Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

Sedxwezî

Sedxwezî

wêneya Abdurrahman Durre

Ewrê azadî ku derket, bayê dilşadî wezî
Kurd û Kurdistan bi serket min bidîta, sedxwezî!

Sedxwezî dîsa bihar û berf û bar û werzeba
Berx û kar û dost û yar û qemt û şar û temezî(*)

Sorgul û daxwaz û naz û bulbul û qumrî û qaz
Çavkil û gerdenfiraz û şeng û şoxên şêkezî

Geşt û seyran û dîlan û reqs û govend û sema
Deşt û zozan û çîyan û kanîyên av ên tezî

Sedxwezî dîsa bihata ew heyata ku lî welat
Min bidîta Kewrubat a min li ser lata bezî

Birr û Col û Serşivan û hoke-hok û pole-pol
Kon û hol û Bêrîvan û bêrî û danên pezî

Dil ku dîsa tell û lîsa wî, li hêlîna xwe ba
karê „Îsa“ lê bilisa werzeba dîsa, xwezî!**
Elmanya

(*)Qemt û temezî: du cûrên serpoşên dor kofiyên jinan e. Xweşik û rengînin, Qemt: Ji temezîyan piçûktire, bi temezîyan ra li kofîyan dilefînin
(**)Tell û lîs: telandin û lîsbûyîna teyran di hêlînên xwe da,Lîs: bi taybetî ji rûniştina teyran li ser hêkan ra tê gotin
Karê Îsa: Kir û karê Îsa pêxember ku behş û dayîna heyat û jînê ye, mebestê bexs û dayîna heyata me´newî ye, ji mirîyên me´newi ra
Bilîsa:Bÿlîsta: yan ê xwezî ya ku werzeba yê biharê, -wekî Îsa- li dîl heyat bibexşan da, heyat ê bidayê

0
Your rating: None

Şirovêyan

wêneya Şêrzad Zeynelabidîn

dest xweş

dest xwes bo vê helbesta xwesk

tenha mi di vîya basê peyva:-Lîs ,bi kem li devera me wata lîs = cîhê nivistina kew û teyr û tewala ye nek çûna ser hêka û kurk bûnê ye ,li gel rêz û silavan.

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Abdurrahman Durre

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
كركوك قلب كردستاني
0 734
0
Helbest
Berîvana min
0 753
0
Helbest
Gazin ji Xweda ke!
0 671
0
Helbest
Gul û bilbil
0 667
0
Helbest
Kofîxwara min were
0 584
0
Helbest
Pîroz be
0 645
0
Helbest
Qazî Muhammed Rehber
0 593
0
Helbest
Şewata Welat
0 611
0
Helbest
Govend û Dîlan, sazbend û lîlan
0 626
0
Nivîsar
Bagera zilmê
0 690
0
Helbest
Bajarê Helebê
0 671
0
Helbest
Bêruh hene qalib
0 598
0
Helbest
Bi fermana te me razî
0 637
0
Helbest
Sihrê beyanî
0 521
0
Helbest
Çi bikim?
0 533
0
Helbest
Kew û rûvî
0 564
0
Helbest
Şîrîna a Şîrîn
0 551
0
Helbest
Tîrek
1 537
0
Helbest
Rostemê Zal im
0 544
0
Helbest
Çikesî
0 599
0
Helbest
Telxîs
0 507
0
Helbest
Hinarek
0 547
0
Helbest
Viyana
0 592
0
Helbest
Gazin
0 623
0
Helbest
Em jî dinalin
0 590
0
Helbest
Gula azadî min bîn kir
0 578
0
Helbest
Cobar û Çem
0 491
0
Helbest
Kalekî Serhedî
0 383
0
Helbest
Hişk bû
0 393
0
Helbest
Cilqên Hov
0 357
0
Helbest
Abdullah Gul û Abdullah Ocalan
0 545
0
Nivîsar
Sedxwezî
1 659
0
Helbest
Çi dibî
0 328
0
Helbest
Ka warê welatê min
0 343
0
Helbest
Mi dî xewnek
0 200
0
Helbest
Nan û Toraq û Pîvaz
0 241
0
Helbest
Mevsim bihar bû
0 207
0
Helbest
Çep û Rast
0 123
0
Helbest
Şêx û Şeytan
1 165
5
Helbest
Bawerî
0 55
0
Helbest
Hênik û Berraq
0 69
0
Helbest
JI Seîd Begê ra
0 47
0
Helbest
Ji Cemîl Begê ra
0 37
0
Helbest
Ez çûm Mûşê
0 30
0
Helbest

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Serkeftin
Serkeftin
Bêriya te!
Bêriya te!
Banga me
Banga me
Xezala Min î
Xezala Min î
Ez ji te hezdikim
Ez ji te hezdikim
Xweda mezin e
Xweda mezin e
Devrim-M.Ç.
Devrim-M.Ç.
Gunehê min
Gunehê min
Keça min
Keça min
I love you
I love you

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.