ÇIRA BER KORA! BILÛR A BER GA!

Ji kor re pênex çira û fener,
Jêr xêrnakê, ne kar û ne zerer,
Ku yek hebê pêre bidê xeber,
Jêre wekî hev, qerwaş û dîlber.

Ew ga ê reş sitrih tûj wekî şûr,
Ew, fêmnakê, ne saz û ne bilûr,
Dixwazê xelasbê ji ber imbûr,
Ku hebê gîha, ew her dagrê ûr.

Ez dixawzim, tev kurd û Kurdîstan,
Ez na xwazim, ku bibim Encûman.
A herî baş netew û nîjadî,
Jimer nabê, bê Olî û mîladî.

Me, di wextekî de gelek kir hawhew,
Dawî hat, me teva dît ku derew.
Hinek serjêr û hinek ber bikaş,
Tevan dixwestin, tiştek î belaş.

Werin netewek rast, bikin wek mêr a,
Bes rê bidin van hirç û van gur a.
Ku rêber diz derwîn û keleş bin,
Her em ê bi kul û derd nexweş bin.

Hinek hene, xain û rû reşin!
Bi gelê xwe re xaîn di meşin.
Wexta ku rêber ê me wisabin,
Ê ku bişûnde man wê çawabin?

Sibeh, êvar gotin û gale gal,
Em berê xwe didin kaş û newal,
Hin mirin, hin birîndar û kambax!
Hinek li mal palday rihet û sax!

Ey welat ji ber diza revîm dûr,
Lê dîsa dil bi dûv ted zûre zûr.
Ez pir dinalim, bi qîr û hewar,
Dil û nav helîyan, kezeb hat xwar.

Cî û war xanî hewş, li min bûn çal,
Ez mam berbend şahnaz a pir delal.
Felek ji te ne minet, mal ne ava,
Te ji mer neşîyand kurk î bava.

Bira ji min nekin rexne û gazin,
Şev û roj aqil û mîjî na razin.
Van sofîyê nexwendî har û dîn!
Tev bûne aşiqê derpî yê şîn!

Ez tev dibînim, wan neyarê xwe,
Ez nikarim, bi xwazim mafê xwe.
Ez dibînim dikin fêlê genî,
Lê ez nikarim bêjim ne wanî.

Ew dibê qey dilciwan nikarî,
Diz û keleş tên min bi neyarî.
Ew dizê xedar derdikevin jor,
Jimer nahilin, ne cî û ne dor.

Dixwazim tev bibin zane û jîr,
Bibin milet perwer û rewşenbîr.
Heger hûn dixwazin ku bi pirsin,
Ji dilciwan, ne revin, ne tirsin.

Ger hûn destûrek nûjen bidin pêş,
Nedin dûv wan dil gemar tev qirêj.
Heta ku we çêkir hewş û xanî,
Xelk bi teyara firîn çûne banî!

Bi vira jevre di bêjin heval,
Wê tev herê ew xaîntî ew mal.
Dixwazin, bi dijmin heval bikuj in,
Sêwyê ku man xwîna wan bimij in.

Bi hevdûre wek rast dikin limêj,
Li şûna wan dimîne tev qirêj.
Ji nişkêv dan qîr û selewatan,
Heçî hat ku îw, agir di dadan!

Hûn dilekî çêkin, tev ji pola,
Bo pera, ji dijmin re neb kole.
Gur rovî li dora min zûre zûr,
Fikrû ramanê min gelekî kûr.

Yan ji dexsa ku heye, navê min,
Tev di ricifin, tev bûne dijmin.
Ez wek wan nakim, çiqas bizûrin,
Diz û çeqel ji doza welat dûrin.
Dîlcîwan 15. 1. 2014

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.