî li heyva şeş û heşt e
Ew wek mangê ( ) li çarde hijmar e

Ew wek mangê li nava stêra(n)
Zelîxaê lê bî (bû) heyran
Ew ji ber eşqê malikwêran
Ew derdê eşqê dijwar e

Zelîxaê birî koçka neqşandî
Wê bi mehwarê reşandî
Bisk (Misk), Ember (Enber) lê reşandî
Ew cihê kurê salê ye

Zelîxaê birî pişt heft derga êxiste
Wê balife da bin pişt e
Wê xanî kir bi zêr û tişt e
Ew bi xwe bî (bû) xizmetkar e

Zelxaê vê dibêjid Ûsivî, ezî qencim
E (ez) zêde bi mal û gencim ( )
Ez bi husniya te hevpencim ( )
Hêvî ti(di)kim bike ev kar e ( )

Yûsivî dibêjid nedame nedame ( )
Xatûna aqiltemam e
Şerbetok li tirar û came
Nezera te li min h’eram e
Bi xaliqê leyl (şev) û nihar e

Go: Cuwab çû bû malê di mîr e
Ji ciwan û xas û pîr e
Zelîxa têtin li bîr e
Hemî dikil (dikin) lomekar e

Zelîxaê dibêjid ew beniyê min delal e
Ew bêhnî xweş e, xwemal e
Ji biskul û dilkumar e

Zelîxa dibêjid ya xatûnê di muxrib zemînin
Heke hûm (hûn) beniyî pi (bi) çava bibînin
Hûn hemî heyrane (di)mînin
Ez tihê nîme ev care ( )

Go ev xatûnê di Misrê çendin
Ew heçî ciwan û rindin
Zelîxaê bi jor vexwendin
Go çil xatûn pi (bi) jimar e
Wê bo (wan) kir leyl û unkar e (înkar e)

Zelîxaê xatûn deyna (deynan) li vê nabê
Wê torinj avêtî navê
Wê her êke kêrek davê
Kêr hemiya cins û kar e

Go ew Ûsivê Kenaa’nî
Wê xemiland weku bizanî
Perdeyeg(k) ji ber hilanî
Ji xeflatê îna diyare

Go ew xatûna di muxrib zemînin
Weku Ûsivî pi (bi) çava dibînin
Hemî heyran dimînin
Keffî (dest) sor kirin ji xwînê

Ew xatûnê çavpiyale
Deh jê bîn (bûn) dîn û har e
Deh jê mirin derhale

Ew her bîst êdî bavzer (Dîmzer) bûn
Ji ber eşqê bê mefer (revgeh) bûn
Go derdê eşqê dijwar e

Zelîxaê Ûsiv birîd li jor e
Wê xemilit kesk û sor e
Wê birî pişt hefd (heft) dergahê muxdar e (muqdar e)

Wê birî pişt hefd (heft) dergahê êxiste
Her hef (heft) dergah li dûv da êxiste
Wê dikit leyl û medar e

Zelîxa dibêjid carekê du min hilnêre ( )
Bes berê xwe ji min wergêre
Go: ez xerîbim xusar e

Zelîxaê wê dibêjid Yûsivî, ezê qencim
E (ez) zêde bi mal û gencim
Ez bi husniya te hevpencim
Hîvî ti(dik)kim bike ev kar e

Ûsivî dibêjid nedame
Xatûna aqiltemam e
Şerbet oxu (axî) li tirar û cam e
Nezera te li min h’eram e
Pi (bi) xelkê leyl û nehar e

Zelîxaê wê dibêjit Ûsif dîsanê
Herdu piya li te ti(di)kim zewlanê
Te têxim hebsê, sîndanê (zîndanê)

Ew Ûsivî vê dibête:
Min hebs û sîndan xweş divête
Gel di ba xwe nebim fihête
Gel ba xwe nebim şelmezar e (şermezar e)
Ûsivî yepxanim (ya xanim?!) xêz e
Alayeg (k) rabû wek têz e ( )
Her hef (heft) dergah li ber vebîn (vebûn) bi rêz e
Vê bi dereca da çû xware

Ûsivî siyare li deştê
Zelîxaê pişt ve gehîştê
Giras (kiras) dirand ji nîva piştê
Di girîvanî da berxware
Ûsivî xwe bi dest naspêre

Zelîxaê vê dibêjît mîr e:
Yûsivî her binyê ( ) te ye
Vî de’wa li cihê te ye
Bo çi lê nakî pisyare?

Mîre vê dibêjîd (t): bilezkin bilezînin
Debanî (sîlah’î) zûke bigehînin
Serî ji nav mila bifirînin
Tu bo çi dikî ev kare?

Mîre vê dibêjîd dê vêkin (bikin)
Dê qeydê bînin li pêkin
Dê serî ji nav mila jêkin
Tu bo çi dikî înkare

Yûsivî vê dibêjîd mîre
Ew kûçka li xendekê pi (bi) şîr e (şûr e)
Ew pi (bi) vê surrê xebîre
Bîne jê bike pisyare

Go: Kûçka li xendekê hişyar bû
Hewcîka kerasî bi kar bû
Zelîxaê di benî (xulam) nezer bû
Ew benî xwe naspêre

Mîrê vê dibêjîd dîsanê:
Herdu piya lê bikin zewlanê ( )
Dê bêxin hevsê (hepsê) zîndanê
Bihêlin li wêrê çend sal e

Mîrê Misrê tekbîr kir
Yûsivî li hevsê yêxsîr ( ) kir
Wî hêla li wêrê, ji bîr kir
Hêla li wêrê çend sal e

Du girtiyê dî li hevsê bûn
Yûsivî di gel wan sê bûn
Êk xebbaz (nanpij) û (ê dî) şerabdar e

Herduka xewnek bi şev dî
Şerabdare teyra goştî li dev dî
Ser serî revand û xware
Herduka rabûn subehî sehare
Ji Yûsivî dikin pisyare

Ûsivî dibêjîd dê rabin subehî sehar e
Xebbazî dê din (bidin) li kenar e ( )
Şerabdar dê berdin çîd (çît, diçît) mal e
Ez dê mînim şûnewar e

Wekî rabûn subehî sehar e
Xebbazî dabû(n) kenar e
Şerabdar berda(n) çû mal e
Yûsiv mabî (mabû) şûnewar e
Temam bû sêzde salê pi (bi) jimare

Mîr xewnek dîtî li mal e
Hefd ga xurt in, hefd ê jar e
Ew zibûnî (ji binî) xurtî xware [ ên jar ên xurt xwarin ]

Mîrê Misrê gazî kire rahibdar e
Ewî jê dikit pisyar e
Kes xewn bo (min) ne kir îzhar e
Şerabdarî vê dibêjîd mîr e
Girtiyê te li hevsê yexsîr e
Ew xewna dikit tefsîr e
Bîne jê bike pisyar e

Mîrî vê dibêjid: Bilezkin, bilezînin
Dê girtiyê hevsê bînin
Da em jê bikin pisyar e

Yûsivî dibêjid ez nayêm
Gazî bikin Zelîxayê
Da beyan bikit xetayê
Da bizanin hindî şer e [şar e]

Zelîxaê ji dilê xwe emîn bû
Go: Ev xetaye ji bin min bû
Vê pê zanî hindî şare

Yûsivî dibêjid : Ya mîro, ma tu nizanî?
Hev (heft) sala dê êt erzanî
Hev (heft) sala dê bid (bit) giranî
Xela dê rabid (rabit) ji nanî
Ew bi des (dest) nakevit kiryar e

Mîrê Misrê kelate
Bo Ûsiv dane xelate
Ba memleket û welat e
Hemiya bi des (dest) Ûsif spare
Go dê rakim Yaqûb dar e

Ew Ûsivî ji dil ve
Wî daxil dikir bi gul ve
Pe (bi) ûş (pûş) û pe (bi) simbil (sinbil) ve
Wî tijî kirin embare ( )

Go wekî xela peyda bû
Mîrê Misrê pê fena bû
Ji dinyaê reha bû ( )
Ew pê mirî derhal e

Go wekî xela gehîştê
Ew hindî çiya û deştin
Kulbe çû, ader nehîştin
Ew çi kulbeke dijwar e

Yûsivî dibêjid (t) darê embarê berdin
Ew Misrê di nanî werdin
Bila bêne ji dûre şehr e

Ew Ûsivî vê digote
Ew e’lafê (kayê) daxil firote
Haj weku kirrî we firote
Lê zêde ne kir êk pare

Zelîxaê hebîn (hebûn) duset (dused) xezîne tevave
Wê benî (xulam) avête li nave
Wê bar digirtin bi çav e
Wê ji bo Ûsivî tinare (dihinare)

Zelîxaê hebîn (hebûn) duset (dused) cêriyê çelek (çeleng)
Dused beniyê çavbelek
Zêr û malî ditê gelek
Wê ji bo Ûsivî tinare (dinare)

Zelîxaê hebîn duesd bedewî ti (di) xas e
Zêrbavê di zêrlibas e
Wê ji bo Ûsivî tinare (dinare)

Zelîxaê hebîn dused guharêd Heyderî
Bi zêrbavê di Kewderî
Sêsed rengiyê guhar e
Wê ji bo Ûsivî tinare (dinare)

Ew Zelîxaê tê ji wê re (ve)
Ew bi zêr û bi zehwer (cewher) be (ve)
Bo Ûsiv dane pêşkêş e

Ew Ûsivî vê dibête
Bila Zelîxaê ji wêrê qed ne ête
Ew bi kêr weca (rûya) min na ête
Bila ji kelhê biçit xware

Go her çi bo Zelîxaê dil danî
Ûsivî li te pêşîmanî
Ew zêra ditê pi (bi) tirar e ( )

Go heçî bo Zelîxaê direw tikête (dikête)
Ew Ûsivî her te divête
Ew zêra pêda dirête

Zelîxaê peşîman e
Wê sîng û ejnû kutane
Sto (histo) bişkêtin gel diran e
Pare êk dor wî (wê) nemane
Go çi subeh yek (subeyek) sehar e
Ûsivî vê çê bi ref e
Digel refeke suwar e

Ew Zelîxaê şox û şeng e
Li rûya nema çi reng e
Çu (çi) ketî dehleke teng e
Li rûya Ûsivî jar e

Ûsivî hesbe (hespe) bezandin
Wî tol û tajî weşandin
Go diherê heçê pîs û mirar e

Zelîxaê awireg (k) davê
Tola wî suhtî wê gavê
Wê jê têt pêtî û nar e (ar e, agir e)
Tola wî suhtî derhal e

Zelîxaê du senem bin çenga ma bûn
Herdu senemê xwe şikandin
Vêr (Zêr) yaqûdî jê firandin
Go şikilê wa qewî sahir e

Senem selîb in çi tişt in
Hemî mexlûq in li pişt in
Zelîxaê çu nehîştin
Wê tobe kir, îstîfar e (îstîxfar e)

Go sivî (Sêwî) lê dirand kiras e
Ew kirase ji pêr kiras e
Ew qesase ji pêş qesas e
Tole lê vekir derhal e

Ew Ûsivî vê dibête
Ev Zelîxaê çi divête
Go: Min husniya berê divête
De’wa bike ê Cebbar e

Da ciwan bibim weku her car e
Yûsivî dua’ kirî ê Cebbar e
Zelîxa ciwan bû weku her car e

Ciwan weku çarde sal e
Ew vegerha çû li mal e
Got toz û neqş û niqar e
Ew pêk ve bûne hemyar e
Wê mehir kirî derhal e

Bira ê Ûsivî birsî (birçî) bûn
Li Kenaa’nê dibêjin babê
Em mayî(n) bê ehl û e’yal e
Dexil des (dest) nakevît kiryar e

Babê dibêjit de deva binexînin
Weku deva nexandin
Bîna dexlî ji Misrê tê

Go Karwanek atî (hatî) ji Kenaa’n e
Ûsivî her dexil dane

Yûsivî dibêjid dê vekin
Keylê di barê Binyame kin
Lê veşêrin êkcar e
Yûsivî dibêjid hem keyle hem tiyar e

Xulame berdan li dû ve
We dizî kêla embar e
Em dê sehkin yekcar e
Heçî kêl derketî li bar e
Emê dê wî girin (bigirin) bîne mal e

Wekî vekirin bare
Kêl derket li barê Binyame
Binyame îna li hevsê (hebsê) kir
Bira hatin bi wa re

Hatin Yûsivî bi silav e
Li Binyame dikin pisyar e
Go: Bira ê me berde derhal e
Go: Ew xeşîm e hatî ji mal e
Em dê kirrîn pi (bi) kiryar e

Yûsivî dibêjid: Ez we nakim
Dizê min girtî derhal e

Yehûda dibêjid: Ez we nakim
Ez dê Misrê xerab kim
Dê berde da biçin mal e

Ûsive dibêjid: We bîr nayêt roja gorîn ( )
Ez (û) hûn pêk ve hilborîn
Wez (We ez) avêtim bîra gurgorî(n)
Ez Ûsivê Salêv im
Bo xatira babê we tinêrim (dinêrim)

Ûsiv rabî (rabû) ji wê navê
Kirasê xwe êxistî da vê
Ji bo babê xwe hinare

Wextê ji wêrê çûne mal e
Çavêd babê sax bûn derhal e

Babî vê hatî ji pêş ve
Ewe jê diket pisyar e

Ew babî vê dibête
Ew bêhna Ûsivî ji we tête

Go: Babo, em hatî ji wê navê
Ûsivî kirasê xwe bo te hinare

Yaqûb bêhn kir kirasî
Çavê wî sax bûn derhal e

Yûsivî kaxes (kaxez) hinare
Ji bo baê hinare
Go: Babo, were rê ye
Yûsiv mîrê Misrê ye
Kaxez bo te hinare
Di malê bibin derhal e

Wan bar kirî ji Kenaa’nê
Ji Kenaa’nê hatin li xwar e

Yaqûb suwar kir e’yal e
Înade (anî) Misrê li mal e

Yûsiv hakimê Misrê bû
Û Yaqûbî hatî li bal e

Herduka silav kirî li êk e
Yaqûbî hatî li pêk e
Ew jig (jî) razî bûn êg (êk) car e
Xelas bû li êg (êk) car e.

Hatin Misrê êg (êk) car e
Heftê mirov bi hejmar e
Piçûk û mezin, tufal e
Li wê rûniştin li war e

Temam bûn şeş lig (li nig) hezar e
Rehmet li dêy babê guhdar e
Em di hem çûne li mal e.
[ …………………………] [Di vir de rêzek kêm bûye.]
-----------------------------------------------------
- Carina (Zuleyxe) hatiye nivisandin.
- Mebest ji Yaqûb: Pêxember Yaqûb e
- Mebest ji Binyamê: Binyamîn e
- Di Beytê da hinde caran Ûsiv bi kar tê û hinde caran Yûsiv an Yûsif
- Di Beyta Üsif û Zelîxê de vir de şaşiyek heye, pêxemberê bi zimanên sewal û ajal û firindan an dizanî Sulêman bû, ne Yaqûb bû
- Di Qurana pîroz da Yûsif bi bihayekî erzan tê kirrîn.
- Üdilkumar Bi erebî ye (ûd = darik) (kumar dibe qemer be bi wateya heyvê)
-Ji Beytê bi xwe diyar dibe, ku ev beyt di sala 1006ê koçî (hicrî) da cara yekê hatiye gotinê an nivisandinê.

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…