Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

Hêja Ji bîr nabin!

Hêja Ji bîr nabin!

wêneya Feqîr Ehmed

Hêja Ji bîr nabin!

Ey bedena mîrovan, teşan û dar.
Çêkin jînê, em bi hev ra bibin yar!

Xwaza bûyê cîhan, em tev jîn bin,
Ew û wan. ez û tu ji hev hîn bin!

Destan bidin hev, tev bav û bira,
Binçav nêdîn, ez rindim ewjî na!

Ko em zana bibin, çêkin tişt û xêr,
Rabin ser, xwaşik bikin bibin jîr!

Eme çêkin, tişt, xêr, perde û rol,
Mêr, jin, keç û xortan gula sor!

Erd û ezman gîşkî bikin bax û rez
Hev şahbin, di nav meda çêbê hez!

Erd û ezman, bila hezê bidê hev,
Jin û mêr di xwazada bibin tev!

Xwe bikin kurkê samûr û gehwer,
Mizgeft, ne sînegog û meçin dêr!

Her kes zana bibê, bigên qata jor,
Hev rûnin, em tev dibine pispor!

Tu kes nabin, nûjad û kevneperest,
Xêr û bêr, jîyan li gîşikîyan xweş!

Gîşkî dibin, pispor, zana û dev,
Eme biçin li ser rojê bigên hev!

Nabin birçî û hindik dewlemend,
Eme wekî hev bibin xwudan deng!

Destan bidin hev, tev bav û bira,
Pîs nê dîtin, ez mîrovim ew jî wa!

Şert û şurt, mîrov gîşkî bigên hev,
Cîhan bihişt em bi rojkin nebê şev!

Erd û ezman, gîşkî bikin bax û rez,
Hev şahbin, di nav meda çêbê hez!

Keç, xort, jin û mêran bibin yek,
Tim aşîtî, tu kest nekin teqe, req!

Xwaşik bikin cîhanê tev keskesor,
Rengê zerî ji jorda xwe berdê dor!

Bîhna gul û endeko tev hev cîhan,
Sosin û kulîlkan li deşt û ser çîyan!

Bixwûnin, bibin zana û hostê jîr,
Xurt bibin, kesek nebê kal û pîr!

Her kes razî dibê, doz û warê xwe,
Bê girtin û bê kuştin, cîhan ya me!

Jîyanê da hobin, mîrovan û terş,
Çareser ê ko tev jinbin li cîhan!

Pirrî hatin cîhanê, bi navê mîrov,
Kuştin, xwîn vexwarin bûne hov!

Di ristê da, her kes jîn bê wekî hev,
Kesek nebê kole, tu kes nebin dev!

Hev rûnin, wekî morîyan bikin kar,
Xwaza da, mîrov xwe bikê dîwar!

Kar û bar, her kes çêkê jina xwe,
Xwûşk, biraê tev bigêne gelê xwe!

Cîhanê da rindî, deyînin yek destûr,
Zana bibin, kesek ji hev nebê dûr!

Zana bin, çêkin koprî û otoban,
Ne terşin mîrov xwe bikin şan!

Çêbikin sera, qonax, birc û ban,
Hev rûnin hezê dênin dil û can!

Hemberî mirinê, bibin hostê jîr,
Dubenî tunebê xwe tev bikin şîr

Rojek werê hûn tev bibên ka Feqîr,
Lê ciwanê cîhanê min nakin ji bîr!

25.04.97. Feqîr Ehmed.

0
Your rating: None

Şirovêyan

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Feqîr Ehmed

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
Nasname
0 255
0
Nivîsar
Diz
0 223
0
Çîrok
Ey netewa bindest!
0 156
0
Helbest
Sitîl dikele sitîl!
0 214
0
Helbest
Qelenê Gulê!
0 224
0
Helbest
We ez rizgar nekirim!
0 202
0
Helbest
Bê war û bê jîn bibim!
0 222
0
Nivîsar
Helebce!
0 201
0.05
Helbest
Şîna Welat!
0 220
0
Helbest
Bibin Hostê Gelê xwe!
0 223
0
Helbest
Ey hevalên rêça min
0 231
0.05
Helbest
Elîşêr!
0 227
0
Helbest
Ey cîhan û jîna min
0 205
0
Helbest
Tu Wekî Hîvê!
0 191
0
Helbest
Kurmancî!
0 205
0.05
Helbest
Pîroz kin!
0 226
0
Helbest
Ala rengîn
0 257
0.05
Helbest
Ey Netewa bindest!
0 118
0
Helbest
Ey Hevalno!
0 64
0
Helbest
Xort bûne pepûk û kund!
0 67
0
Helbest
Hêja Ji bîr nabin!
0 51
0
Helbest
Cîhan ji min çêbû
0 34
0
Helbest
Welat!
0 33
0
Helbest
Ez im Kurdistan!
0 26
0
Helbest
Va axayên xayîn!
0 19
0
Helbest

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Gul
Gul
I love you
I love you
Gotinên pêşiyan
Gotinên pêşiyan
Gunehê min
Gunehê min
Esqa te
Esqa te
Gulên sor
Gulên sor
Gul
Gul
Diyarbakir
Diyarbakir
Hesret-M.N.Y
Hesret-M.N.Y

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.