ADALETA MİRQENDO

. MÎR QENDO

─Mîr Qendo hebû. Mîrê herema Deywan bû. Roja ku Mîr Qendo hilbijartin heyeteke rêvebirîyê jî çê kirin, heyeta dîwanê, Mîr Qendo û heyeta xwe gotin: Emê dewletekê çêkin!” Ew û heyeta xwe lev rûniştin, gotin: “Ma emê çawa dewletê çêkin?” Mîr Qendo got: Em jî emê zagona û dadgiha, emê pirgela çêkin wekî dewletê dinya yê, emê Adaletê baş bi meşênin.” Yekî ji wê heyetê ku, ka emê çawa van dadgeha va qanûna emê çilo çêkin? “
Bakirne melayê gund, Qendo got: “Kuro mela ka bêje ma ev edaletê Şirîetê çawane?” Melejî ne gelekî melakî xwirtbû, melê got: Wexta ku yek yekî bi kujê, divê ko qisas bê kuştin. Wexta ko yek çavê yekî derxê, divê çavê wîyê din jî derxin. Yek serê yekî bişkênê, divê ewjî serê wî bişkênê û heger ko hinek li pêşberî Emîril Mominîn raperînê bikin divê ko wan îdam bikin! Ji ber ko bê emriyê dikin, îtaetsizlikê dikin wanê wilojî wan di xeniqênin.” Qendo û cemyeta wî gotin: “Welahî ev başe emjî, emê wisa bikin!”
Adalat û yasa zagon çêkirin û navê Adaleta xwe jî kirin Adaleta Mîr Qendo Di nava Eşîrê de yekî cûmikcî hebû werîs û merş û têrê wan çêdikirin, tezgehê wî hebû. Bi roj di xebitî û bi şev diçû malê, xwe rihet dikir. Cûmik ker evarî îstop kir singikê ku pê di şixwilî kirne qula dîwêr de û çû malê. Yekî diz kete nav firaxê wîde ku bi dizê, ew singikê ku cûmik ker kiribû qula dîwarde kete çavê êdiz de, çavê wî teqand! Diz çavê wî korbû mala wî xerabû, we çikê? nema kerê dizîyê jî bikê; fikirî ku ez çibikim, hiskiribû ku Mîr Qendo zagon çêkirne kî çibikê aynî sûc bi sûc di darezênê. Diz berê xwe da cem Mîr Qendo, çû Dîwana Mîr Qendo got: “Mîrê min ez hatim cem ê cûmikcî, bo ku ji minre merşekê çêkê singik kire çavê minde û ha tu dibînê çavê min peqand.”
Mîr Qendo got: Weh lawo çawa çavê te teqand? welahî ezjî ezê çavekî wî derxim.” Ban du xwilama kir got: Herin cûmikcî bînin vir.” Du xwilam çûn cem cûmik ker gotnê, Mîr Qendo gotiye bela werê vir.” Cûmikcî ku, yaho çi elaqa Mîr Qendo bi min heye?” Xwelama gotin: Emre divê ku tu werê, çare nîne.” Cûmikcî ma mejbûr bi wanre hat dîwana Mîr Qendo. Cûmikcî got: “Xêre Mîrê min?” Mîr Qendo got: “Lawo çima te çavê vî zilamî te teqandiye, çi heqête hebû?” Cûmikker got: Welahî heya min ji tiştekî nîne, mi çavê wî ne teqand ye, derewa dikê.” Zilam got: “Belê welah te çavê min te teqand singikê te kete çavê min de.” Cûmikcî ku, kuro pîşê te li hundurwê min ciyê? Dezgehê min heye demekî tu çûbû ku firaxê min bi dizê.” Diz got: Na ez hatibûm ku bêjme te, bê jimin re merşekê çêke, te bi qest singik kiribû devê derîde û kete çavê min û çavê min korbû.”

Mîr Qendo got: “Welahî çare nîne divê ku em çavekî tejî derxin!” Cûmikcî çiqas xweda vîalî wî alî, ku çare nîne, emrê Şirîetê ye divê ku em bi cî bênin. Cûmikcî fêmkir ku wê çavê wî derxin! Gote Mîr Qendo ku, ez karê we dikim hemû hewcedariya we ez bi cî tênim, ku hûn çavê min derxin ez nema karim bi xebitim, kî wê vî îşê we bikê ? Mîr Qendo got: “Dîsa tu karê bi xebitê çavek besî teye!” Cûmik cî got, na wele ez nikarim bi xebitim ev îşê giran ev nihîtê kohna, ev tayijê dirêj, îşê dewletê ez nema karim bikim, wexta ku ez benê xwe bi destê rastê tavêjim, ez bi çavê rastê dimeyzênim, wexta ku ez bi destê çepê benê xwe tavêjim ez bi çavê çepê di meyzênim. “Hûn çavê min derxin ez nema karim bi xebitim îş wê teva bi mînê betal, îca hûn zanin.”
Mîr Qendo ji heyeta xwere got: “Ka ma hûn çi dibêjin?” Heyetê tevan got: Wele cûmikcî rast dibêjê îşê me wê xerabibê îşê dewletê nema dimeşê, ev yek a dudû wan ku em çavekî wî der nexin jî wê ev zagonê me xerabibin! Edaleta me bi cî nayê, ka em çawa bikin?” Yekî ji we ku çarekkê bikê, bi aqil hin hene ku vî îşî bi cî bikin. Yekî şêwirrmendê wan hebû got: “Mîrê min ha wa li filan gundî yek heye, her ku diştexilê, çavekî xwe digrê ewî werênin wî çavê wî nuqsan derxin wê îş temam bê.” Qendo ku, ha ha ev qence. Bakir du nefera du keleşa ku, herin filan gundî filan kes, bînin. Herdû Eskerê Qendo çûne gund pirsîn ka filankes. Gotin, xêre? Jêre gotin, Mîr Qendo gotiye bera werê. Zilam got: Çi îşê Mîr bimi feqîrî heye?” Gotin: Em nizanin, emre divê tu werê.” Feqîrê zilam anîn cem Mîr Qendo. Zilam got: Mîrêmin va ez hatime tu çi ji min dixwazê?
Mîr Qendo lê fekir ku, welahî raste çavekî xwe digrê! Zilam got: We çi ji çavê mine?” Qendo got: Temam dest bi Mahkemê bikin, bakirne celat- celat rahişte xencerê û berbi zilam çû, zilam şaşbû li dora xwe nerî, ji celat re ku kuro tê çikê?” Ê celat got: Ezê çavê te derxim.” Ê gundî ku: Boçî tu çavê min derxê sûcê min çiye?” Celad cî kgot, welahî ez sûc mûc nizanim êmin ez pêwîra xwe bi cîtênim, emir dane min ezê çavê te derxim! Zilamê gundî fêmkir ku wê çavê wî derxin, hema rabû serxwe û xwe li nav wan xist û revîya. Ha kuro wela bazda ketne dûvde xeber giha Mîr Qendo ku zilam bazda. Mîr Qendo got: Welahî zagona me ê ku raperînê bikê Emrê dewletê qebûl nekê cezayê wan îdame. Emê wî bi Îdamê bi darzênin. Zilamê gundî her bazdidê celebek ketine dûvde ji bo ku wî bigrin û celbkî dî ku darê şenaqê çêdikin ku, ma kî zanê werîsê şenaqê çêkê? Yekî ku ez zanim, sê dar girêdan û werîs pêve kirin. Amade kirin heta ku gundî werênin şenaqê.
Ê Gundî ku revîbû xelas nebû, girtin anîn ber benê xenqandinê ku wî bi xenqênin qama wî dirêj bû û ben nimz çêkirbûn, gotin: Ev çênebû, qama wî dirêje û ben nimz çêkirne, ev kê ev ben çêkir?” Yekî ji nav wan zilamê Qendo qama wî kinik hebû gotin, wele ha vî çê kir. Yekî got: Kuro evî li gorî qama xwe çêkirye, ha ev li gorî vî benîye vî bi xenqênin, ma çi ferq heye? ew bese ku edalet werê cî. Temama gotin: Welahî ev xebera te di ciyê xwedeye, bi sutûwê ê kinik girtin birin ber werîsê şenaqê! Ew her di bêjê, kuro mane ez hevalê weme ez bi werebûm, lêbelê fêde nekir êku werîsê şenaqê çêkiribû bû qederawî. Zilamê Mîr Qendo ê kinek xeniqandin û li çepka xistin ku, Edalet bi cî hat. Dua bıkın bêjin Xweda hevza me ji Edaleta hakimê cahîl bikê. Qanûnê Tirka û ê Mîr Qendo tijbihne hevdû. xxx xx

Social

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn