Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Sedxwezî
Sedxwezî
Ewrê azadî ku derket, bayê dilşadî wezî
Kurd û Kurdistan bi serket min bidîta, sedxwezî!
Sedxwezî dîsa bihar û berf û bar û werzeba
Berx û kar û dost û yar û qemt û şar û temezî(*)
Sorgul û daxwaz û naz û bulbul û qumrî û qaz
Çavkil û gerdenfiraz û şeng û şoxên şêkezî
Geşt û seyran û dîlan û reqs û govend û sema
Deşt û zozan û çîyan û kanîyên av ên tezî
Sedxwezî dîsa bihata ew heyata ku lî welat
Min bidîta Kewrubat a min li ser lata bezî
Birr û Col û Serşivan û hoke-hok û pole-pol
Kon û hol û Bêrîvan û bêrî û danên pezî
Dil ku dîsa tell û lîsa wî, li hêlîna xwe ba
karê „Îsa“ lê bilisa werzeba dîsa, xwezî!**
Elmanya
(*)Qemt û temezî: du cûrên serpoşên dor kofiyên jinan e. Xweşik û rengînin, Qemt: Ji temezîyan piçûktire, bi temezîyan ra li kofîyan dilefînin
(**)Tell û lîs: telandin û lîsbûyîna teyran di hêlînên xwe da,Lîs: bi taybetî ji rûniştina teyran li ser hêkan ra tê gotin
Karê Îsa: Kir û karê Îsa pêxember ku behş û dayîna heyat û jînê ye, mebestê bexs û dayîna heyata me´newî ye, ji mirîyên me´newi ra
Bilîsa:Bÿlîsta: yan ê xwezî ya ku werzeba yê biharê, -wekî Îsa- li dîl heyat bibexşan da, heyat ê bidayê
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Abdurrahman Durre
-------------------------------------------------------------------
|
Sernivîs |
Şîrove | Xwendin | Ray | Cûr | |
|---|---|---|---|---|---|
| كركوك قلب كردستاني |
|
0 | 844 | Helbest | |
| Berîvana min |
|
0 | 900 | Helbest | |
| Gazin ji Xweda ke! |
|
0 | 782 | Helbest | |
| Gul û bilbil |
|
0 | 768 | Helbest | |
| Kofîxwara min were |
|
0 | 702 | Helbest | |
| Pîroz be |
|
0 | 765 | Helbest | |
| Qazî Muhammed Rehber |
|
0 | 708 | Helbest | |
| Şewata Welat |
|
0 | 726 | Helbest | |
| Govend û Dîlan, sazbend û lîlan |
|
0 | 723 | Nivîsar | |
| Bagera zilmê |
|
0 | 833 | Helbest | |
| Bajarê Helebê |
|
0 | 787 | Helbest | |
| Bêruh hene qalib |
|
0 | 689 | Helbest | |
| Bi fermana te me razî |
|
0 | 747 | Helbest | |
| Sihrê beyanî |
|
0 | 618 | Helbest | |
| Çi bikim? |
|
0 | 632 | Helbest | |
| Kew û rûvî |
|
0 | 700 | Helbest | |
| Şîrîna a Şîrîn |
|
0 | 656 | Helbest | |
| Tîrek |
|
1 | 640 | Helbest | |
| Rostemê Zal im |
|
0 | 655 | Helbest | |
| Çikesî |
|
0 | 701 | Helbest | |
| Telxîs |
|
0 | 664 | Helbest | |
| Hinarek |
|
0 | 636 | Helbest | |
| Viyana |
|
0 | 709 | Helbest | |
| Gazin |
|
0 | 727 | Helbest | |
| Em jî dinalin |
|
0 | 672 | Helbest | |
| Gula azadî min bîn kir |
|
0 | 680 | Helbest | |
| Cobar û Çem |
|
0 | 591 | Helbest | |
| Kalekî Serhedî |
|
0 | 482 | Helbest | |
| Hişk bû |
|
0 | 501 | Helbest | |
| Cilqên Hov |
|
0 | 463 | Helbest | |
| Abdullah Gul û Abdullah Ocalan |
|
0 | 725 | Nivîsar | |
| Sedxwezî |
|
1 | 772 | Helbest | |
| Çi dibî |
|
0 | 432 | Helbest | |
| Ka warê welatê min |
|
0 | 440 | Helbest | |
| Mi dî xewnek |
|
0 | 305 | Helbest | |
| Nan û Toraq û Pîvaz |
|
0 | 384 | Helbest | |
| Mevsim bihar bû |
|
0 | 350 | Helbest | |
| Çep û Rast |
|
0 | 211 | Helbest | |
| Şêx û Şeytan |
|
1 | 295 | Helbest | |
| Bawerî |
|
0 | 151 | Helbest | |
| Hênik û Berraq |
|
0 | 157 | Helbest | |
| JI Seîd Begê ra |
|
0 | 195 | Helbest | |
| Ji Cemîl Begê ra |
|
0 | 140 | Helbest | |
| Ez çûm Mûşê |
|
0 | 134 | Helbest | |
| Anatolî - (Anadolu) |
|
0 | 106 | Helbest |
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.














dest xweş
dest xwes bo vê helbesta xwesk
tenha mi di vîya basê peyva:-Lîs ,bi kem li devera me wata lîs = cîhê nivistina kew û teyr û tewala ye nek çûna ser hêka û kurk bûnê ye ,li gel rêz û silavan.