Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3266 flas, 290 mp3 û 66 jî kilasîk

li ser hev = 3620 sitran hene!


* * *

* * *

Hevpeyvînek dirêj bi Seyda `Ebdulrehman Durre`ra

Mahir Barwarî kullanıcısının resmi

Xelek a (1)/ Pişka Jiyanname û Ture

Berhevkirna: Mahir Berwarî - Elmanya

Sal hatin û sal çûn, mereqa niyasîn û çûna xizmeta zana yê Ol, welatparêz, syasî, pispurê felsefa Olî, helbestivanê kenkene û bê beramber (Ebdulrehman Durre)yî,
ji dilê min derneket.
Meznî, giranî, pispurî, welatparêzî û helbestivanîya wî di vê rêza turevan û navdarê kurd (Musa Enter) î da xoyadibît, ewa derbarey wî nivîsî di berahî ya pirtok a wî (kurdiname) da û pênevêt pitir li diwîv biçîn. (Musa Enterê) rehhmetî di 15.06.1992 da, bi vî rengî nivîsiye:
"ez di wê bawerê da me, ku hemî ruhên helbestivanên kurd di giyanê seyda (Durre) dane. Di i'şqê da li pêş Cizîrî ye, di felsefê da ji Mewlana Xalid zêdekiriye, di wellatiparêzi yê da jî bi pêş Xanî û cigerxwînî keftîye..."
Teh`em (bidaxve)!!! Ku kesên ho bijare di varêbin, nehên nyasîn. Serbûr û pispurî ya wan nehên bikaranîn!!!
Li tevaya Kurdistanê dibît çend kesên pispur mîna hêja Durre hebin, ku di Edebiyat a Kurdistanê, Helbest a kilasîk, Siyaset û Felsef a Olî da pispur bin, herwesa şehrezayî hebin di ziman û edebiyat a dagîrkerên Kurdistanê (Erb, Faris û Turk) da.
Ebdulrehman gencînek a pir bi bihaye, şehrezayî û pispurî ya mezin di ziman, Edebyat, Ol yên Rojhelat a navîn (Kurd, Ereb, Faris û Turk) heye.
J bo vê meremê, di rojek a tengav û baran da, min xwe gihande xizmet a wî, li bajêrê köln, li elmanya, ji kurdistanî ya ra hevpeyvînek a binecih, dûr û dirêj li gel kir.
Ji ber dirêjî û giringî ya vê hevpeyvînê, dê dî çend xelek a da belavkem.

Daxaza lêburînê ji Seyda Ebdulrehman Durre dikem, ji wan kêmasî ya, yêt keftînê dema kurtkirn û vegohastinê ji kasêtê (Bandê).
Herwesan Kurdên Bakurê Kurdistanê wê bizanin ku ev hevpeyvîne bi devoka Behdînî hatiye nivêsîn, hinde codayî heye di gel axaftina hinde deverêt bakurê Kurdistanê.

Jiyanname

* Ez pirr mezin û şad bum ku îro xwe li xizmeta zana, welatparêz û feylesofekî Kurdistanî yê bê beramber û pirr biha dibînim. We hejî rêz, qedirgiranî û xelatê Nobilî dibînim.

Berêz (Durre), hûn ji kesên bernîyas û navdar in, lê em û gelekên din dixazîn û mereqdikîn, pirrtir ji Jîyannama we bizanîn. Eger pêzanînên nû hebin û nehatibin belavkirin, dê hevpeyvînê hêjatir û zengîntirken.

- Sopas dikim, ez dikarim wiha pênas (teirîf) bikim:
Ez jî parçek, ji ax û xwelî ya Kurdistanê me, zarokê Kurdistanê me, bi ax, xwelî û ava Kurdistanê mezin bûm û min di Xandingeh û kultura Kurdistanê da xandîye.Ji kalikekî melazade me, babê min nîv Mela bu. Kalikê min Mamosta (Muderis) bo. Malbata min ji berê da, ji şorişa Şêx Seidî heya îro di nav şorişa Kurd û Kurdistanê da ne.

Navê min (Ebdurehman Durre) ye, ez kurê Hacî Mela Nesreddîn im. ji min ra digotin ``Ebdurehmanê Haci Niso``. Navê babê min Nisretddîn e, ji babê minê rihmetî ra digotin ``Hacî Niso, mele Niso Kêranlixî``.

Navê kalkê min Mela Elî bo. Mela Eli yek ji muderisên medresên Kurdistanê bo, kurê Omer bu, Omer kurê Mîrze bo, Mirze ji Xêla (Eşîra) Batka ne, Batkan 12 Xêlin, Xêla mala zêro jê ra di bêjin, ji milê wê Xêlê jî, Xêla me jê ra dibêjin ``Xêla Kerra``. Xêla me yek jî xêlên navdar û miletê Dewleta Merwanî bo.
Dîya mina rihmetî digot: Tu di sala şerê girkirina Geliyê zîlanê da, meha ku têda pez dibirîn, hatiye dinê, anko di Nîsana sala1930 ê, di nv şoreşa Çiya yê Agrî da.

Yanî ez ji malbateka welatparêza Kurdî me, ji kevin da duza Kurd û Kurdistanê di nav wan da hebû û kirbûne armanca xwe. Ez di nav wan da û bi wan ra mezin bûme, ew hest ji wan hatiye bal min.
Bavê minê rihmetî wisa dixwest, ku ez bibime Mamosta (Muderis) di Xandingehên Kurdistanê da û cihê Bapîrê xwe bigirim. Bi sala min xand, min li ba Bav û Seyda yên xwe li Welat, Sêrt, Farqîn û Diyarbekrê (12-16) sala Xand. Min Birwanama (Îcaza) Mamostayiyê wergirt.
Min li Xandingeha ``Hesenpaşa`` (Gondekê Melazgirê ye li devera Moşê) nêzîkî (10-11) salan ders didane nêzîkî (40-50) feqîyan. Dersên min didane feqîyan girêday zanînên Olî, Felsefî, Dîrok (tarîx) bûn, ez bi taybetî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê, Dîwana Mem û Zîna Xanî, Dîwana Melayê Cizîrî, tureyê Erebî û Farisî dirawestam û min giringîyeka mezin dida wan.
Tehem!!! (مع الاسف) dagîrkerên Kurd û Kurdistanê nehêştin ez vê Xandingeha xwe dewam bikim, ez tûşî nehametê kirim. Bi mecburî, tehem!!!, ez bûme Muçexor (Mowezif) nêzî (2-3) sala di ``Dezgehê Diyaneta Turka`` da. Ez vê li ba xwe kêmatîyeka (lekekî) mezin dibînim çimkî çawa dibe Welatparêz, ruşenbîrekê wekî min di dezgayekê Dojmin da cih bigre û karbike!!!

Min dest ji wê lekeyê berda û dijî wan derketim, me cirrek û vekêşen mezin kirin, ji ber wan ez revîm û derbsî Lîbya yê bûm.
Min li Lîbya yê (2-3) salan tercuma zimanê Kurdî û Erebî dikir, min têkoşin û xizmetekî mezin ji Kurd û Kurdistanê ra kir, lew li ser xatira Kurd û Kurdistanê min gelek nehamî (derdeserî) ji Turka dîtin, çonko li wir jî nedhîştin navê Kurda di wan Karxanên Turka da bên gotin.
Têkelî ya min bi Serok Qezafî û Dewleta Libya yê ra hebû ( ), ji min hez dikirin, ji gotinên min dernediketin.

Di wî demî da, li sala 1981-1982, Celal Talebanî li gel malbata xwe Hêro hatine wêrê, me hevdu dîtin, min gelek alikarî jê ra kir.
Demê ez Mamosta bûm li welat, min bi dizî behsê şoresa Mistefa Barzanî ku li Kurdistana Êraqê destpêkirbû, tevî bizav û ruhê Kurd û Kurdistanî min ji wan Feqî ya ra digot, ji biçukî ya xwe, ji roja ko min şorisa rihmetî Mistefa Barzanî naskirî heya roja bimirim, çi ji destê min hatîye madî û meinewî, min alîkarî kirîye.

Min şoresa Mistefa Barzanî ji xwera wek „qîblega û ronahî zanîye ``ez ji şexsê Barzanî dibêjim ne hemo nêzîk û malbata wî, ez nabêjim qenc û xirab``, kesatî ya Mistefa Barzanî ji min ra weke bavekê meinewî yê siyasî û şoreşgêrî ye, heya ez bimrim, heya nifşê (zuriyet) min ji hebe, bi vê merem û meina yê di serê me da di jî, ez bi vê meina yê jê hezdikim. Di dema wefata wî da min, taziyeka mezin di mala xawe da kir û helbestek bi navê``Tazî ya Barzanî`` vehand û di Govara Metîn da li Dohukê weşand:

Meitem û şîn û girîn e, Mistefa Barzanî çu
Dil kul û derd û birîn e, şêrê Kurdistanê çu

Ez di şoreşa Çiya yê Agrî da ji dayik bome, şoreşa Şêx Seîd, şoreşa Gelî yê zîlan di ruh, can, demar û mejû yê min da dewam kirîye, niha li Kölin. Li welatê Elmanya me.
Gelek bi kurtî: Navê min Ebdulrehmane kurê Hacî Îsifê pîrê kurê mela Elî kurê Omerê kurê Mîrza me, ji xêla Batkî ya ji Kurdistanê me.

Ger bixazî min binasî, guh bidêre kî me ez?
Hindû-Ewrûpî me, kasî, Hûrî-Mîtanî me ez
Gotî, Mannaî me, Qardî, Qûrtî, Lolûbî, Medî
Neyrî, Subarî me, Xaldî, Arî, Îranî me ez
Ez Qulingê rojhelat im Bulbulê Baxê Welat
Kew Rubatê teba im, ku-l qefes anî me ez
Hafiz û Firdewsî kî ne, Bûe`la û Buhtirî?
Suxteyê Pîrê Cizîrî, Hèzretî Xanî me ez.
(Kurdname perê 290, Durre, 2005)

Pişka turey ( Edebîyat)

* Wisa dîyare ku demek dirêje hûn bi turey (taybet helbestê) ve di mijûlin û we qunaxeka baş birîye û têda di serkeftîne, hizir, hez, piştevan, eger û çîroka wê çawaye û boçî helbest?

ـ Boçî helbest? Çonkî ez bi siroşt, firîşta û ruha xwe, merivekim ji Turey hezdikim, xoda min wisa daye. Ez di wê bawerê da me Ture û Şîir ew jan û kolê di eql, ruh û canê meriv da bi ginetîkî bicihûne, meriv wana teswir dike, hestên xwe bi rengekê xweş û baş derdibre (îfadedike). Edebyat eve. Ew jan, kol û derd di can, ruh û bedenê min da bicîhdibûn, min dixwest ewan tişta bi rengekê Tureyi rave bikim, ji zarokîya min ev hez di min da hebû, min di Xandingeha xwe da Dîwanên Helbestvanên gelek mezin mîna Îbnul farid, Buhterî, Fîrdewsî, Hafizê Şîrazî, Mewlana Xalidê Şehrezurî ( Mewlana Xalidê Kurdî), Mewlana camî yê Îranî xandin, Herwisa Turê Erebî, Farisî û Kurdî, di ruh û hestê min da kartêkirnek (teisîr) mezin kir.
Dewam di hizra min da bû çima ``Şahnama Fidewsî`` ya Îranî hebe!!! Çima ``Kurdnama Kurdî`` tunebe!!!
Berîya 40 sala min dixwest, ez jî Kurdnamekê çêkim, ji wê rojê min destpêkir û mijar komkirin, heya ez mişextî Ewrop yê bûm, min hemî xirvekirin, kurtkirin û bi 5 pişka di nav Kurdnamê da weşandin, ev pirtoka mezin jê çêkir.
Ev Kurdname keda wê renc û xebata mina 40 sala ya, min tev kurt kirîye, min ji dayika xwe ya Kurdistan, Zarok, Bira, Bbav, Xort û rewşenbîrên Kurd û Kurdistanê ra diyarî kiriye.
Ev pirtuka min bi 5 beşen xwe ve: Felsefî, Xezelî, Çîrokî, Dîrokî û Keşkolî kurtî ya pilana azadî ya Kurd û Kurdistanê ye, başqe tîştek dî tune.

* Ev hemî bizav, ked û sergêjî bi dûv Turey (Edeb) ve, ku kêm kesa bi vê giranî û xemxorî yê milê xwe daye ber û têda şehreza bûne. Çima? Hûn dixazin çi Mitay û Peyamê bigihînin?

ـ Gotinekî Kurda heye, Kurd weha dibêjin: ``Şîrê dî ya xwe li xwe helal bikin``. Yanî Dî ya we Şîrê xwe dide we , we bi Şîrê xwe di givirîne, mezin dike, qîmeta wî Şîrî bizanin, êdî Şîr bila li we helal be!!! Bila Şîrê we heram nebe!!! Li bam me Kurdistan hemo yeke, Dî ya me teva ye, evê Dî yê pirr Şîr û Xarin û Vexarin daye min, ji bo ez Şîrê wê li xwe helalkim min jî xwestîye bi vî rengî xizmeta Dî ya xwe Kurdistanê bikim, tiştê ji destê min hatî eve ye.

* Mirovên ji buy azadî, mirovatî, tanegirî û rastî yê kardiken, di jîyanê da di mirîne, di mirnê da di zîndîne, hûn di wê bawerê da nînin ku ev (Durra) biha giran, may bê tir, dirû û nîşan (hizar salî bî inşaellah), dê rojekê li binê derya da, li jandidanî lêgerîn, dê bi me mînin hizar Tehem û Kovan?

ـ Wekî meriv ji Dî ya xwe ra ximetek kir, ew erkê meriv e, meriv erkê xwe dibîne. Eger yekî li pey meriv ra sopas kir û got:``Tu li Dî ya xwe buy xwedî``. Ew erkê wî ye, ezê nizanim tiştekî bêjim bo wan erkên li pey min ra mane, ez dibêjim:`` Min ji Dî ya xwe ra çi ji destê min hatî, min xizmata wê kiriye``.

*Musa Enter di pêşgotina Şehnama te da (Kurdname), hosa pesna we diket: ``Ez di wê bawerê da me ku hemî ruhên helbestvanên Kurd, di gîyan ê seyda (Durre) da kombune. Di Îşq ê da li pêş Cizîrî ye, di Felsef ê da ji Mewlana Xalid zêdekirîye, ji welatparêzî yê jî bi pêş Xanî û Cigerxwînî keftîye…``. Ez wisa hest dikem, niha ez yê li dîwana wan hemîyan im. Ev giranî, hinêr û maqûlî ya we ji çîye? Hûn çawa ji xwe razîne?

ـ Eve fentazî ya(Musa Entere) , di heqê min da gutîye, ez sopas dikim ji ruhê wî yê pîroz ra, xwodê wî şadbike, zaten ji Musa Enter min pirr hez dikir. Herwekî Musa Enteter pesna min kirî, ez xwe wisa nabînim, ez dibêjim: ``Ez xizmetkarê Helbestvan û Turê Kurd û Kurdistanê me, ez Feqî, Soxte, Soxtê Soxtê wan im, ez Soxtê Soxtê Mela yê Cizîrî, Xanî û yên fana wan im, ez li şopa wan çume, min şopa wan geş û bi rewş kirîye, eger ku kêmasî têda hebin bila li min biborin, erkê mine çimkî Kalê min in, Babên minên Tureyi ne.

* We bi Şahnamên xwe (Şerha Dîwana Ehmedê Xanî) û (Kurdname), fêhrisî, çelengî, hinêr û welatparêzî ya xwe aşkirakir û Ehmedê Xanî giranbiha û dilê wî zîndî û şadkir. Çîrok, hizir, ked, asteng û nepenî ya vî karê giran û prr biha çîye? Ez li wê bawerê me Melayê Cizîrî jî li benda we ye!!!

ـ Di destpêkê da Şerha Dîwana Xanî min nivêsî, Kurdname hêj xelasnebibû, dewam dikir, min dixast ez Kurdnamê gelek firehkem û mezinkem, min ew qas gohorîn têda kirin, niha herdu çapbûne.
Didestê min da ``Xolasetul xolase – Kurtname`` heye, yanî nameka gelek kurte, derbarey Kurd û Kurdistanê ye.
Di wê ``Kurtnama`` min da, xulasa Turê bilindê Kurd û Kurdistanê, Ol û Felsefa Kurd û Kurdistanê, xulasa yên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û (Seidê Norsî بدیع الزمان-) heye.
Min di vê pirtukê da behsê Ol û Tureya Kurdî, Dîrok, helbestvanên Kurd … kirîye, bi kurtî eve kîne çi kirne? Dojmin çilo bi wan lîstîye? çî gihorîne (tehrîfkirne). Elhemdulilah ber bi xilasî yê diçe, ev hersê Pitokên min ``Şerha Dîwana Xanî, Kurdname û Kurtname`` dema bigehne hevdu, ji hev ra dibin Metin, Şerh û Qeyd, wi demî li ser hev dibine ``Şahnama Kurdistanê``, meriv dikare bêje ``Şahnama Kurdistanê`` jî heye.
Ez bi vî mirazê dixebitim, çonkî di bawerî ya min da Ehmedê Xanî Şahê Ture ye, qehremanê Turê bilindê Kurdistanê ye. Herwesa ``Dîwana Mela yê Cizîrî`` gelek dîwanek mezine. Mela yê Cizîrî di hunerê turey da pirr li pêşe, di dawî ya Dîwana Melayê Cizîrî da nêzîkî (100-150) beyt li ser felsefa (Wehdetul Wucud – وحدة الوجود) ê hene.

Illah sehergaha ezel zatî tecella ya xwe da
Nora cemala lem yezel yelmomê îşqê şoile da

Felsefeka herî bilinda hunerî ye, ez li ser wê felsefê jî di Pirtuka xwe da xebitîme, bi kurtî hizir, bîrubawerî yên Melayê Cizîrî beyan dikim, Dema merivek bixaze Dîwana Mela yê Cizîrî fêm bike, lê binêre jê fêmdike.
Ez niha li ser vê dixebitim, seydayê minê Tureyi, di Tureyê bilind da `Mela yê Cizîrî``` ye, seydayê minê netewî yê di Ture ya netewî da
Ehmedê Xanî ye, seydayê minê rêzevanî (politîk), şoreşvanî
``Mistefa Barzanî yê rihmetî`` ye, di ruh û dil da ne û li pey wî diçim.

* Helbesta kilasîk li Kurdistanê bi giştî û li başurê Kurdistanê bi taybetî, berev nemanê diçît. Helbesta azad cihê wê digirît û valahîyek peyda dibît. Helbest bi dest Sitiranbêja nakevin, bi mecburî li klasîka dizivrin. Ew kela bi hizaran sale ava û li ser ava dibît, bê xwedî dibît. Hûn çawa di vê arîşê digihin û helbesta Kurdî berev kîve diçît û li çi ast da dibînin?

ـSeîdê Kurdî (بدیع الزمان) rihma xodê lê be di xortanî ya xwe da, pirr ji Turê Kurdî aşiq buye û wisa gotîye: ``Zimanê zader mader`` yanî zimanê dê, zimanê ku mirev ji dîya xwe hildide, wek nexşê li ser kevra tê nivîsandin.
Ez wesiyetdikim li hemo kurda, wesyeta min ji hemo Kurda ra heye, evî Zimanê Dayîkê, tevî Tur û Şîira wî ji bîr neken, li pey rêzmana xwe ya Kurdî herin, ziman neyê jibîrkirin.
Ziman yek ji wan belge û wesîqeyên parastina hebuna merive, dojmin dixebitîn ku evî zimanî binbirken û nehêlin, lê sopas ji xwedê ra nekarîn, wê nikarin jî.
Sed car sopas ji xwedê ra, ez çum min bi çavê xwe Kurdistan dît, Univêste bi zimanê Kurdî vebune, Kolîjên tarîxê jî vebune, gav bi gav bi alî yê xweş da diçin. Ez bi bawerim piştî 30 salên din wê ji van Turevan û Şairên gelek mezin derkevin. Lê bidaxve (tehem), emê bêjin giranî li ser kilasîka kevin nedanane û kêm min dîtin, tê zanîn ku Kilasîk ên Kurda xîmê Ture û Dîroka Kurd û Kurdistanê ye.
Ez evê wek peyamekê di deme we ku evan kilasîkên Kurdî yên kevin ji bîrneken.
Min li devera Soran pirr edîb û şairên mezin dîtin û lê rabûne û bi rastî jî lê hene, wek Nalî, Koyî, Pîremêr û sedên wekî wan, lê di Turê kurdî ya Kurmancî da, piştî Xanî û Cizîrî min hebek kêmasî dît, ji bilî fena Cigerxwînê rihmetî rihma xwedê lêbe ku hewek mezin kirin, gelek tistên taze anîne meydanê. Ez dixwazim di Ture ya kurmancî ya Kurdî da jî ev hewe dewambike. Televizyonên Kurdistanê giranî ya xwe biden ser wî, giranî ya xwe zêdetir diden ser Soranî yê, Soranî jî Dîyalêkteka Kurdistanê ye, lê bizanibin ku xîmê Kurdistanê li ser Kurmancî yê ye, evê rind bizanin, Kurmancî, Kurmancî, Kurmancî, çonkî Kurmancî xîmê Kurdistanê ye we ji 2/3 gelê Kurdistanê jî Kurmancin. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Elî yê Herîrî, Feqî yê Teyran û bi sedan wekî wan ev xîme avakirne.
Inşaelleh bawerî ya min ewe ku ev Hukumeta Kurdistanê xwerastke, hêdî hêdî berev rastî yê diçe, qet ji serê min dernayê êdî ev bizava azadî ya Kurdistanê ço hêz nikarin ji nav biben û gav bi gav wê pêşve here.

* Mita û berhemên we yên çapkirî û piroje yên we yên pêşerojê yên hûn pêve mijûl û têda kardikin çine?

-ـ Berhemê minê çapkirî ji xwe kifş bûn, heta niha herdu pirtukên min ``Kurdname û Şerha Dîwana Ehmedê Xanî`` bi kurdî hatine çapkirin.
Min çîrokek bi navê ``Evokatê Kurda`` li gel êka din ku heya niha nehatîne çapkirin.
Pirtuka ``Dîn perdesî altinde seqalî îlanler`` bi kurdî: Di binê perda dîn da marên bi rû. Evanên ku bi dîn ji 1400 salî vir da li pey Pêxember, ji Emewî ya, Ebasî ya, heya tê Beberên Osmanî û xwînxarên Sefewî heya îro bi dîn Kurd û Kurdistan mêtine û xirabkirne. Di Pirtukê da bi kurtî wisa min gotîye:`` Evana bi rû, sîma û şiklê xwe, perda Îslamê dikişînine ser xwe, lê Marin, bi Kurd û Kurdistanê vedidin, gereke Gelê Kurd hay ji van Mara hebin.``
Min li sala1962 ev Pirtuke weşand û belavkir. Piştî weşana vê pirtukê dagîrkera qîyametek, tufanek li serê min rakirin û dewam kir.
Di dûv wê ra, Pirtukek dî bi zimanê Turkî bi navê ``Îslamiyetin sir hikmetleri- sirrên hikmetên islamiyetê``.
Berîya 20 sala, min li Turkî weşand.
Herwesa li sala 1962 pirtukek bi navê `` التصوف فی الآسلام- Islam dîdîndegî tesewuf`` bi zimanê Turkî çapkir, ewêjî tufanek li min rakir.
Min Ligel Musa Enter, Bêşekçî û çend hevalên dî bihevra Enistiyota Kurdî ya Stembolê avakir. Herwisa ez nivîskarê Govara Rewşen jî bûm û nêzîkî 2 sala min nivîs di kuşeya azadî ya rojnama wan ya rojane da dinivîsan.
Min bi Erebî 2 berhem yên heyn. Nameka biçuk bi navê (Alîslam quwetul muwecehe-الآسلام قوة الموجهة) ، hê di demê xortanî ya xwe da.
Min li ser daxwaza (Kurbenda Îslamî -موتمر اسلامی) di demê Sadat, Serokê Misrê da jêra şand. Bersiv dan ku wan çapkirîye û sopas kirin, lê çi dane (nusxe) jê hilnedan. Bo zanîn reşnivêsê (misweda) wê li ba min heye.
Di dura kitêbek dî ya Erebî min heye, bi navê (Elîslamîyetu eleqlu welmedeniye-الآسلامیة، العقل و المدنیة), lê giranahîya xwe min jê vegohaztîye, ez bawer nakem çapbikem.
Min nêzîkî (4-6) sala miftîtî kirîye, ez miftîyê gelemperî bum ji devera Kurdistanê ra, Di wî demî da min çend name amadekirin bi zimanê Turkî mîna: ``Qurban-قربان, Adabul Îslamîye آداب الآسلامیة- û çendên din``.
Ji ber ku min û Dagîrkera li hevnekir, ez li pey wan neçûm, ez ji wezîfey havêtim, ez bo xwe ji ber wan revîm.
Min berhemek bi zimanê Farisî heye, pirr kevne, di demê feqatîyê da hatîye nivîsîn, hêj nehatîye capkirin, ezê çapbikim, çomkî ew xatîra mina xortaniyê ye, wek çîrokane lê li ser Xeza, jiyana Gondiya û Dîroka Kurdistanê ye. bi navê ``Kurdha Kîsten``, Kurd kîne?

Dest xweshî

Navser Botanî kullanıcısının resmi

Dest xweshî bit ji bo Canabê te, Hejayê min Mahir BARWARî.
Hazar û Hazar sopasî ji bo Memosta Avdirahman DURRE.
Kekê min M. BAWARî, çiqas zêde wesif û pesnê Memosta DURRE bête deyin hindike!.
Hividarim ku Gelê Kurd we ji bandora Hest û merhamên Memostayê min Sod darbin.
Navser Botani

Silav û rêz hêja Botanî,

Mahir Barwarî kullanıcısının resmi

Silav û rêz hêja Botanî,

Sopas bu şirove û nêrînên we yên bihagiran, miraz ji vî karî ewe em xwedî li zana û pispurên xwe derkevîn, zanîn û pispurî ya wan bideyne nîyasîn, di jîyanê da rêzê lê bigrîn û hembêzkeyn, di mirnê da peykera bu çêkeyn, herdem bi bîrbînîn û zîndîbikeyn...

Di van 4 xelek a da gelek pêzanîn û mijarên pir hêja hene, hîvîdarim ku hûn mifa jê wergirin û li kêmasî yên rêzman û devoka wê biburin, ji ber ku bi devoka Behdînî hatîye nivêsîn... Li benda rexne û nêrînên xandevanên hêja yên wek we me...

Mahir Berwarî