Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Ez Jin im Ez jiyan im

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Ez jin im xwe jiyan im !
Ez gulim dil, giyan im
Ez caran serpîyan im
Caran jî bin destanim

Ez dayikê her zarokan
Ez keçim, bûk, bêrîvan
Ez gul gulpikên gulan
Ez adana nav zevîyan

Ez roja çar demsalan
Ez bajar, gund û diyar
Ez stargeha her dilan
Hemêz dikim jî gelan

Ez jinim xwe jiyanim
Dil,dilketîyê miranim
Ez gulên nav zozanan
Hîm,bingehên olanim

Ez nebim tune xwarin
Xwe nebim tune aram
Ez robarê hingiv,şîran
Ez dikişim bo zarokan

Û daxwazim rojê şêrin
Ez naxwazim şer û şîn
Xwe jinim can,jiyanim
Ez gulim xwe zozanim

Ez dayikê keç û gedan
Ez naxwazim zir,zîvan
Xwestinê min serbestî
Ne bindestî ne nekoletî

Naxwazim şer û şervan
Hewî neyin tu ser jinan
Bila cîhan li me geş be
Ken bikeve jin,zarokan

Ez jinim gulê cîhanim
Xwe dilim ez giyanim
Ez kewanî ez bermalî
Ez azadîyê daxwazim

Ez jinim xwe jiyanim
Ez gulên boy çiyanim
Û naxwazim şin û şer
Vê pergelê dixim çala

Ez dengê boy gelanim
Ez heyva nav şevanim
Ro vedidim wek rojan
Xwe berbanga sibanim

Û kutan lidan,naxwazim
Ez ne dîlim xwe ne kole
Êdî bese bindestî ,koletî
Ez beramberî daxwazim

Xwe ninim kolên mêran
Ez dayikê hemû zarokan
Ev pergel xwe ne rewşe
Xwestinê min Sosyalizm e !

Mehmet Çobanoglu
10.08.2008
Yildirim