Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3266 flas, 290 mp3 û 66 jî kilasîk

li ser hev = 3620 sitran hene!


* * *

* * *

Li du te..

Li du te..
Êdî çavên min xeyidî dinerin
Her şevek min mîna êşek dirana ye

Neçarî bû a ku ez lê şikestî
Qutbirîya piştî niviştekê bû a ku li me qewimî

Mîna îsyaneke bêwextbûm li hember te
Dest vala hatibûm zozanê eşqa te

Çav şikestî me berxê
Ruyê xwe li kabokên xwe dipêçim
Mîna kurka pişti berdana çêçikan
hîn jî li derdorê bi qebqebim

Li du te
Mîna mirina bajarekî sor im
Bi bahozan re fermanan hiltînim
û
te
diricimînim..

BAMED SERDAR

Rîya te raste..

Kekê Bamed.
Tu pêşî bixwêr hatî.
Min gelek ji helbestên te hezkir.Ji dengê helbestên te hezkir.Tu li ser navê helbestê,li ser rêkakî gelek rastî.Helbestên te ji alî şikil ve xwedî karaktere. û ji alî naverok ve jî gelek xurtin.Naverok û şikle helbestên te hev digrin,hev dihonin..spas û şabaş ji te re.

Têbinî.
penç helbestên wek ku te vega şandine,ji vê malparê re bişîne,soz,ezê analizeke direj ji bona helbesta te bi nivîsînim.