Çend caran!

Çend caran
Ez ê sazên tiliyên xwe
Di ser têlên newqa te re
Bibim û bînim
û nivîna xwe
Bi muzîka gewdê te
Tim û tim bixemlînim.

Çend caran
Ez ê çivîkên te yên razayî hişyar bikim
û genimê dilbijînê jê re bireşînim
û di pê re
Ez ê te ber bi daristanên
Dûr, pir dûr ve birevînim.

Çend caran
Ez ê êvarê bi aliyekî de deynim
û li ser êvara porê te
Xweştirîn xewnên xwe
Vêxînim û biherikînim.

Çend caran
Ez ê ji te re
Bi dengekî zelal bibêjim:
Ez ji te hezdikim
Bêyî ku dilê min bitirse,
bikerise yan jî biweste.

Çend caran
Ez ê navê te
Li ser xinava dilê xwe bimeyînim
û te ji nû ve
Di nîgaşên xwe yên dîn de biafirînim.

Çend caran
Ez ê rêkên dûr û dirêj
Bi kêra evînê bibirim
û zikê çiyan biqelişînim
Da ku zûtir çavên xwe
Bi dîtina te kildim
û giyanê xwe
Bi giyanê te ve biçesibînim.

Çend caran
Ez ê bêriya sibehê bikim
Da ku qehwa tijî evîn
Li ber serê te deynim
û ji te re bibêjim
Evîn xweşşşşş.

Çend caran
Ez ê xwe xwar bikim
û ava ku wêneyê te dizîbû
Vexwim û wêneya xwe ji te re
Bi pêleke evîndar re bişînim.

Çend caran
Ez ê te himbêz bikim
Te ramûsim
û ez nabêjim ji te hezdikim
Lê bi carekê re
Ez ê bibêjim
Ez di bejna te de
Winda bûm
Bi xatirê min!

Hussein Habasch (Husên M. Hebeş)
Wêne: Li Festivala Cihanî ya Helbestê li bajarê Marrakech/ Morocco, 2015.

Social