Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Nêta Şoreşan

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Em hemû rabûn serpê
Me berê xwe da ser rê
Ev meşa me meşa gel
Em hemû diçin şoreşê

Em rabûn em dimeşin
Em war,welat distînin
Ne bindest û ne koletî
Em şoreşa gel çidikin

Em qîz,xortên gelanin
Gelê me bû şêr,şervan
Em kerixîn vê zulumê
Derd û êşan,naxwazin

Waletê me warê mêran
Em jî bûn rêvîyê gelan
Nita me azdî’ya şoreşî
Rizgarîya axa Kurd’an

Em natewin û helnaşin
Dilê me bû polat,hesin
Ev hewildan li têkoşîn
Bo azadîya gelê cîhan

Bi gav gav em dimeşin
Neyarê me leşker,ceşin
Dest ê me de çakûç,das
Ser milên me de keleşin

Warê me de çiyan,banî
Deşt û zozan û çavkanî
Rojhelat û roj jî derket
Hevalan jî mizginî anî

Em rewşenbîr,şoreşger
Em keç û xort û em şêr
Kurd rabin hemû serpê
Rizgarîya boy gelan tê

Mehmet Çobanoglu
15.11.2008
Yildirim