Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

Xizînek veşartî

Xizînek veşartî

  • Mijara Helbest:
wêneya Salih Toksoy

xizînek veşartîbû
xwest kû bê zanîn
adem afirand
bi şevqet û evîn
hawwajî xulqkir
ewjî ji hestî
got ji xwera bijîn
li cennet serbestî
lê baldarbin hûn
ji şeytanê leîn
him xeddare ew
him jî pir xayîn
paşê derbasbû
çendî waxt û dem
şeytan nêzîkbû
cem hawwa û adem
bi dek û dolab
piste pistîkir
adem û hawwa
soza xwe ji bîrkir
ji cennet derxistin
xweda ewana
seytan şadibû
mînanî dîna
gellek poşmanbû
hezretî adem
dest bi tovbêkir
her gav û her dem
hestir dibarî
ji herdû çavan
digo min efûke
rehîm û rehman
bi kurtasî dibêm
werin mirovno
axa û begno
paşa û mîrno
şeytan tardbikin
bi eûzûbîllah
bixwazin em j xweda
tim fenafîllah
wek bavê me adem
emjî tobebikin
gunhe û çewtî
tu carî nekin
ger dil paqijbê
xizîne tê dêtin
dema hat dîtin
çibkim tiştên din

 

0
Your rating: None

Şirovêyan

wêneya Mahir Barwarî

xizîne

Silav û rêz kekê salih Toksoy,

- Helbesta te ya Felsefî hinde wênên balkêsh tê de hebûn.

- Ev kurte helbesta bi lez ji te re diyarî ye...

Şeytanên mirov, ew bi xwe mirov in
Ax`a û Şêx, Beg hejî guv in
 
Begê me Xodan, Şêxê me Yezdan
Her ew bi xwe ye, dermanê derdan
 
Gazî wî bikem, baştir e ji Şêx
Soza wî derya, carna şer hilêx
 
Şeytanê her kes, di dest wî day e
Bawerya mokum, (qalubelay e –قالو بلی)
 
Adem ku sêv xar, nifşî gerew da
Xanî gelek rind, ji vê xeber da
 
Gunha me çîye, sûç Mêrk û Adem
`` Ez ji dev Horî ya, bu dinê radem``
 
Hurî çi qasin, dibên heftê ne
Çendî bixazî, bes bêje (bêne)
 
Bah`eşt ew dile, yê ji kîn vala bît
Can rind û Şuxe, ku çav kilda bît
 
Em tev ji axîn, ew ji ronya Xweda
Fena fîllahîn, ger izna me da
 
Beroj ku ewe, nizar em sihîn
Qunax` pertewe, bes bu wî di nihîn
 
Wek behra bi kefe, car befir û xonav
Nê em sîberîn, zatê wî ye tav
 
Xizîna dila, ax Kurdistan e
Mil biden mila, ya bê xodan e
 
Bûka bê zava, di destê dojmin
Kurdu mal ava, mêrê wekî jin

Mahir Berwarî

barwari@web.de

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Salih Toksoy

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
Rabin
0 623
0
Helbest
mêvanî
0 541
0
Helbest
Rojên xweş
0 492
0
Helbest
Çawa derbasbû
0 449
0
Helbest
Hz. Muhammed
0 623
0
Helbest
Li ser biratî
0 473
0
Helbest
Hesret
0 484
0
Helbest
Birinci söz.( gotina yekem )ji berhema seîdê nursî verger s.toksoy
0 546
0
Nivîsar
Helepçe
0 468
0
Helbest
Rewşa min
0 395
0
Helbest
Xizînek veşartî
1 841
0
Helbest
çîroka pîrejinekî (ji bo xatîya wesîle)
0 346
0
Helbest
Min te afirand
0 374
0
Çîrok
Bi navê Te em kuştin
0 401
0
Helbest
Kardeşlik
0 298
0
Helbest
Bıraktım Artık
0 410
0
Helbest
mafê heywanan
0 353
0
Pêkenî
Xwedayê Min! Bi min re biaxive..
0 362
0
Çîrok
Ey yar
0 331
0
Helbest
Çima
0 328
0
Helbest
Waha nabe
0 302
0
Helbest
Xîyala kûr
0 273
0
Helbest
Bediuzzeman
0 171
0
Helbest
Xutba Xatir xwestinê ( Veda Hutbesi )
0 235
0
Lekolin
Her Tu heyî
0 191
0
Helbest
Erka ku bi mirinê ve diqede
0 48
0
Lekolin

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Navê te
Navê te
Sorgul
Sorgul
Gul
Gul
Ez xulam-M.N.Y.
Ez xulam-M.N.Y.
Bê bextê
Bê bextê
Esqa te
Esqa te
Newroz
Newroz
Diyarbakir
Diyarbakir
Gul
Gul
Gul
Gul

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.