Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Ji hêviyan çi maye...?!

Cankurd kullanıcısının resmi

Cankurd
(di govara Nûbihar de, hejar 48/1996, hatiye belavkirin)

Ji porê sipî pê ve,
di jîna min çi maye?!
Ji e’wrên reş û tarî,
heger baran nebare,
Di evên reşbelek xêrek ne maye...

Ji xewn û daxwaz û hêviyan,
Ji mirina li welêt pê ve,
û Xwedê gunehên min biborîne,
Di sîngê min hêviyek nemaye...

Ji bîranîna darên sicê,
Li ber çemê Efrîn,
û zinarên çiyayê Hawarê,
di destê min çi bîranîn nemaye...

Gelo! Bêjin..Çi bikim?!
Li hember çerxa felekê,
min hêz û hêl nemaye...

Hestiyên min jar bûn,
Tê de viyana hebûnê nemaye...

Çi bikim bi saz û awazên şeva,
Bi zeryên di govend û sema,
Min dil bi hîç yekê ji wan nemaye...

Tenê pêjna dîlberê li ber çavên min e,
belê di bîra dîlberê navê min nemaye...

Ji dost û hevrêyan dûr im,
Di navbera me de rê nemaye...

Xerîbim, li ber bad û bahozan dinalim,
Di navbera me de rê nemaye...

Xerîbim,
bê heval im,
zimanlal im,
malwêran im,
Kurê niştekî bi navê Kurdistan im,
belê nizanim,
li pey min ji Kurdistanê çi maye,
Ji Kurdistanê çi maye... !!